Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Gulanê diyar kiriye

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Gulanê diyar kiriye
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Gulanê diyar kiriye
Botan Times
  • 30 Nisan 2023 10:06

Şanoya Bajêr a Amedê di Gulanê da dê bi 9 lîstikan derkevin pêşberî temaşevanan. 

Şanoya Bajêr ku bi lîstikên kurdî bala şanohêzan dikişîne dê di meha Gulanê da bi listîka “Wê Hesab Neyê Dayin” derîyê xwe ji temaşevanan ra vebike.

Di bernameya meha Gulanê da dê 6 lîstikên mevan û yek jî listikên zarokan bên pêşandan.

Bernameya meha Gulanê wiha ye:

Hefteya borî (24ê Nîsanê) bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li 21 parêzgehan operasyon hatin lidarxistin.

Di çarçoveya lêpirsînê da herî kêm 125 kes hatibûn binçavkirin.

Di wan kesan da lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê, Sena Ozbey, Yavuz Akkuzu, Sadettîn Înal, Ozcan Ateş, Elvan Koçer Yildirim û Şahperî Alphan Bayhan jî hebûn.

Lîstikvanên ku hatin binçavkirin piştî du rojan îfadeyên wan hatin girtin û hatin berdan.

Girtina şanogerên Kurd di rayê giştî da bûbû sedema nerazîbûnan.