Em li ser êrîşa New Orleansê çi dizanin? – The New York Times

02/01/2025

Di êrîşeka terorî de, li New Orleansa Amerîkayê herî kêm 15 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne. Êrîşkar di şeva serê salê de bi kamyonetekê êrîşî xelkê kiriye û paşê di pevçûneka çekdarî de hatiye kuştin.

Êrîş çawa pêk hatiye?

Li gorî Serwezîra Polîsê New Orleansê Anne Kirkpatrickê, êrîşkar di saet 3:15ê sibehê de bi kamyoneta xwe li kolaneka French Quarterê bi leza zêde ajotiye û berê xwe daye nava xwelkê. Piştî qezayê di navbera êrîşkar û sê polîsan de pevçûneka çekdarî derketiye. Du polîs di pevçûnê de birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.

Êrîşkar kî ye?

Shamsud-Din Bahar Jabbar yê 42 salî berê endamê artêşa Amerîkayê bûye û heşt salan di artêşê de xizmet kiriye. Wî di sala 2007ê de dest bi karê leşkerîyê kiriye û heta 2015ê di artêşê de maye. Di navbera 2015 û 2020ê de jî di hêzên rezervê yên artêşê de xebitiye. Jabbar di Efxanistanê de jî wezîfe girtiye û wek pispor di beşa teknolojîya agahîyê de kar kiriye.

Têkilîya bi DAIŞê re

Serokê Amerîkayê Bidenî ragihandiye ku ev êrîş ji alîyê rêxistina terorî ya DAIŞê ve hatiye plankirin û handan/teşwîqkirin. Li gorî rayedarên ewlehîyê, Jabbar di vîdeoyên medyaya civakî de sonda dilsozîyê ji DAIŞê re xwariye. Di nav kamyoneta wî de alaya DAIŞê, çek û amûrên teqemenîyê hatine dîtin.

Qurbanîyên êrîşê kî ne?

Di nav kesên ku di êrîşê de mirine de:

  • Ni’Kyra Cheyenne Dedeaux a 18 salî ku dê di vê mehê de dê dest bi perwerdeyê bikira
  • Tiger Bech ê 27 salî ku berê li Zanîngeha Princetonê lîstikvanê futbolê bû
  • Kareem Badawi yê xwendekarê Zanîngeha Alabamayê
  • Reggie Hunter ê 37 salî yê ku bavê du zarokan bû

Rewşa ewlehîyê niho çawa ye?

FBIyê dest bi lêkolînên berfireh kiriye û li New Orleansê û eyaletên dî gelek cih hatine lêgerîn. Rayedaran dîyar kiriye ku ew li ser îhtîmala ku êrîşkar bi tenê tevnegerîyabe disekinin. Piştî êrîşê li French Quarter û derdorê gelek amûrên teqemenîyê hatine dîtin.

Bandora li ser bajêr

Lîstika Sugar Bowl a futbolê ya ku dê roja çarşemê bihata lîstin, hatiye paşxistin û dê roja pêncşemê bê lîstin. Herwiha, beşek ji kolana Bourbon Street ku di bin lêgerînê de ye, hatiye girtin û xelk nikarin derbasî wê derê bibin.

Çavkanî:

  • The New York Times
  • Botan Times

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Xwîn, tif, mîz, pîsî, rondik, avik…

Weşana paşê

‘Îsraîl divê piştgirîya serxwebûna Kurdên Sûrîyeyê bike’ – The Jerusalem Post