DEM Partî û çendîn sazîyên din pêkve bernameyekê bo Cejna Zimanê Kurdî li dar dixin

Bi hevkarîya DEM Partî û çendîn sazî û dezgehên din bernameyek bo Cejna Zimanê Kurdî tê lidarxistin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê bername bi hevkarîya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjevanên Kurd, Enstîtûya Kurd a Amedê, Kovara DESTAR’ê, Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), Partîya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Ked û Demokrasîyê ya Amedê tê lidarxistin.

Di bernameyê da çendîn çalakîyên cuda cih digirin û dê 8 rojan berdewam be.

Panel, atolyeyên jin û zarokan, atolyeyên zimanî û meş di bernameyê da cih digirin.

Li van cihan dê bername bêne lidarxistin: Amed, Pasûr, Farqîn, Lice, Pîran û Hezro.

Bername sibê li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê bi deklarasyonekê dê dest pê bike û bê ragihandin.

Ji bo zêdetir agahîyên li ser bernameyê lînka Ajansa Mezopotayayê bitikîne.

15 Gulana 1932yan bi pêşengîya Celadet Alî Bedirxan li Şamê kovara kurdî ya bi navê Hawarê dest bi weşanê kir. Taybetmendîya Kovara Hawarê ew bû ku cara yekem zimanê kurdî bi tîpên latînî hat xwendin û nivîsîn. Ji ber vê yekê her sal 15ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir