Hejmara 21em ya Nûbihar Akademîyê derket

Bi Ingilîzî bixwîne

Hejmara 21em ya Nûbihar Akademîyê derket.

Dosyaya vê hejmarê bi temaya “Edebîyata Soranî di Sedsala XXem da” ji alîyê Dr. Hemin Omar Ahmedî ve hatîye amadekirin.

Di vê hejmarê da bi giştî heft gotar cih digirin ku du heb ji wan di babeta dosyayê da û pênc heb jî di babetên giştî da ne.

Ji alîyê qadan ve sê gotar bi edebîyatê, her çarên mayî jî bi ziman, dîrok, antropolojî û sosyolojîyê va pêwendîdar in.

Ji alîyê ziman ve jî çar gotar bi kurdîya kurmancî, yên mayî jî bi kurdîya soranî, îngilîzî û farsî ne.

Ev 11 sal in Nûbihar Akademî weşana xwe didomîne. Di qada niwanesazîyê da (îndeksing) gaveke girîng avêtîye û ji alîyê du sazîyên niwanesazîyê yên bawerpêkirî ve qebûl wergirtîye (MLA û EBSCO).

Herwiha Nûbihar Akademîyê naveroka hejmara bê jî dîyar kirine û edîtorên xwe hilbijartine. Dosyeya bê dê li ser “Medreseyên Kurdan” be û edîtorîya dosyayê dê ji alîyê Abdurrahman Adak û Şehmus Kurtî ve bê kirin. Nûbihar Akademî berhêvî ye ku di vê hejmarê da bi naverokeke dewlemend û babetên girîng li pêşberî vekoler û akademîsyenan be.

Lîsteya gotarên ku di hejmara bîst û yekem da cih digirin bi vî rengî ye:

• Şükran Coşkun, Plansaziya Zimên di Xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de
• Numan Yurt, Elîfname di Edebiyata Kurdî (Kurmancî) ya Klasîk de
• Hanifi Taşkın, Mîrektiya Kêsanê
• Serdar Şengül, Literary Education and Wisdom Literature in Madrasa Cirriculum
• Ömer Fırat Bavli, Qehwexane û Rewşenbîr: Tesîra Qehwexaneyên Kurdan ên Stenbolê li ser Geşedana Neteweperwerîya Kurdî

DOSYA:
Edebîyata Soranî di Sedsala XXem da
Edîtor: Doç. Dr. Hemin Omar Ahmad
• Pakhshan Sabir Hamad: لەنێو ڕەهەندی ڕۆشنبیریدا (1881-1952) زمان و ئەزموونی موفتی پێنجوێنی
• Jihad Shukri Rasheed: انعکاس مضامین قلندری در اشعار صافی هیرانی

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir