Jinên ku jiyanên wan li nav zeviyan asê mane: Karkerên demsalî

Di bin germahîya Amedê ku mirovan diperitîne karkerên firingîyan diqelîşînin bi tevî zarokên xwe dixebitin. Havva Bengî bi 6 keçên xwe ji sirûcû dayê rê û bi tevî malbata xwe firingîyan diqelîşîne. Her çend germa Amedê mirov bê hal û bê taqat bike jî li gor Havvayê karê li bajarên kurdan ji yên bajarên tirkan çetir e. Ew dibêje,“Li wan bajaran ji me ra dibêjin ‘pîs kürtler’ , tiştên xirabûyî difroşin me, lê ev der wekî mala me ye.”

Deşta zer ya Amedê wekî her roj îro disa germ bû. Germahîya li vir ne tenê laşê mirovî diperitîne êdî darûberan jî hişk dike.

Di bin kelkela germa havînê da em ji bo dîtîna karkerên ku firingîyan diqelişînin di seatên sibehê da ji Amedê derdikevin rê û berê xwe didin gundê Sirimê. 

Gundê Sirimê nêzîkî 7 kîlometrayan ji Amedê dûr e. Li gundî malên yek katî li rex hev ketine rêzê. Ji her bexçeyekê dengên zarokan bilind dibe.

Em di gund re derbas dibin û digihîjin zevîyên firingîyan. Li wê derê zevîyên bêserûbin em pêşwazî dikin. Li vir ezman şîn û erd jî sor e. Bi qasî ku çavên me dibîne firîngî xuya dikin.

Em li ber zêvîyên firingîyan disekinin. Li rêx zêvîyê li qadeka vale fîrîngî hatine komkirin û karker li wir dixebitin.

Jin, mêr û zarok li du hev ketine rêzê, bê sekin û bê navber firingîyan jêdikin. Germahîya hewayê li vir ji 48 pileyî derbas dike. Ji germê li asîmanan çûk jî nikarin bifirin.

Germahîya ku em nikarin çend deqîqeyan xwe li ber bigirin, ew neçar in bi rojan li ber vê germê bixebitin.

Li vir li qadeke fireh hinek karker firingîyan jêdikin, hin ji wan firingîyan xwêy dikin, hin ji wan jî yên hişk bûne kom dikin.

Firingîyên li deşta Amedê tên hişkirin ji bo bi dehan welatên ewropayê tên şandin.

Em koma mêran derbas dikin û derbasî aliyê jinan dibin. Hejmarek zêde ya jinan bi tevî zarokên xwe dixebitin.

Em ji wan yekê re rastî hev tên. Havva Bengi di nava firingîyan da bi zehmet xûya dike. 

Wê hemû rûyê xwe pêçayîye û hewil dide xwe ji germahîya ku mirovî dişewitîne biparêze. 

Havva Bengi

Ew jineka rûken û dil germ e. Bi tevî 6 keçên xwe ji Sûruça Rihayê daye rê û hatiye Amedê, firingîyan diqelişîne.

Hemû keçên xwe daye xwendin. Keçên wê jî hatine û bi wê ra dixebitin.

Tevî ku li ber germê bêzar dibe jî, ew dibêje “baş e ku em li mala xwe dixebitin”.

Ev du sal in em tên Amedê û firingîyan diqelişînin. Erê gelek zehmet e. Em rojê 12 seatan li ber vê germê dixebitin, lê şikir ji xwedê re em li mala xwe ne. Ev der jî mala me ye. Nexweşîyeke, mirineke hebe em dikarin 2 seatan bighêjin malbata xwe.

Havva Bengi

Yewmîyeya Havva Beniyê û karkerên din rojane 300 lîreyên tirkan e.

Li gel pereyê kêm û zehmetîya vê karî dibêje, “Em mebcur in vî karî bikin an em ê çi bikin”

Berîya du salan em diçûn Îzmîr û Manîsayê û me li wir vî karî dikirin. Li wan bajaran pir zordestîyê li me dikirin. Ji zarokên me re digotin zarokên ‘kereçîyan’ û destûr nedidan ku zarokên me bi zarokên wan re bilîzin. Etar dihatin ber konên me û xwarinên xerabûyî difiroşt me. Dema me digot ev xirabûyî ne digot, ‘Ji we kurmancan re ev bes in.’

Havva Bengî

Bi Havvayê ra nexweşîya Bîrovê (prosîas) heye.

Ew lepikên xwe ji destên xwe dernaxe. Ji bo destên xwe nîşanê min bide lepikên xwe derdixine. Dema ku lepikên xwe derdixe em dibînin ku hemû kalikên destê wî rabûne û destê wê av girtiye. Ew diyar dike ku dema ava firîngîyan li laşê wê dikeve laşê wê dişewitine û duxrîne.

Li gel şewata destê xwe qelaştina firingîyan didomîne. Bi saya vî karî du keçên xwe li zanîngehê daye xwendin û mesrefa mala xwe dike.

Li vir hemû kesên vî karî dikin ji Sirûça Rihayê bi malbatî hatine.

Ew heta dawîya demsala havînê li vir di konan da dîminîn. Ji ber ku di konan da naxwazin zarokên xwe bi tenê bêhêlin ew jî bi xwe re tinîn ser zêvîyê.

Wêne: Ardil Batmaz

Karkerên çandinîyê yê demsalî çar mehên xwe di konan da di şertên zehmet da derbas dikin.

Ji wan karkeran yek dibêje, “Em û maran bi hev re radikevin.”

Li gor daneyên Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî li Tirkiyeyê hejmara karkerên çandinîyê yên demsalî nêzî miyonekî ye. Piranîya wan jî li bajarên kurdan in.