Ji bo bîranîna Orhan Kotan

Husên Duzen

Di navenda salên 1970yî de her ku ez li Enqereyê diçûm weşanxaneya Komalê ew, li pişt maseya xwe rûniştî bû. Ne tenê rûniştî, bê rawest her bi tiştekî mijûl bû. Gelekên caran ez li ser kursiyekê ji yên pêşber wî rûdiniştim û min li dengê çeqeça teqdîloya wî guhdarî dikir. Li gel ku wî piraniya dema xwe bi nivîsandinê derbas dikir jî, gelek caran karê girafîkê bi hin teknîkan pêk dianî. Berga pirtûkekê di destê wî de bû ku dê di nêz de derketa. Carnan nîşanî me wan kesan dida, yên li odeya wî ya kar bûbûn mêvan. Hizra me dipirsî.

Bejna wî ne dirêj bû. Serê wî yê rût û rûyê wî yê sorik tu dirûvê kurdên ku min nas dikirin nedida. Lê babetên axaftinên wî yê bi telefonê û gotûbêjên wî yên bi kesên ku rêya wan bi cihê karê wî ketibû her li ser kurd û kurdistanê bûn. Car caran mîna ku helbesteke xwe bixwîne serê xwe radikir û bi şêweyekî ku lêvên wî biricifin diaxivî. Di tevgera wî de ti şopên dana tavîzan nexuyabûn. Carnan ji nişkê ve çeng dibû diçû odeyeke din û bi lez vedegeriya. Tenê kêliyên ku bi İsmail Beşikci re diaxivî bi dengekî aram û hêdî diaxivî, kek Orhan.

Êvarekê ez û ew, em li weşanxaneyê tenê bûn. Gotin hat ser gotinê min daxwaza xwendina helbestekê ji kek Ohan kir, bi mereqa xwendekarekî lîseyê. Hîngê rahmetî bêdeng ma, li min mêze kir û got: “Nabe! Helbest hema wisa nayên xwendin. Hîna wê roj bên ku ev helbest ji girseya mirovan re bên xwendin.” Piştre riyên me ji hev cûda bûn, bi dirêjahiya salan min kek Orhan Kotan hew dît.

***

Destpêka sala 1992yan bû. Ez li Stockholmê mêvanê Mehmed Uzun bûm. Piştî bi roj rehmetî ez baş li kolanên Stockholmê gerandim û me otomobîla wî bir ber destê hoste têkûz kir, em westiyayî hatin malê. Min dît ku Mehmed Uzun û kevaniya xwe di nav amadekariyekê de ne. Pir neҫû rahmetî ji alî malê hat ku bedlekî reş lê, qirewateke cûnik li ser işligekî spî girêdayî, bi pêlaveke birqokî derket pêşberî min. Pozê wî yê tûjikî hîn tûjtir, rûyê wî yê biken ji berî bi kêliyekê geştir rê dida. Mîna her carê ji min re got: “Husên Beg, tu ji Kurdҫiyan hez dikî, ka rabe ez te bibim nav wan.”

Hîngê ez têgihiştim ku şahiyeke mala Baksiyan hebû, ger ez ne şaş bim pîrozkirina suneta biraziyê rahmetiyê Mahmud Baksî bû. Ez û kek Mehmet û xanima wî ҫûn salona şahiyê. Saloneke têra xwe mezin bû. Heta dev tijî mirov bû; ji qewla rahmetî ve Kurdҫiyên Stockholmê yên hîngê. Mazûbanê min ez ber bi maseya derdora kovara Armancê ve birim. Hemû kesên li wir bi kêf û henek bûn, ji dengê laqirdî û kenên wan min tiştek ji kesî fam nedikir. Di ber re min ҫavên xwe li derdorê digerandin bê wekî din kî nas û dost hebûn.

Ji dûr ve ҫavê min bi rahmetiyê Orhan Kotan ket. Berî bi du roja ez û kek Mehmet ji bo kêliyeke kurt ҫûbûn mala kek Orhan, lema min ew ji nav ewqas qelabalixê zû nas kir. Di wê kêliya ez ê ber bi wî de biҫûma, kesekî porxelekî û devliken derxistin û ber bi min ve anîn. Dom nekir wî ciwamêrî xwe bi min da naskirin. Ew kes Zinarê Xamo bû ku hîn henûniya welêt li ser bû û min ew salên 1970yî li Qoserê carekê duduwan dîtibû û min bi dilşadî gotarên wî yên di Armancê de dixwendin. Piştî min û kek Zinar li hal û xatirên hev pirsî, min xwe negirt, ez ber bi kek Orhan ve ҫûm.

Orhan Kotan, xwediyê weşanxaneya Komalê ya salên 1970yî, berpirsyarê Kurdistan Pressê, rewşenbîrê xwedî gotin, li ser maseyekê bi xanima xwe re rûniştibû. Di wê navberê de rahmetiyê Evdo Gürses jî hat ba wî. Diyar bû ku kek Orhan xwe di nav wê şahiyê de mîna ҫavdêrekî hest dikir. Ji dengê mûzîkê û tevgerên li derdorê, min û wî jî, me tiştek ji hev fam nekir. Bi mizicandineke li ser rû bi pirsyar li ҫavên min mêze kir. Min hin gazin ji wê awira wî xwendin, lê bişirîna wî ya germ destnîşan dikir ku gazinên wî ne ji min bûn. Di wan ҫend xulekan de, ku min berî bi du rojan ew li mala wî ziyaret kiribû, ji min re bahsa romaneke Paul Auster kiribû ku taze der ҫûbû û pê re jî bahsa romaneke nivîskarekî tirk kiribû ku li Stockholmê dijiya û di romanê de behsa serpêhatiyên xwe yên biyaniyê kiribûn. Mixabin di wê şahiya sunnetê de derfet peyda nebû ku ez bi kek Orhan re biaxivim. Lê ew tenêbûn û bişirîna wî bi wan awirên watedar wek bîranîn ji min re man.

Jê pê ve jî derfeta ku ez wî bibînim hew li hev hat. Ez wî bi rêzdarî di 25. salvegera koҫa wî ya dawî de bi bîr tînim.

Husên Duzen, 9.7.2023

Ji min re dibêjin Ubeydullah Nehrî

Qiriktahlî ye aliyê min î yekemîn

Aliyê min î duwemîn cînayet

Aliyê min î sêyemîn zîndan e

Îşkence ye

Hiş û aqil naghêje aliyê min î çaremîn

Çav dibîne

Dev nabêje

Aliyê min î pêncan çarenûsa pitika min e

Aliyê min î şeşan dojehek e

Hêvî ye

Evîn e aliyê min î heftemîn

Aliyê min î heştan nayê zanîn

Aliyê min î nehemîn koletî ye

Aliyê min î dehan xiyanet e.” (Orhan Kotan)