‘Îsraîl divê piştgirîya serxwebûna Kurdên Sûrîyeyê bike’ – The Jerusalem Post

02/01/2025
SS, BT ji DWyê

Nivîskarekî Kurd gotiye ku ewlehîya Îsraîlê di piştgirîya serxwebûna Kurdan de ye, ne di peymanên bi Tirkîyeyê re yên li ser Sûrîyeyê ne. Mem Husedîn li ser vê yekê gotarek li The Jerusalem Postê nivîsîye.

Nîqaşa li ser sîyaseta Îsraîlê

Di 22yê Kanûna pêşiyê ya 2024ê de Atar Poratî di The Jerusalem Postê de gotarek nivîsandibû û tê de pêşnîyar kiribû ku divê Îsraîl li Sûrîyeyê bi Tirkîyeyê re li hev bike. Li gorî vê pêşnîyarê, divê Îsraîl û Tirkîye li ser herêmên bandor-ker li hev bikin û Îsraîl xwe ji piştgirîya Kurdan dûr bixe.

Serpêhatîya nivîskarî

Mem Husedîn ê ku niho li Vancouverê dijî, li bajarê Îskenderûnê hatiye dinyayê. Îskenderûn bajarekî Kurdistanê ye ku di sedsala 17em de gelê wê yê Kurd ji alîyê Osmanîyan ve hatine sirgûnkirin û şandine Ermenistana niho. Husedîn niho serokê Konfederasyona Kurdistanî ya Kanadayê ye û bernameya “Rojeva Kurdistan” û “Nation on the Rise” pêşkêş dike.

‘Hevpeymana bi Tirkîyeyê re xeter e’

Li gorî Husedînî, pêşnîyara Poratî xeter e. Nivîskar dibêje ku dîplomata Tirkîyeyê bi xayîntîyê û guherandina hevalbendîyan tê naskirin. Husedînî dîyar kiriye ku Tirkîye di bin rêveberîya Erdogan de sîyaseteka Osmanî dimeşîne û dixwaze bibe hêza sereke ya Sunîyan li herêmê.

‘Kurd û Cihû xwedî dîrokeka hevpar in’

Husedînî di gotara xwe de bala xwendevanan kişandiye ser dîroka hevpar a Kurd û Cihûyan. Li gorî nivîskarî, di dema kevin de ne Farsên îroyîn lê Medî anku pêşîyên Kurdan alîkarîya Cihûyên Babîlê kirine. Herwiha dema Perestgeha Duyem hatiye êrîşkirin, Kurdên Adîabenê piştgirîya Cihûyan kirine.

‘Otonomîya me di bin gef û gura de ye’

Nivîskar dîyar kiriye ku herçiqas Kurd li Iraqê xwedî otonomîyê bin jî, ev destkeftî di bin gefa Tirkîye û Îranê de ye. Husedînî gotiye ku heke Kurd piştgirîya Amerîka an Îsraîlê wernegirin, dibe ku ev destkeftî ji dest biçe.

Nexşeya nû ya herêmê

Husedînî dibêje ku ewlehîya Îsraîlê di nexşeyeka nû ya Rojhilata Navîn de ye ku bi damezrandina dewleta Îsraîlê dest pê kiriye. Li gorî wî, metirsîya herî mezin li ser Îsraîlê ne ji Şîîyan e ku li herêmê kêmîne ne, lê ji Sunîyan e ku Tirkîye dixwaze rêberîya wan bike.

‘Tirkîye dixwaze herêmê dagir bike’

Nivîskar hişyarî daye ku heke Tirkîye kontrola Kurdên Iraq û Sûrîyeyê û Şamê bigire destê xwe, ew ê li wê derê nesekine. Li gorî wî, rejîma Erdogan ne wek rejîma Kemalîst e û sîyaseteka dagirker dimeşîne.

‘Têkiliya bi Kurd re ne qûmar e’

Husedînî di dawîya gotarê de gotiye ku Kurd ji bo Îsraîlê ne qûmarek e û divê Îsraîl vê yekê fêm bike. Wî dîyar kiriye ku piştî 2500 salan nexşeya herêmê careka dî tê guhertin û di vê rewşê de hevkarîya Kurd û Îsraîlê ji bo herdu gelan jî girîng e.

Çavkanî:

  • The Jerusalem Post
  • Botan Times

Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Erdheja Tîbetê: 95 kes mirine – Xinhua, The Guardian

Di erdheja ku îro sibehê li bajarê pîroz ê Şîgatseyê qewimî de

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Jetên Îsraîlê derdora Şamê dihingîvin – Reuters

Li gorî çavkanîyên leşkerî yên Îsraîlê, artêşa vî welatî di van çend