Qedexeya li ser alîgirên Amedsporê piştî 7 salan hat rakirin

Amedsporê ragihand ku piştî 7 salan qedexeya li ser alîgirên tîma wan rabûye. Heft salên berê Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) biryar dabû ku alîgerên tîma Amedsporê, di dema maçên li derveyî Amedê da tên lîstin, nikaribin bikevin stadyûmê û maçê temaşe bikin. Kûlûba Amedsporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek weşandîye: Ji […]

Qedexeya li ser alîgirên Amedsporê piştî 7 salan hat rakirin
Qedexeya li ser alîgirên Amedsporê piştî 7 salan hat rakirin
Botan Times
  • 19 Mayıs 2023 07:59

Amedsporê ragihand ku piştî 7 salan qedexeya li ser alîgirên tîma wan rabûye.

Heft salên berê Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) biryar dabû ku alîgerên tîma Amedsporê, di dema maçên li derveyî Amedê da tên lîstin, nikaribin bikevin stadyûmê û maçê temaşe bikin.

Kûlûba Amedsporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek weşandîye:

Ji bo lîstika bi Menemen F.K.yê re em ê 20ê Gulanê roja Şemiyê saet di 15.00ê da bilîzin, qedexeya beşdarbûna alîgirên me nîne. Bilêtên tîma mêvan wê roja lîstikê li gîşeyan jî bên firotin.

Bihayê bilêtan 40 TL ye.