Demîrtaş: Hikûmet çi hîleyan bike bila bike..

03/01/2023

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser hilbijartinên 2023an li T24ê gotarek nivîsî .

Gotara Demîrtaş bi sernava “Guherîna mezin ya sersalê” hate weşandin.

Demîrtaş di nivîsê de dibêje “Hikûmet çi hîleyan bike bila bike, gel biryara xwe daye.”

Ew dîyar dike ku dê di sala 2023yan de ji bo Tirkiyê guherîna herî mezin pêk bê.

Li gor Demîrtaş yan wê komara Tirkiyê bi demokrasiyê bilind bibe, yan jî wê rejîma yekzilamî wekî ya padîşahan dewam bike.

Demîrtaş ji sala 2016an vir ve di girtîgeha Edîrneyê de girtîye.  

Foto: Wikipedia


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

AKP: Emê dîroka hilbijartinê biguherînin

Weşana paşê

HDP bo Ocalan 9 roj in li pêş Wezareta Dadê ye

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa

Bajar û Bîranîn

Bîranîn, wek şopên jiyanê, di avakirina

Aram Dildar dê li Wanê Stand-Upa xwe bike

Derhêner, senarîst û lîstikvan Aram Dildar