Em hunermend, ji roja pêşiyê ve li cihên erdhêj lê çêbûyî dixebitin

27/02/2023

Ji roja destpêkê ve gelek hunermendên kurd; şanoger, stranbêj, lîstikvanên fîlman… wek dildarên alîkarîyê hewil didin alîkariya mexdûrên erdhêjê bikin. Yek ji wan hunermendan Şêrko Kanîwar e.

Şêrko Kanîwar – Wêne: Arşîva wî

Piştî 6ê Sibatê erdhêj çêbûyî li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî herî kêm milyon û nîv kes bêmal û hal bûne. Jimara kesên mirîn hêj ne dîyar e lê li gor jimarên fermî yên dewleta Tirkiyeyê heta niho jimara miriyan ji 44 hezaran borîye.

Şêrko Kanîwar ji bilî ku mûzîsyenek e, ew wek kordînator û dersdarê Zarok Mayê bi xebatên xwe yên hînkirina mûzîka kurdî ji bo zarokan tê nasîn.

Kanîwarî di vê rewşê de li ser xebatên xwe û tesîra mûzîkê bersiva pirsên Botan Timesê da.

We çi kir?

Em hema di roja yekem de wekî sazîyên çand û hunerê gihîştin herêmên erdhejê.
Bi qasî 9 rojan em tev li koordînasyonên belavkirina alîkarîyan bûn. Ji alavdaxistina ji TIR’an bigirin heta bi tasnîfkirina alav û belavkirina wan a li gund û tax û navendan…

Her wiha ji alîyekî ve jî me hewil da li hemû herêman xebata fîzîbîleteyê bikin bo çalakîyên hunerî yên zarokan.
Ji ma musicê jî hevalên me bi Tora Rêveberîya Krîzê a Mafê Zarokan a Amedê re ji 3 rojan carekê diçin Semsûrê û tev li xebatên zarokan dibin.

Çi tesîra mûzîkê heye?

Muzîk dikare stresê kêm bike.
Dikare bîra mirovî xurt bike,
Dibe alîkar da ku serî bi xemginîyên xwe re derxînin.
Dikare motîvasyonê û hêza manewî xurt bike.
Muzîk dikare mirov qewîm bike,
Tesîreka pirr xurt a erênî li ser derûnîya mirovî dike.
Muzîk berîya her tiştî dikare xwe bi hêsanî bigihîne dil û hişê zarokan û tesîreka pozîtîf li ser ruhê wan bike.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

ZINDÎ-Roja 22emîn ya erdhêjê

Weşana paşê

AFADê piştî erdhêjê cîh nedaye Semsûrê