AFADê piştî erdhêjê cîh nedaye Semsûrê

AFADê piştî erdhêjê cîh nedaye Semsûrê
AFADê piştî erdhêjê cîh nedaye Semsûrê
Botan Times
  • 27 Şubat 2023 08:35

Me digot qey tenê medyaya alîgir me tenê hiştiye, lê derket holê ku AFADê jî bajarê me ji bîr kiriye.

Parlementerê CHPê yê Semsurê Abdurahman Tutdere bi van gotinan aşkere dike ku bajarê wan tenê hatiye hîştin.

Tutdere da zanîn AFADê piştî erdheja ewil a li Mereşê nameyek belavkiriye û bajarên ji erdhêjê bibandor bûne rêz kirine.

Lê di wê nameyê de cîh nedane Semsûrê.

Wî diyar kir ku, eger xebatên rizgarkirinê di heman demê de bihata kirin  dê wendahîyên wan ne ewqasî zêde bûna.

Parlementerê CHP dibêje, “Gelê Adiyamanê kesên ku ev îhmalî kirine tu carî ji bîr nake.”

Semsûr yek ji wan bajaren ku di erdhêja 6ê Sibatê de wêran bûye.

Li gor reqamên ne fermî li Semsûrê heta niha ji 5 hezar zedetirî mirovan li bajar jiyana xwe ji dest daye.

Bi hezaran avahiyên li bajar jî xirabûn.