Amedspor û Wanspor dê ji bo mexdûrên erdhejê maça hevgirtinê bilîzin

Amedspor û Wanspor dê ji bo mexdûrên erdhejê maça hevgirtinê bilîzin.

Maç di 19ê Sibatê de roja yekşemê li Stadyuma Bajarê Atatûrk a Wanê bê lîstin.

Dahata maçê dê ji mexdûrên erdhejê re bê dayin.

Berê hatibû ragihandin ku maç dê li stadyuma Amedê bê lîstin. Lê bi biryara nû dane zanîn ku dê maç li Wanê bilîzin.

Amedsporê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî wê agahîyê da:


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Me gotibû ku em ê ji bo mexdûrên erdhejê li stada Amedê bi Wansporê re bilîzin. Serlêdana me ji alîyê Federasyona Futbolê a Tirkiyeyê ve hat redkirin. Daxwaza me bi bersiva ‘Ji ber sedemên ewlehiyê divê stadyumên parêzgên erdhêjê Belgeya Ewlekariya Qada Sporê bistînin’. Ji ber vê sedemê biryar hat dayîn ku li bajarê Wanê bê lîstin.

Amedspor
Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times