Ez û medyaya civakî

Di serî de bibêjim ku mebesta min a ji vê nivîsê, ne nirxandina medyaya civakî ye. Jixwe pisporên vê qadê kar û lêkolînên xwe dikin û ramanên xwe diyar dikin. Bi tenê vê bibêjim, bi ya min a giring û diyarker, niyeta bikaranîna vê qadê ye. Çawan îlac ku îlac e mirov ji bo pakbûna ji nexweşînê bi kar tîne, di gel aliyên wê yên erênî tesîra wê ya rexkî jî heye, medyaya civakî jî tiştekî wisan e. Bikêrbûn an jî bikêrnebûna wê, eleqedarî armanca mirov bi xwe ye.

Îcar ez bêm ser xwe û mijarê. Min bi salan di ber xwe da ku ez xwe ji vê mecrayê bi dûr bidim. Ji sedemên min yek jê jî ew bû ku ez wexta xwe di vê platformê de zêha nekim û giraniya xwe bidim ser kar, xebat û lêkolînên xwe. Ji lew re min didît ku kesên di vê qadê de xwedî hesab bûn û wan ev qad bi kar dianî, carinan pir tengezar û bêzar dibûn. Hêrs dibûn, nizanim digotin wî çi gotiye, yê din çi bersiv dayê û şirove li aliyekî, îcar behsa heqaret û lînçkirinê jî dikirin.

Tevî vê yekê, ji ferdên malbatê bigire heta hevalên li derdora min, ji min dipirsîn bê çima ez jî ji xwe re di medyaya civakî de hesaban venakim û ji bo xebat û warê xwe, jê sûd wernagirim. Dê bê bîra hin kesan ku demekê, gava înternetê berbelav dibû û furyaya bikaranîna odeyên sihbetê û chatê zêde dibû, ez bi xwe jî ketim ber wî bayî. Vê pir wext ji me dixwar, ji ber bersiva pirsan û tiştên din, ez ji karê xwe yê eslî dimam. Loma min nedixwast ev yek careke din bê serê min.

Te dît dibêjin “mirov ji çi bireve ew di mirov digere.” Ê min jî wisan bû ku min hew karî jê birevim û li dawiyê tê geriyam. Lê ev ji ber pêwîstiyê bû. Min li îlona 2022’yan di vê qadê de ji xwe re hesab vekirin. Yanî, ji ber daxwaza ji min a beşdariya li jûrên sihbetê, ji neçarî min jî gav avêt vê cîhana girîmanekî/ferezî (virtual world/cyber). Tevî ku hinan ji vê yekê re kêfa xwe anî, yên ez hişyar kirim jî ne kêm bûn. A rast serê min seqirî bû û nediêşiya, lê bi vê biryarê min dê benik li serê xwe yê neêşiyayî girê bida. Her çi qas min digot xwe “gur oxir tu nebînî çêtir e” jî, lê em hatin ketin rewşa “tu li mezelan razêyî tu dê xewnan jî bibînî.”

Bi rastî jî bendewariya min a ji medyaya civakî ew e ku ez ji bo warê xwe jê feyde bibînim û pê re jî heta ji min bê bi kêrî kesên eleqedarî warê xwe bêm. Di gel ku çend kesan cihê beredayî di vê qadê belaya xwe di min dan jî, ez ji xeta xwe û ji mebesta xwe naxwazim bi qasî serê derziyê averê bibim. Derdê min, xema min û xemxwariya min a sereke ziman e. Loma qet nakevim nav mijarên siyasî û îdeolojîk.

Heta niha kesên ku di heqê zimên û berginda peyvên kurdî de pirs ji min kirine, min ew bêbersiv nehiştine. Ez dizanim ku ferhengên min li ber destê her kesî nîn in, lê ez jî nikarim bigihîjim her kesî û bi pirsên wan re bigihîjim. Ez roj bîst û çar saet ne li ber kompîterê me û ne jî kesekî erkdarkiriyê vê qada zimên im. Her wiha di vê qadê de mamostatiya kurmancî jî nakim. Derdê min ew e ku ji vê platformê nêçîra gencîneya zimanê xwe bikim, kîsikê xwe tijî bikim, lê bala xwe didimê yê dixesire û kîsîkê wî vala dibe ez im. Ha bêyî ji bîr bikim, ez vê jî bibêjim ku wekî dinyaynedîtiyan ez her peyv an jî biwêja dibînim hişk pê nagirim. Pêbawerî, ewlebarî û nişmîtî ji bo min tiştên diyarker in. Heta ez wan rast nedêrînim ango teyîd nekim, ez wan di ferhengên xwe de bi cih nakim.

Ew fikareyên bi min re çêdibûn, mixabin rast derdikevin. Kesên ku ji te pirsan dikin, an jî şiroveyan li binê parevekirina te dikin tu nas nakî, nizanî ew kî ne, pisporiya wan çi ye, tu bi jî û temenê wan jî nizanî. Tew bi ser de şîretan li te dikin, heta xwe ne qayil dikin. Wekî tu hevalên wan î zarokatiyê bî reftarê di gel te dikin. Berpirsiyeke te heye, ji bo tu bersiveke rast bidî yên ji te pirsa tiştan dikin, gelek dem li te diçe, ji karê xwe dimînî. Bi ser de jî hin jê razî nabin. Ez dizanim ku ne mimkin e mirov bişê dilê her kesî xweş bikî, lê divê qet nebe rêzdarî ji kedê re hebe. Ji ber vê yekê ez gelek caran tenê dibêjim “pêzanîna min” an jî “fikira min ev e” û tiştekî qethî nabêjim.

Bi kin û kurtasî bibêjim ku divê mirov vê platformê, bi hendaze bi kar bîne û ji tehmê dernexe. Her pirsa tê hişê mirov, tew nav jî etîket neke, nepirse, rewşa mirovan jî bide pêş çavên xwe û nebe sedema xwarina wexta wan. Ji lew re carinan ji bo bersiva pirsekê dibe ku bi saetan mirov bikeve dû peydakirina bersiva pirsekê.

Fikare û endîşeyên ku min ji vê platform dikirin, tên serê min. Lê xem nake, bi şertê mirov zorê nede hev û ji tehmê dernexe, bila tesîrên rexkî yên neyînî yên vî warî hebin. Eger feyde ji ziyanê zêdetir be, tehliya wê ji şîraniya wê kêmtir be, kêfa wê ji tehlbûnê pirtir be, xweş e û min bi temamî qebûl e. Lê wekî min di twitterê de jî pareve kiribû, gava miemeleya ferhengê bi min dikin, ez aciz dibim. Ji ber ku ez jî yek ji bikarhênerê ferhengên xwe û ferhengên din im.