Reem Abaliya kurd di hikûmeta nû ya Elmanyayê de bû wezîr

09/12/2021

Di hikûmeta nû ya Elmanyayê de keçeka kurd bûye wezîr. Li Elmanyaya nû ya Federal ji bo Wezareta Karûbarên Koçberî û Entegrasyonê Reem Abali hate hilbijartin.

Abali wek keçeka malbateke Keldanî ya ku penaberî Rûsyayê bûne û di sala 1996an de bi malbata xwe re çûye Elmanyayê. Abali li Moskovayê ji dayik bûye.

Abaliya ku li eyaleta Mecklenburg-Vorpommern berpirsa entegrasyonê bû, di hilbijartinên 26ê Îlonê de ji SPDyê ji bo Bundestagê weka parlamenter hatibû hilbijartin.

Abaliyê li Zanîngeha Azad a Berlînê beşa zanistên siyasî xwendiye.

Herweha Abaliyê bi kariyera xwe ya bilez jî bal kişandiye û di mehên ewil ên sala 2021an de bûbû endama SPDyê.

Bavê Reemê di nava pêşmergeyên ku li dijî rejîma Baas a bi pêşengiya Seddam Husên şer kirin de bûye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Walîtîyê destûr da lîstika tirkî lê lîstika kurdî qedexe kir

Weşana paşê

Biryara doza RedHackê taloqî 31ê Kanûna Pêşîn bû