Di edebiyata tirkî de gava mijar, di serî de kurd, neteweyên din be, ne tenê metnên edebî, herwiha teorî û rexneya edebiyatê jî roleke îdeolojîk digêre û statûya heqîqetê pêşkêşî wan metnan dike. Bi qewlê Pierre Bourdieu ew zimanê hukumferma (authorized language), piranî pala xwe dide akademiyên fermî, di dersan de dikeve mufredatê, bi qewl û qelemên rexnegiran di nav derdorên xwenda de belav dibe û bi vî awayî heqîqetekê ava dike.
Metin, rexne û teoriyên edebiyatê yên li Tirkiyeyê yên derbarê kurdan de li ser çend klîşeyan ava dibin: tenêtî, dûrbûn, paşdeman û neguherîn. Ev çend têgeh di xwe de peyamekê dihewînin ku di temsîlkirina kurdan û meşrûkirina polîtîkayên li ser wan roleke mezin digêrin. Ev têgeh, wekî fantazî ji heqîqetê bêhtir arezûya deshilatdaran temsîl dikin.
Kitêba Taner Timur a Osmanlı-Türk Romanında Tarih, Toplum Kimlik (Di Romanên Osmanî-Tirk de Dîrok, Civak û Nasname) yek ji wan berheman e ku li ser navê analîzeke marksîst û materyalîst derbarê romanên li ser kurdan ev têgehên fantastîk bi kar aniye [1].
Taner Timur profesorek e û gelek berhemên wî li ser dîroka Osmaniyan û Tirkiyeyê hene. Timur, xwe wekî akademîsyenekî marksîst pênase dike. Di kitêba xwe ya bi navê Türk Devrimi ve Sonrası (Şoreşa Tirkî û Piştê wê), ku bi salan li zanîngehan wekî kitêba dersê dida xwendin, avakirina komara Tirkiyeyê wekî ‘şoreşa tirkî’ pênase dike û bêyî ku behsa polîtîkayên asîmîlasyonîst û bidestxistina mal û milkên xeyrî-musliman bike, analîzeke marksîst bi kar tîne ku li ser bûrjûwazî û gundiyên tirk ava bûye. [2]
Timur, bi vî awayî zan dike ku modela şoreşa Fransî û avakirina dewleta Fransayê ji bo avakirina Tirkiyeyê tetbîq kiriye. Helbet, di analîza her du şoreşan de rola kolonyalîzmê li derveyî analîzên xwe dihêle.
Berhema Osmanlı-Türk Romanında Tarih, Toplum Kimlikê ku cara ewil di sala 1991an de hatibû çapkirin, di sala 2019an da bi heman awayî çapa duyemîn kir. Dem diherî û dewran guherî, lê naveroka berhemê neguherî. Di kitêbê de beşek bi navê “Cemo ve Memo: Doğu Anadolu’nun Değişmeyen Düzenî” (Cemo û Memo: Sazûmana Naguher a Rojhilatê Anatolyayê) heye. Em ji vê sernavê fêhm dikin ka çima naveroka kitêbê neguheriye, çunkî civaka ku analîz dike qet naguhere.
Cemo û Memo du romanên Kemal Bilbaşar in ku ya yekem, Cemo di sala 1966an da, ya duyem, Memo jî di sala 1968an de nivîsiye. Cemo di sala 1967an de xelata Türk Dil Kurumu Roman Ödülü’ (Xelata Romanê ya Saziya Zimanê Tirkî) jî wergirtiye. Ew her du roman, behsa serhildanên Şêx Se’îd û Dêrsimê dike.
Di romanan de sedemên her du serhildanan wisa tên pênasekirin: Şêxên feodal û paşverû zilmê li xelkê dikin û keda wan dixwin. Dewlet dixwaze wan hêzên feodal serkut bike û hem otorîteya dewletê ava bike hem jî wê xelkê reben ji nav lepên wan sûretên reş rizgar bike. [3] Lê mixabin ew hêzên paşverû pir bi quwet in, ji ber ku hem bi sedan sal in li wir kokên xwe kûr berdane hem jî li pişta wan hêzên ewropayê hene.
Di romanan de temsîla dewletê jî watedar e. Dewlet bi destê serbazên şoreşger alîkariya gel dike û rêya felatê nîşanî wan dide. Helbet, hin cendermeyên nezan û niyetxirab hene ku zilm li xelkê kirine û hevkarî bi wan hêzên feodal kirine. Lê gava dewlet otorîteya xwe bi tekmîl ava bike, êdî ew jî nemîne. Di wan romanan de temsîlkarê dewletê ne mamoste ne, lê serbazên modern in.
Di her du romanan de hebûna dewletê ji bo tesîsa civaka modern wekî zarûriyetekê tên pênasekirin. Ew sazûmana feodal, ew hêzên tarî, ew tenêtî, dûrbûn û şerpezetî gişt bi tunebûn yan jî derenghatina dewletê re têkildar e. Bi qewlê Hegel, ku ji bo gelên ‘parzemînên tarî’ gotibû, heta ku xwe nespêrin bin per û baskên dewletê ‘ew gelê tikûtenê û naguher’ nikarin bibin xwediyên dîrokê. Taner Timur jî di dawiya analîza xwe ya her du romanan de şiroveyeke bi vî rengî dike: Cemo û Memo…çend sed saliya tenêtiyê ya ‘mirovên doğu’yê ronî dike. [4]
Taner Timur îlhama vê pênasekirinê ji romana Garcia Marquez Cien Años de Soledad (Tenêtiya Sedsalî) girtiye. Lê xwezî gava ji bo dizîya îlhamê çûyî ber deriyê xelkê piçek guh bidaya peywend û dîrokê ku Marquez vê têgehê bi kar tîne. Ger profesor Timur roman bixwenda, eger îroniya di peyva tênetiyê de fêhm bikira û sehneya qetilkirina karkerên mûzan û avêtina wan li behrê di bîra wî de bimaya, vêga dê şerm û fedî bikira ku cografyayekê ji saziyên sîvîl û leşkerên dewletê tijî wekî ‘tenê’ bi nav bikira. Belkî Geliyê Zîlan û Newala Qeseba hatiba bîra wî.
Lê helbet gava mesele tê ser kurdan ewqas hessasiyet û helwesta zanistî ne hewce ye. Jixwe temsîlên kolonyal ne li ser zanistê, lê li ser fantazîyan ava dibin. Tenêtiya ‘mirovên Doğu’yê jî yek ji wan fantaziyên kolonyal e ku analîzên profesorekî marksîst ê tirk jî dixemilîne.
Gelo, rast e her wekî ku profesor Timur îdia dike ‘Doğu Anadolu’ qet neguheriye? Wekî Kemal Bilbaşar di her du romanên navborî de gotiye tiştên ku li ‘Doğu’yê diqewimin encamên ‘toreyên hezar salan’ in? Gelo rast e ew gel û cografya ew çend sed sal in ku li çol û çiyayan û li çeperên dîroka dinyayê hatine jibîrkirin?
Bi min, bersiva wan pirsan di destpêka qonaxa modernîzmê ya împeratoriya Osmaniyan de veşartiye ku ew qonax di heman demê de destpêka avakirina îmajên kolonyal temsîl dike. Di destpêka sedsala 19emîn de rêvebirên Osmaniyan xwestin ku li ser modela dewletên ewropayê dewleteke navendî ava bikin. Li gor profesor Timur û akademîsyenên wekî wî, modeleke berbiçav Fransa bû û li Fransayê li ser rêça avakirina dewleta modern şerê sereke di navbera hêzên feodal û bûrjûwaziye de bû.
Ji ber vê yekê rêvebirên Osmanî jî diviyabû hêzên feodal û arîstokrat ji holê rakin û li şûna wan saziyên dewletê ava bikin, bendeyên feodalan jî bikin hemwelatiyên dewleta modern ku ew ava dikin. Gava ku modernîzm bi vî rengî tê pênasekirin polîtîkayên dewletê wekî pêşverû û modern; yên ku li hemberî wan derdikevin jî wekî paşverû û feodal hat binavkirin. Lê belê, ew modela sosyolojîk ku avakirina dewletên navendî esas digirt, avakirina çanda neteweyî û di wê warî de asîmîlekirina neteweyên din û helbet avakirina netewedewletan de rola kolonyalîzmê li derveyî analîzên zanistî dihişt.
Gava ku profesor Timur di destpêka analîza Cemo û Memo de ‘eşîretên Doğu Anadolu’yê wek bermayîyên dewra Osmaniyan pênase dikir, dîroka avakirina desthilatdariya Osmaniyan li ser cografyaya kurdan tehrîf dikir. Ji ber ku tu caran negot kurd û wekî neteweyekê hebûna kurdan qebûl nekir. Kurdan wekî komeke sosyo-ekonomîk pênase dike ku hêj di serdema feodalîzm de dijîn û negihiştinê asta bajarvanî û şaristaniyê.
Li gor vê temsîlê, pêşî serokeşîrên kurdan, piştre jî şêxên paşverû, di serî de Tanzîmatê li hemberî polîtîkayên modernîzmê serî hildabûn. Di sedsala 19emîn de ji ber seferên leşkerî rûxandina mîrektiyên kurdan wekî li hemberî dewleta modern têkçûna serokeşîrên feodal hat pênasekirin. Hissiyata millî û neteweperwer di wan de tûnebû. Dewlet jî ne bi armancên kolonyalist, lê bi armancên modernîst mudexele li wan diyarên dûr kirine ku gelên wan rizgar bikin û medenîyetê bibin wan war û diyaran. Gilî û gazinên Taner Timur jî temamnebûna wê projeyê û nebûna dewletê ye. Çawa ku helbestvanê îngilîz Rudyard Kipling di sedsala 19emîn de wezîfeya avakirina şaristaniyê wekî ‘barê mirovên spî’ pênase dikir, Osmaniyan jî, ‘mirovên spî yên kumsor’ [5] bi heman awayê xwestin wê barê hildin ser milên xwe da ku wan bedewî û wehşiyên ‘Doğu’yê medenî bikin [6].
Lê belê, digel wê dîskûra dîrokê, belgeyên fermî çîrokeke din dibêjin. Di sala 1847an de rûxandina mîrektiyan û avakirina Eyaleta Kurdistanê di belgeyan de wekî ‘fetîh’ tên pênasekirin. Sultan Abdülmecid unvana ‘Fatihê Sanî’ (Fatîhê Duyemîn) digire û li ser şerefa fethê pereyan çap dike. Tê wê wateyê ku fetihkirina Kurdistanê bi qasî fetihkirina Stenbolê giring û sembolîk e.
Piştî sala 1867an, êdî navê Kurdistanê jî di belgeyên fermî de wekî eyaletekê derbas nabe. Wekî eyaleta Diyarbekirê, navê bajaran derbas dibe. Li ser bajaran wekî mekteb, mizgeft, wezaret, qişle, garnîzon gelek saziyên modern hatine avakirin. Helbet ne li ser valahiyekê. Ji bo avakirina van ‘saziyên şaristaniyê’, di serî de medrese, kitêbxane, mizgeft, qesr û qonax ku bi destê kurdan hatibûn çêkirin, gelek avahî jî hatine wêrankirin [7]. Di serî de kurdî, zimanên din hatine qedexekirin, navê gund û bajaran, çem û rûbaran hatine guhertin. Modernbûn û tirkbûn bi pevre zeliqandin.
Bi ser de, hatina rêveberiya dewletê li Kurdistanê, têkiliyên hilberînê û konfigûrasyona hêzên siyasî jî ji binî ve guherand. Navend û perîferî di heman demê de hatin avakirin û hêzên şêx, axa û began li gor têkiliya wan a li gel navendê ji nû ve hatin sazkirin. Yên li hemberî vê derketin, hatin pelçiqandin û yên mayî bûne hevalbendên dewletê. Gelo mimkun e bêyî ku hebûn û mudexaleya dewletê bê hesabkirin, em têkiliyên ekonomîk û civakî û ‘feodalîtê’yê di nav kurdan de fêhm bikin û nîqaş bikin? Vêga ew marksîstên tirk çawa bêyî ku rola dewletê nîqaş bikin di nav civaka kurdan de analîza feodalîteyê dikin?
Helbet ne wêrankirina wan saziyên şaristaniyê ne jî qedexekirina zimanan, înkarkirina netewan, planên islahatê, polîtîkayên tehcîr û îskanê bûne mijarên beşek ji analîza modernîzmê û di edebiyata tirkî û rexne û teoriya edebiyatê de cih girtin.
Gelo ew fantaziya ‘tenêtî û neguherîna Doğu’yê di roman û rexneyên îroyîn de guheriye? Cih û kesên neguherî kî ne gelo, ‘Doğu’ ye yan ‘Batı’ ye?
Çavkanî:
[1] Taner Timur, Osmanlı-Türk Romanında Tarih, Toplum Kimlik, Afa, 1991.
[2] Taner Timur,Türk Devrimi ve Sonrası, İmge, 2013.
[3] Müslüm Yücel, Osmanlı Türk Romanında Kürt İmgesi, Agora Kitaplığı, 2011.
[4] Timur,Osmanlı-Türk…, r. 215.
[5] Welat Zeydanlıoğulu, “Beyaz Türk’ün Yükü”: Oryantalizm, Kemalizm ve Türkiye’de Kürtler”, https://itaatsiz.org/beyaz-turkun-yuku-oryantalizm-kemalizm-ve-turkiyede-kurtler/
[6] Selim Deringil, “‘Hal-i Vahşet ve Bedeviyette Yaşarlar’: Geç Dönem Osmanlı İmparatorluğu ve Postkolonyalizm Tartışması, Simgeden Millete: II. Abdülhamid’den Mustafa Kemal’e Devlet ve Millet, rr. 165-216
[7] Serdar Şengül, “Dewlemendiyên Me yên Wenda”, https://botantimes.com/dewlemendiyen-me-yen-wenda/