Piştî 13 mehan rojnamegerên kurd derdikevin pêşberî dadgehê

11/07/2023

Li Amedê piştî 13 mehan yekemîn rûniştina darizandina 15 rojnamegerên Kurd îro dest pê dike.

Ev rojnameger bi tawana “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) duh (10ê Temmûza 2023yan) bang li hiqûqnas û siyasetmedaran kir ku ew xwedî li çapemenîya Kurdî derkevin.

Îro yekemîn rûniştina dozê, li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê kirin. Hejmareka nûner û rêveberên saziyên civakî û hiqûqnas jî beşdarê dozê dibin.

Di nava van rojnamegerên girtî da kesên xwedî zarok jî hene. Yek ji rojnamegeran Mazlum Geçîken e. Geçîken heta 8ê Hezîrana 2022yan li Amedê di produksiyonekê da kameramanî dikir.

Bi operasyona 8ê Hezîranê bi tevî 14 hempîşeyên xwe ew jî hate girtin.

Hevsera wî ya rojnameger Berîtan Elyakutê berîya niha ji Botan Timesê ra behsa dêrûnîya zarokê xwe yê 2 salî kiribû û gotibû:

“Dema em diçin ber girtîgehê hema rast e rast cilên xwe jixwe dike û ji bo lêgerîna laşî destên xwe bi herdu aliyan ve vedike. Wexta ku digîhije ber cîhaza X-rayê jî dest bi derxistina pêlavên xwe dike.”,

Çi bûbû?

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê da, 8ê Hezîrana 2022yan polîsan bi ser hejmarek malan de girtibûn. Di encama operasyonê da 20 ji wan rojnamegeran, 22 kes hatibûn desteserkirin. Herwiha 16 ji wan bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Rêvebera JINNEWSê Safiye Alagaş 15ê Hezîranê hatibû berdan.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Ji bo bîranîna Orhan Kotan

Weşana paşê

Meşa Kanî Xulam: Ji ber Lozanê bo Kurdistanê