Desthilatê bi rêya qeyûman hewl dida sosyolojîyeka nû, çand, ziman û awayekî nû yê sîyasetê li ser bajar û navçeyên herêmê bisepîne. Ev, yek ji armancên pêşî yên desthilatê bû. Bi rêya qeyûman çîneka zengîn peyda bû, di îhaleyan da bêusûlî hatîye kirin û îltîmas jî gehiştibû lûtkeya xwe… Desthilatê guh neda yek ji van jî û pê ve eleqedar jî nebû.
***
VECDİ ERBAY
Wexta ku cara ewil qeyûm hatine tayînkirin, jixwe memleket piştî hewla darbeyê bi şert û mercên OHALê hatibû dorpêçkirin. Mirov ji karî dihatin derxistin, televîzyon û rojname dihatin girtin û gelek sazî hatibûn girtin, ev hemî tiştên ji rêzê bûn. Ev hemî bi rêya KHKyê dihatin kirin. Teqez tê bîra hinek ji we, memûran ‘Resmi Gazete’ dişopand. Xew li mirovan herimî bû, ji ber wê tirsê ku dê bi KHKyê ji karê xwe bêne dûrxistin.
Tam di wê navberê da, dîsa bi rêya KHKyê tayînkirina qeyûman dest pê kir. Ciwanan ne dizanî qeyûm çi ye û ji ber çi tên tayînkirin. Lêbelê ew kesên ku darbeya faşîst a 12yê Îlonê dîtine, wan gelek baş dizanî ku darbekar serokên şaredarîyan ji kar derdixin û şûna wan leşker tayîn dikirin. Ji ber vê yekê jî tayînkirina qeyûman bo ser şaredarîyan, di demekî kurt da wekî ‘darbeya qeyûman’ hat binavkirin.
Ji bilî çend şaredarîyên Tirkîyeyê, li herêmê qeyûm bo bajar, navçe û bajarokan hatin tayînkirin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Sîstema qeyûmtîyê, digel ku gelek îtîraz jî li ser hebûn heta hilbijartineka din dewam kir. Di hilbijartina din da, ew şaredarîyên ku bi qeyûman dihatin birêvebirin, endamên HDPyê bi dest xistin. Bi vî rengî, kêm jî be, di demekî kurt da derkete holê ka çawa qeyûman sermîyana şaredarîyan li gorî kêfa xwe xerc kirine.
Kiryar û pratîka qeyûman xerab bû. Danûstandina wan ligel xelkê, esnaf û sazîyên sivîl hema bibêje qet nebû. Kesên ku wekî sîyasetmedar û temsîlkarên hikumetê dihatin zanîn bûne serokên bajaran û hwd. Qeyûm mil bi mil ligel temsîlkarên hikumetê digeriyan û qet xwe nedidan paş, ev jî bû sebeb têkilîya xelkê û qeyûman xerabtir bibe. Sermîyana şaredarîyan, bi awayekî comerd vekirî bûn ji bo weqfên nêzîkî hikumetê. Herwiha li ser maseya xwe îmze avêtine ji bo gêndelî, bêusûlî û berjewendîyên xwe ku ev bi raporên dîwana berstînê hatin belgekirin.
Piştî vê tecrûbeya serneketî, desthilatê ew cesaret hebû ku careka din heman tiştî bike? Piştî hilbijartinan sê mehan şûnda, ewil bo Amed, Mêrdîn û Wanê qeyûm tayîn kirin û dîyar kirin ku dev ji vê kiryara xwe bernadin. Şaredarî ji destê wan kesan hate wergirtin, ew kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin û şaredarî teslîmî walî û qeymeqaman kirin. Û bi vî awayî tam 5 salan, dîsa qeyûman şaredarî bi rêve birin.
Wisa dixuye ku desthilatê qet bala xwe nedayê ka qeyûman çawa şaredarî tehrîb kirine. Tenê ev ji destê desthilatê hat, yên ku ji hedê xwe zêdetir xerabî kirine cihê wan guhertin.
Ji ber ku sîyaseta qeyûman ji bo desthilatê tiştekî bikêrhatî bû. Îqtîdarê bi rêya qeyûman hewl dida sosyolojîyeka nû, çand, ziman û awayekî nû yê sîyasetê li ser bajar û navçeyên herêmê bisepîne. Ev, yek ji armancên pêşî yên desthilatê bû. Bi rêya qeyûman çîneka zengîn peyda bû, di îhaleyan da bêusûlî hat kirin û îltîmas jî gehiştibû lûtkeya xwe… desthilatê guh neda yek ji van jî û pê ve eleqedar nebû.
Lêbelê hilbijartinên 31ê Adarê nîşanî desthilatê da ku ew tiştê wan ji sîstema qeyûmtîyê hêvî dikir pêk nehat. DEM Partîyê rayên xwe zêde kirin û di hilbijartinan da bi ser ket, AK Partîyê li bajarên herêmê kêmtirîn rayên xwe wergirtin ku ji avabûna xwe heta niha ti caran evqas kêm nebûbû.
Pêr bo şaredarîya Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Hevserokê şaredarîyê Mehmet Sıddık Akış hat desteserkirin. Wekî sebebê desteserkirinê jî, “ew lêpirsîna 2010an da hatîye kirin sala 2014yan bû doz” hat nîşandan. Hat gotin ku lêpirsîneka nû jî li wî hatîye vekirin. Ji ber ku biryar hatîye dayîn ku lêpirsîn veşartî be, naveroka lêpirsînê nayê zanîn.
Lêbelê ji tayînkirina ewil ya qeyûman heta niha pirs neguherîne: Heke pirsgirêkeka yasayî ya serokê şaredarîyê hebe, wî çawa di hilbijartinên 31ê Adarê da, di lîsteyê da cih girtîye. Cezayê Akışî kesin nebûye, di vê rewşê da ma ew karîneya masumtiyê ya di Makezagonê da nayê îhlalkirin?
Li gorî rêziknameya şaredarîyan, Wezîrê Karûbarên Navxweyî kê bixwaze dikare wekî qeyûm tayîn bike. Wî, çima endamê meclîsê tercîh nekir û walîyê Colemêrgê wekî qeyûm tayîn kir? Herwiha Wezîrê Karûbarên Navxweyî şûna ku qeyûman tayîn bike; ew dikare ji nava meclîsê bixwaze ku ew yekî/ê hilbijêrin. Bo nimûne Antalya Kepez. Dê bê bîra we, piştî qezaya teleferîkê, serokê şaredarîya Kepezê Mesut Kocagöz hat desteserkirin û meclîsa şaredarîyê ji nav xwe serokekî nû hilbijart. Ev yek dîyar dike ku ji bo du herêmên cuda du hiquqên cuda hene.
Ma ev nayê wê wateyê ku desthilatê dev ji sîstema qeyûmtîyê bernedaye?
Çi menfeat û karê sîstema qeyûmtîyê ji bo desthilatê çêbû û çi bi dest xist?
Belkî hêj gelek pirs din hene; her bersiveka jidil û samîmî bo van pirsan, ji bo rewşa memleketî muhîm û bi qîmet in. Ne zehmet e mirov texmîn bike ku rojên li pêş me ev pirs û bersivên bi vî rengî dê bêne axaftin.
Dema ku sala 2016yan, cara ewil qeyûm hatin tayînkirin, gelek kesan nedizanî ka qeyûm çi ye. Aniha tu ji kê bipirsî dê bibêje “qeyûm binpêkirina îradeyê ye”. “Qeyûm bêusûlî ye, îltîmas e, gêndelî û kedxwarin e” û gelek tişt din.
Ji ber vê yekê, xelkê bi çûna xwe ya ser sindoqan û bi bikaranîna raya xwe nîşan da, ew naxwazin şaredarî ji alîyê qeyûman ve bêne birêvebirin ku du hilbijartinên dawî wisa bûne.
Xelk, binpêkirina îradeya xwe wekî “dizîyê” bi nav dikin û dibînin.
Kurt û kurmancî, sîstema qeyûmtîyê di nezera xelkê da tiştekî bêwate ye. Israrkirina li ser vê sîstema bêwate, tê wê wateyê ku ew pişta xwe didin îradeya gel, talebên îradeya gel piştguh dikin û ew rê li ber çend gavên îhtîmal yên çareserkirina aştîya civakî û demokrasîyê digirin.
Israrkirina li ser vê sîstema bêwate nîşan dide ku gotina “nermbûna sîyasetê” ji derewekê zêdetir tiştekî din nîne.
Dewr û zemanan nîşan da ku heke kurd li derveyî vê çarçoveyê bêne hiştin, nermbûna sîyasetê, çêkirina makezagoneka nû û çareserkirina krîza ekonomîyê ne polîtîkayeka rast e.
Ev cara sisêyan e ku qeyûm bo şaredarîyên di bin rêveberîya sîyasetmedarên kurd da tên tayînkirin. Desthilat evqas rehet qeyûman tayîn dike, yek ji sebebên wê rehetîyê ew e ku desthilat heq û talebên rojhilatê Tirkîyeyê piştguh dike. Serokên şaredarîyan yên ku kurdan hilbijartine ji kar tên derxistin, parlementerên wan têne girtin. Li hemberî van tiştan, kurd rastî îtîrazên bêwate, bitirs û lawaz yên muxalefetê tên ku muxalefet îddîa dike ku ew bi ser desthilatê da diçin.
Halbûkî tê zanîn, ev êrişên bêminet yên li ser îradeya kurdan, darbeyek e bo xeyala jîyana kolektîf, aştîya civakî ya welatî û demokrasîyê. Xwedûrxistina ji kurdan yên ku qeyûm li ser şaredarîyên wan in, ti eleqeya muxalefetê bi wijdan û heqqanîyetê nîne, ew ji bo ku konfora xwe xerab nekin wisa dikin. Bi gotineka amîyane ev e, tê vê wateyê, di rêya desthilatê da ew “çongê xwe li kevirekî didin”.
Gotineka kevin ya şoreşgerane, em bînin bîra xwe “Bi tena serê xwe xelasbûn nîne”
Wergêra ji tirkî: Engin Ölmez