Şivan Perwer derdikeve turneya cîhanê

Şivan Perwer derdikeve turneya cîhanê
Şivan Perwer derdikeve turneya cîhanê
Botan Times

Hunermend Şivan perwer cara ewil e derdikeve turneyeka cîhanê.

Agahîyên turneyê li ser hesaba wî ya Xê hatine parvekirin ku ew dê dest bi turneyeka cîhanê bike.

Cara ewil Perwer dê 23yê Berfanbarê, li bajarê Duisburgê yê Almanyayê konserta xwe bide.

Paşî, bi dorê dê li Fransa, Holanda, Brîtanya, Swîsre, Japonya, Swêd, Herêma Kurdistanê û Îsraîlê konsertan bide.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer, 50emîn salvegera xwe ya di muzîk û hunera Kurdî de pîroz dike. Bi vê wesîleyê ew derdikeve turneya cîhanê.