Sîdar Jîr dê gotûbêjekê bike û kitêba xwe îmze bike

  • 06/02/2024
Sîdar Jîr dê gotûbêjekê bike û kitêba xwe îmze bike
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

06/02/2024

Nivîskar Sîdar Jîr dê derbarê romana xwe Duşema Rengîn da gotûbêjekê bike û kitêba xwe bo xwîneran îmze bike.

Moderatorîya bernameyê zimanzan Zana Farqînî dike.

Bername 10ê Sibatê, li Stenbolê, li Navenda Çanda Mezopotamyayê saet 16:00an tê lidarxistin.

Romana Duşema Rengîn ji weşanên Zîzê ve hatîye çapkirin. Weşanxaneya Zîzê 28ê Rêbendanê, li salona Odeya Senayî û Ticaretê ya Amedê lansmana roman Sîdar Jîr ya bi navê Duşema Rengîn “3 Kêm Deh Deqîqe” kiribû.

Şîrove*

%d