Lawje dê li Stenbolê konserekê bide

Lawje dê li Stenbolê konserekê bide
Lawje dê li Stenbolê konserekê bide
Botan Times
  • 9 Haziran 2023 07:43

Nûnera muzîka Kurdî ya kevneşopî LaWjeyê dê li Stenbolê konserekê bide.

Solistê Lawjeyê Ali Tekbaşî ji bo konserê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye.

Em dîwana LaWjeyê li Stenbolê dîsa ava dikin.Em ê êvara 7ê Tîrmehê li Şîşliyê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş bin. Bi xêr û xweşî bihên.

Konser dê 7ê Tirmehê li Navenda Çanda ya Cemîl Çandaşê di seat 20.30an da destpê bike.

LaWjeyê di 2003an da li Colemêrgê dest bi xebatên berhevkirinê kir, ji denbêjan û çîrokbêjan stran û kilamên folklorîk berhev û tomar kirin, ew stranên berhevkirî bi şîroveya xwe ji nû ve strandin û ji bo guhdaran pêşkêş kirin.

Koma LaWje ya ku zêdetir muzîka Colemêrgê ji xwe re wekî bingeh qebûl dike ji bajarên derdorê yên wekî herêma Botanê (Şirnex û Cizîr) jî stran û kilaman şîrove dikin. Ji demên qedîm û berê pê ve stranên bi forma kilam, payîzok, heyranok, şeşbendî û narînk yên herêma Colemêrgê û Botanê bi muzîkala xwe ji nû ve sitrandine, herwiha form û miqamên van stranan parastine. LaWje behra muzîka Colemêrgê û Botanê pêşkêşî guhdaran dike. 

Ligel van formên her du herêman LaWje stranên qedîm û yên kûlt jî bi muzîkal û şîroveyê xwe ji nû ve distrîne.