Roja Ziyaretê

Roja Ziyaretê
Roja Ziyaretê
Selahattin Bulut
  • 24 Mayıs 2023 06:23

Li Hefsa Diyarbekirê roja ziyaretê rojeke zor bû. Mirov digot bila kesî min tuneba û wê rojê kes nehata dîtina min.

Teyar jî ji roja ziyaretê digazinî. Qaçaxçî bû, li ser sînor hatibû girtin, malbata wî ya li Çolemergê mehê carekê dihatin, lê xweha wî ya ku mala wê li Diyarbekirê bû her hefte dihat. Teyar carê jê re digot, ‘‘Xwa min, binêre ez baş im, ji bo Xwedê êdî nê!’’ Xwehê godar nedikir, digot, ‘‘We! Ez bi qurbana birayê xwe bim, gavek rê ye, ma ez ê çawa nêm!’’           

Roja mirov jê ditirsiya zû dihat. Ji bo ziyaretê wextê navê wî hat xwendin gardiyan ew wek qurbanekê da ber xwe û bir. Nîv saetek derbas bûbû nebûbû derî vebû. Şûtî tahzî bû. Bi topa kincên di destê xwe de ber xwe girtibû. Canê wî kiribûn wek bacanê reş. Kincên xwe li xwe kir û li ser ranzeyê rûnişt. Çûm li kêlekê rûniştim. Got, ‘‘Birayê Seleh, ev xweha min heye, ev xweha min, Welleh ev xweha min ê bibe qatîlê min! Ew ê wisa herûwere heta min bikuje! “