Li Şirnexê cendirmeyan bi ser malan de girtine û 2 kes desteser kirine.

Li gundê Hêtman û Zivingê yên navçeya Basa ya Şirnexê, cendermeyan bi ser malan de girtiye. Di serdegirtina malan de cendirmeyan, Fîkret Şen û jineke 50î salî hatine desteserkirin. Hatiye zanîn ku piştî îfadeyê wan li Basayê bê girtin wê wan sewqî Şirnexê bikin.