Ji ber barana zêde û lehiyê 9 kes mirin

Li Amed, Êlih û Zongûldakê 9 kes ji ber barana zêde û lehiyê mirin.

arana zêde ya roja Şemî û Yekşemê li seranserê Tirkiyeyê bû, li Êlih û Amedê bû sedema mirina 8 kesan. 

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Kar û Barên Navxwe Alî Yerlîkayayî ya li Eregliyê 3 welatî ji ber lehiyê mirin. Her weha cenazeyê xebatkarekî keştiya ku noqî avê bûbû, hate dîtin. 

Êlih

Ji ber barana zêde, li Êlihê lehî rabû û jina bi navê Lalîhan Guner a 54 salî û sê zarokên xwe bi ber avê ketin. Piştî demekê cenazeyê Gunerê ya niştecîha Taxa Seyîdan e, hate dîtin. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, temenê zarokan di navbera 1 û 9an de ye.

Vê sibê xebatên lêgerîna 3 zarokan dest pê kiriye û di encamê de cenazeye 3 xwişk û birayan hatine dîtin. 

Baranê bandoreke zêde li gelek taxên Hurriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîdan kir û gelek mal di bin avê de man. 

Baranê bandoreke mezin li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê jî kir. Piştî barîna baranê, av kete nava nexweşxaneyê. 

Waliyî Êlihê Ekrem Canalpî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku 3 welatî birîndar in û ew birine nexweşxaneyê. 

Ji bo berdewamîya nûçeya li bianetê bitikîne.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir