Mansur Aryen
Di proseya hilbijartinên giştî yên 2023yan, cardin Cemiyeta Îtihad û Terakiyê bû meseleyeke aktûel, jixwe kes û komên ku propagandaya “rihê îtihadê” dikirin û digotin “îtihadperest bimirin jî, îtihad her sax e” [1] jî ne kêm bûn. Mebesta min ew e ku di vê nivîsê de em li ser polîtîkayên Cemiyeta Îtihad û Terakiyê û li ser sekna kurdan a wê demê hûr bibin û bi saya vê yekê em wareke “miqayeseya niha û berê” ava bikin û pê re sûd ji aqilê ku tarîx diyarî me dike wergirin. Ji bo vî warê miqayeseyê min bawer e rojnameya Peymanê wê gelekî bi kêrî me were.
Rojnameya Peymanê, di serdema Meşrûtiyeta Duyemîn a împaratoriya Osmaniyan de li Diyarbekirê di sala 1909an de wek yekem rojnameya serbixwe destûrname wergirtiye û dest bi weşana xwe kiriye. Zîya Gokalpê ku wê çaxê berpirsê herêma Diyarbekirê ya Cemiyeta Îtihad û Terakiyê bû, her çiqasî ne xwedî îmtiyaz bû û sernivîskarê rojnameya Peymanê jî bû [2] niha ev rojname bi giştî bi Zîya Gokalp derdikeve pêş û tê nirxandin. Dema mirov hinekî din li ser rojnameya Peymanê hûr dibe, mirov têdighîje ku di destpêkê de bi şî’ara Osmanîtiyê tevgeriyaye û vê paşiyê bi tesîra Zîya Gokalp û ji ber halê neçarî Osmaniyan hêdî hêdî ber bi hejmarên dawî ve meyla xwe daye ser Tirkperestî û Tirkîtiyê û wisa domiyaye. Piştî ku rojnameya Peymanê dest bi weşana xwe kiriye rê li ber rojnamegeriya serbixwe vebûye û gelek rojnameyan dest bi weşanê kirine. Lê tişta ku Peymanê ji wan rojnameyên din cihê dike nivîsên wê yên bi kurdî ne ku ev nivîsên bi kurdî, yekem car e bi rûxsata rojnamegeriya Osmaniyan hatine nivîsîn, lewra bi min hêjayî nirxandineke bi rêkûpêk in; bi taybetî jî nivîsa Zîya Gokalpî bi sernavê Sûret-î Nutuk ku ev nivîs ji banga Yûzbaşî Mazhar Efendî ya li ber derê Komandariya Cendirman a Diyarbekirê pêk tê. Li wir Mazhar Efendî bang li 79 kesên ji ber efûya giştî hatî berdan dike. Li gorî çavkaniyên li ber dest niha hemû hejmarên Peymanê nehatine peydakirin, tenê 36 hejmarên pêşîn hatine peydakirin û di van de jî tenê sernavên nivîsan hatine parvekirin. Lewma di warê Sûret-î Nutuk de mirov têr agahî nabe, lê baş e ku di sala 1986an li Swêdê bi hevkariya Belediyeya Stockholmê û Projeya Kurdî, kovara Çarçira dest bi weşanê kiriye û di vê kovarê de bi sernavê Rojnamegeriya Kurdî Malmîsanij û Mehmûd Lewendî nivîsek lê kirine û di vê nivîsê de orîjînala nivîsa Sûret-î Nutuk latînîze kirine û weşandine.
Niha dixwazim bêyî serrastkirin û midaxaleyê em berê xwe bidin Sûret-î Nutukê çimkî ji bo têgihîştina tevger, propaganda û polîtîkayên Cemiyeta Îtihad û Terakiyê têra xwe nivîseke zengîn û dewlemend e:
Gelî Kurmanca, Gelî Bira!
Îro hûn zanin çi roj e, îro roja efû ya padîşah e. Îro îdrak…(kelîmeyek nehatiye xwendin) Roja ewha nehatiye dîtin; qedrê vê rojê bizanin. Li wê (?) lazim e hûn bizanin çira hebs bûne, ji we ra bidim fehm kirin.
Belê, axatî bê xwarin nabe; xwarin jî bê tirsandin û bê kuştin nabe. Meşrûtiyet axatî betal kir, begîtî hilanî. Ji vir pê ve mîr û kizîr yek in. Axatî tune, ‘eşîrtî tune, xêr xêr eşîrtî heye, feqet ne wek berê ye, niha her her millet ‘eşîrekî ne. Em jî ‘eşîra Osmanlî ne, êdî Millî, Silîvî, Zirikî, Pencinarî, Reşkotî tune, tenê Osmanlî heye. Em hemî Osmanlî birayê hev in, hevalê hev in, Dokşûrî, Hewêrkî tune; Xelîl Begî, Îsa Begî, Silêman Begî, Îsmaîl Begî tune; Çixsur, Şlbît (?) tune; tenê Osmanlî û Yûnan heye. ‘Eşîra me Osmanlî ye. ‘Eşîra dina Mosqof, Îngilîz, Frenk dostê me ne. Alman, Nemse (Awusturya), Îtalya neyarê wan e. ‘Eşîra me, milleta me berê qels bû, niha xurt e. Çira? Çunke, padîşahê me berê qels bû, niha xurt e. Çira? Çunke padîşahê me berê Ebdulhemîd bû. Ebdûlhemît bêbext bû. Xaîn bû, zalim bû. Îro padîşahê me Sultan Mehmed Reşat Xan e. Bi dîn e, bi îman e; bi bext e, bi wicdan e. Ji ‘edaletê hez dike, rastî ji rastî hez dike. Em ‘eşîrekî mezin in. Musulman, File heçî bi dil û can Osmanlî bin ji ‘eşîra me ne. Reîsê ‘eşîra me Padîşahê me ye, ji xeynê wî reîs, mîr, axa tune. Heçî axatî mezinayî dixwaze bira rastî bike, qencî bike. Min gotibû hinek ji bo axaler hatine girtin, belê werre ye. Çunke axa nêçîrvan û sekman e. Nêçîrvan û sekman bê tajî nabe. Hinek tajî axa ne. Bi emrê axa mêr kuştine, dizî kirine, talan birine, ketine hepsê. Hinek jî qurbanê axa ne. Ji bo ‘erdê xwe, ji bo malê xwe hatine girtin… (çend kelime nehatiye xwendin) Axa naxwazin ke kesek xwedî ‘erd û milk be, xwedî rez û pez be. Dibêjin erd û milk tev de ji axa re ye. Loma mal û dewlet hemî gihîştiye wan.
Gelî Pismama, Gelî Bira,
‘Erd ji bo rencberan e, pez û rez ji bo gundiyan e. Heçî mîr û axa ye bira malê feqîra vegerîne. Ji îro pê ve hemî rencberî bikin, cot bikin, ji hev bigerin. Buxz û ‘edawet mekin. Kar û ’emelê xwe bikin. Cot şuxlê pêxembera ye. Wek berê ji eskeriyê merevin. Eskerî ferz-î cîhad e. Kurmanc ji ‘eşîretî diçin şerr, dibêjin “mirin heye, veger tunne.” Ew ji bo şeytan e, lakin eskerî ji bo xwedê ye, ji bo hifz û namûsa dîn û millet û weten e. Ji îro pê ve herçi pirr mêr e pirr xurt e bi dilekî xweş bi keyf bi best (?) here qişleyê şerîf. Esker yan xazî yan şehîd e. Her du jî fezîletê mezin in. Li cem xwedê pir meqbûl in. Qişle wekî camî ye. Muharebe ne cîyê tirsê ye. Xwedê heye xem tunne ye. Vêrgû ne “derd û bela” ye. E’şar û qamçûr ne zulm û teda ye. Hemî zikata şer’î ye, hemî ji bo mesarîfa dewlet û millet e. Li her gundekî medrese mekteb lazim e. Mirovê zana xurt e, mirovê nezana qels e. Kesê xwenda ye, kesê zana ye xwe nake musteheqê hebs û zindana. Çiqas hebsî hene hemî cahil in, nezan in. Ji cahîlî bê emriya hukûmetê dikin. Kurmancî bê nivîsandin, xezetê kurdî bê teb kirin, bi zimanê kurmancî ‘ilm û me’rîfet bê elimandin. wê çaxê Kurmanc jî dewletî (dewlemend) dibin, xurt dibin, eqil digrin, dizanin ku millet çi ye weten çi ye, wî fehm ku ‘eşîr weten û millet e. Em Osmanlî tev de yek ‘eşîr in. Em hemî dostê hev in. Dijminê me Yûnan e. Girît perçekî ji wetenê me ye, wek perçekî ji canê me ye. Em hemî esker in. Kînga me bixwazin bi dil û can em bikêşin ser Yûnan.
Gelî Hevala, tev da guhdarî bikin:
Îro padîşah merhemet kir, hûn ‘efû kirin. Lakin hûn xafîl nebin. Ji bîr nekin ku ji îro pê ve ‘efû tune. Cezayê qetlê serî jêkirin e. Deha fîrarî nema ye. Hukûmet xurt bûye. Hukûmet hişyar bûye. Hukûmet adil bûye. Ji vê pê ve zulm li feqîra nabe.
Bira padîşahê me sax be. Bira milletê me daîm be. Bira hurriyeta me ebedî be. Bira meşrûtiyeta me bê zewal be. Bira Cemiyeta Ittihad û Tereqqî qeweta milletê me be, her zeman qaim be. Amin! [3]
Sûret-î Nutuk, polîtikayên Îtihad û Terakiyê yên derbarê kurdan de bi awayekî zelal dide der, dema mirov li van polîtikayan dinêre mirov dikare bi rehetî bêje ku polîtikayên Îtihad û Terakiyê piştî Komara Tirkiyê hatî avakirin bûne temel û bingeha polîtikayên li hember Kurdan. Meselen, Rapora Abdulhalik Renda (1925), Rapora Cemil Uybaydin (1925), Rapora Ibrahim Tali Ongoren (1926), Rapora Ismet Inonu (1935), Rapora Celal Bayar (1936) û her wekî din mirov dikare van raporan heta roja îroyîn dûvdirêj bike.
Dema Îtihad û Terakki hatî avakirin, kurd û neteweyên din ên di bin banê Împaratoriya Osmaniyan de dijiyan, ne xwedî fikra avakirina dewleteke netewî bûne, wî çaxî entelijansiya kurd ji bo rejîma despotî Ebdûlhemît hilweşînin di nav refên Cemiyeta Îtihad û Terakiyê de cih digirtin û zêde zêde nêzî hev bûbûn, piştî ku Îtihad û Terakiyê wekî hêdî hêdî meyla xwe daye ser Tirkperestiyê hinek Kurdan xwe ji Îtihad û Terakiyê dane alîyekê û hinek jî bi wan re mane û hey mane.
Kesên ji Îtihad û Terakiyê veqetiyayî bi navê “Cemiyeta Kurdistan Tealî” cemiyetek avakirine, ev cemiyet çiqasî ji bo avakirina fikr û hizra netewperweriya kurdan pêngaveke xurt be jî ji hêla siyasî ve serkeftî neajotiye.
Dema mirov bi çavekî xas li tarîxê û roja îroyîn dinêre, xuya ye “rihê îtihadê” binyada Komara Tirkiyê bi xwe ye. Komara Tirkiyê jî wek em dibînin, her di navbera Tirkperest û Osmanîperestan de, ango sekûler û mihefezkaran de diçe û tê, diçe û tê… Îtihad û Terakî tam ji vê çûnûhatinê welidîye û senteza tirk-îslamê ava kiriye.
Ji vê paşxaneya tarîxî em berê xwe bidin hilbijartina 2023yan, beriya hilbijartinên 2023yan kurdan dîsa dixwestin rejîmeke din a despot hilweşînin lewma di nav wê çûnûhatina tirk-îslam de ji ber sedemên cûrbicûr bûn terefgirê aliyek ji aliyên Îtihad û Terakiyê. Ev alî her çiqasî di hilbijartinê de talibê rayên kurdan bûn jî, li hemberî krîmînalîzekirina kurdan bi awayeke pasîf tevgeriya û netîce jî wekî çawa xuya dike, me kurdan têkçûneke din li têkçûnên Cemiyeta Kurdistan Tealîyê zêde kir.
Lewra belkî careke din û vê carê bi dengeke bilindtir em ji hev bipirsin;
Di tarîxê de geh ji ber nenasîna heqên me ên netewî geh ji ber cihêtiya îdealên me, berê me her ketiye rêyeke sêyem, lê gelo çi tê bi serê rêyên me yên sêyem?
Sed sal zêdetir e, Cemiyeta Kurdistan Tealîyê berê xwe daye rêyeke sêyem û di proseya hilbijartinan de car din me dikarî behsa rêyeke sêyem bikin, di nav van polîtikayên ku Îtihad û Terakî jê re bûne bingeh, em dikarin heta çend salên din behsa rêyeke sêyem bikin û li dor bicivin?
Avakarên Kurdistan Tealiyê ên di nav Îtihad û Terakiyê de çawa di nav kurdan de warek ji endamên Îtihad Terakiyê re ava kirin û di nav gelê kurd de ew normalîze kiribin, di hilbijartina bihorî de jî bermayiyên Îtihad Terakiyê di nav gel de normalîze bûn û heta mirov dikare bêje sempatiyek anormal jî li hemberî wan peyda bû û paşê ji xwe bûn îqtidar. Heta niha di proseyên krîtîk de çiqasî kurd terefgir bin jî hê jî heqên xwe yên bingehîn bi dest nexistine, bêyî bidestxistina heqên bingehîn heta kengê kurd dê bikaribin wek kurd bibin teref û aliyek?
Têbînî û Çavkanî:
[1] Sloganeke Cemiyeta Îtihad û Terakiyê û pirtûka Ilyas Karayî bi navê “İttihatçılar Ölür İttihatçılık Ölmez.”
[2] Xwedî imtiyaz: Mirkatibizade Şukru, Sernivîskar: A. Baki
[3] Di hejmara 12emî a Rojnameya Peymanê de, ev nivîs hem bi tirkî hem jî bi kurdî cih digre.
Kovara Çarçira, Hejmar: 2, Nîsan 1986, Proja Kurdî, Stockholm.
Naci Kutlay, İttihat Terakki ve Kürtler, Weşanxaneya Dipnot, 2010, Ankara.
Orhan Örs, İttihat ve Terakki Cemiyeti’nin Kürt Politikası, Teza Lisansa Bilind, Zanîngeha Dîcleyê, 2012.
Murat Issı, Diyarbakır’ın İlk Hususi Gazetesi Peymân, Teza Doktorayê, Zanîngeha Panteionê, 2012.
Bernamegeh Tirkî, Peymân Gazetesi.
Aljazeera Tirkî, Cuhmuriyet Tarihi Kürt Raporları, 2013.