Enstîtu û komeleyên çand û zimanê kurdî derbarê tayînkirina qeyûmê Colemêrgê da daxuyanî da

Enstîtu û komeleyên çand û zimanê kurdî derbarê tayînkirina qeyûmê Colemêrgê da daxuyanî da.

Botan Times temamîya daxuyanîyê diweşîne:

Îro em bi agahiya binçavkirina Hevserokê Şaredariya Colemêrgê û serdegirtina Şaredariya Colemêrgê hişyar bûn. Em dizanin bi dek û dolaban tifaqa faşist li hemberî vîna gelê Kurd, bi polîtîkayên xwe yên nijadperest û paşverû careke din dixwaze xwe nûjen bike. Lê belê em di wî bîr û baweriyê de ne ku vîn û hêza gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk ji tifaqa faşist a ku îradeya gelan tiştek nahesibîne mezintir e. Gelê Kurd tu carî li hember zilm û zordariyê gav paş de nedaye. Dîrok şahid e ku gelê Kurd di her rewş û awayî xwedî li vîn, xwebûn û hebûna xwedî derketiye.

Em saziyên zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî, em vê neheqiyê, vê talankirin û vê zilmê bi tu awayî qebûl nakin û dibêjin demildest divê vîna gelê Kurd esas bê girtin. Her wiha em bang li hemû pêkateyên civakê, raya giştî, û gelên Tirkiyeyê dikin ku bi awayekî demokratîk li hember vê talan û zilmê rabin; lewre ew ê Tirkiyeyê bi karesatekî mezin ve bibe.

Em saziyên ku navê wan li jêrê diyarkirî careke din piştgiriya xwe ya ji bo gelê Colemêrgê dubare dikin û diyar dikin ku ev neheqî û zordarî li tevahiya gelê Kurd hatiye kirin û ev yek ji wan polîtîkayên qirkirin, tunehesibandin û talanê ye ku heta roja îro li ser ziman û çanda Kurdan û li ser hebûna wan hatiye meşandin. Em bang li desthilatê dikin ku teqez em vê yekê qebûl nakin û demildest dest ji êrîşên xwe yên li ser vîna gelê Kurd berde û rêzê li vîna demokratik a gelê Kurd bigire.

Sazî û dezgehên daxuyanî dane ev in:

Enstîtûya Kurdî ya Amedê- Amed
Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê- Stenbol
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê- Îzmîr
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Botanê- Sêrt
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Feradê- Semsûr
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî- Êlih
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê- Amed
Komeleya Navendên Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê- Wan
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Birca Belek- Cizîr
Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê- Enqere
Komeleya Wêjekarên Kurd- Amed

Çi bûbû

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkîyeyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku wan qeyûm avêtîye ser Şaredarîya Colemêrgê.

Bi şev polîsan Şaredarîya Colemêrgê dorpêç kiribû, serê sibehê jî bi ser şaredarîyê de girtibû û Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hatibû desteserkirin.

Piştî desteserkirina hevserokê şaredarîya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û biserdegirtina şaredarîyê da, li Colemêrg û Amedê qedexe hat ragihandin.

Li gorî daxuyanîya walitîya Colemêrgê hemû meş, xwepêşandan, civînên çapemenîyê, grev, vedana konan û çalakîyên rûniştinê hatin qedexekirin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir