Ferzan Şêr li Botan Timesê ye!

Lêkoler û şair Ferzan Şêr li Botan Timesê ye.

Lêkoler Şêr dê ji bo xwînerên Botan Timesê binivîse.

Yekem nivîsa Ferzan Şêrî dê di demeka nêzîk da bo xwînerên Botan Timesê bê weşandin.

Ferzan Şêr kî ye?

Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan di sala 1986an de ji dayik bû. Ji gundê Barincê ya bi ser Bişêriyê ve ye. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê, dibistana navîn û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendine. Di sala 2010an Zanîngeha Hacettepeyê beşa Fîzyoterapî û Rehabilîtasyonê qedandiye. Li Zaningeha Istanbul Bilgiyê di beşa Wêjeya Berawirdî (Comparative Literature) de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar” (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî) kuta kir. Li  Zankoya Mimar Sinan Guzel Sanatlarê di beşa Sosyolojiyê de teza doktorayê (PhD) li ser biwara romanûsîya kurdî, bi navê Kürtçenin Kurmancî Lehçesinde Roman Yazımının Özerk Bir Alan Olarak Oluşumu (Di Kurmancî de Avabûna Romannivîsînê Weke Biwareke Xweser) sala 2023an parast. Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Sala 2008an çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên Tîroj û Evrensel Kültürê ve hatibû lidarxistin xelata yekemîniyê wergirt. Sala 2009an berhema wî ya ewil dîwana Otopsiya Berbejnekê çap bû. Wergerên wî 2015an Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn, 2018an Ji Tirkiyê Çîrokên HIVê, sala 2021an LGBTÎ+ên Penaber 2 hatin çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexneyê de weşiyan.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir