Ez êdî gîham armanca xwe delala min, min dixwest ku ji nav zarokên min hema yek tenê be jî ruh û canê xwe bide ser ziman û edebiyata kurdî, rêyekê bidin ber xwe. Zanîna te weke behrekê ye ez bi te bawer im ku tu yê zarokên gund bi zimanê xwe yê zelal hînî jiyana kurdî bikî. Ji wan re deriyekî kurmancî vekî. Serdar Beg rabû ser xwe, Sosinê çavê xwe ji wî neqetandibû, li ber pacê sekinî keserek kûr kişand êdî dil û ruhê wî rehet bû, dizanîbû hatibû dawiya rojên jiyanê, li wê dara tenê û dûr nihêrî û gotina Ehmedê Xanî hat ser zimanê wî û got ‘’ Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye’’ Ev gotina feylesofê kurd Ehmedê Xanî ye ji xwe tu dizanî keça min. Tu yê bibi mîmarê dîwarê xwe, çi tiştên ku te bi ilm û zanînê ji xwe re cîhanek ava kiriye divê tu ji bo keçên gund jî ava bikî, her yek divê bibe mîmarê dîwarê xwe û li ser pêyên xwe bisekine.
***
Jiyan dişibe ew dara li serê çiyayê Tîrojê, wiha tenê lê bi heybet, serê wê digihije ezmanan. Her kes dixwaze wekî wê darê li cîhekî bilind be di jiyana xwe de. Dema destê xwe dirêj bike destê wan di nav ewrên spîboz de wenda bibe. Demekî ew çiyayê gundê Zîvînê ji dar û beran xuya nedibû. Sal bi sal wekî mirovan, xwezaya me jî tunekirin. Darên me ji kokê birîn. Ew çiyayên asê stûxwar man. Ji deştê dest pê kir, yek bi yek darên jiyanê ber bi tunebûnê ve çûn. Herî dawî ew dara li serê çiyayê Tîrojê ma. Ewqas ba û bahoz bi ser de hat lê dîsa jî destê çiyayan berneda. Jiyanê dişibînim wê darê, çiqas tenêtî xwe li bejna wê bipêçe jî her li ber xwe dide, rûyê xwe ji jiyanê nazivirîne.
Dema çavê xwe vekir, sermaya tenêtiyê wekî mijekê xwe li ser odeya wê girtibû. Ji her kesî re hêlînek çêkiribû, lê ew niha di hêlîna xwe de tenê bû… Carna mirov dikare ji gelek kesî re bibe stargeha jiyanê lê di dawiya rojê de, dema tu li dora xwe dinêrî, hemû çivîk ji wê stargehê firiyane, dengê wan jî êdî li dewsa wan namîne. Xaltîka Sosin, li gundê Zîvînê jinek e ku tikîtenê dijiya, emrê wê êdî bi ser 70yê ketibû. Hêviyên di dilê xwe de wekî nameyên xwe hilanîbûn ji sindoqa bi dara gwîzê çêkirî. Ew jineke xwende bû. Di wextê xwe de bavê wê mirovekî bîrbir û zana bû, ji bo keça wê bixwîne çi ji destê wî dihat dikir. Sosin li wî gundî bi nav û deng bibû. Piştî xwendin û nivîsandina kurdî bavê wê di warê edebiyata kurdî de her roj wekî mamosteyekî li ber wê rûdinişt û ew hînî edebiyata kurdî dikir. Bavê wê Serdar Beg li medreseyên kurdî perwerde dîtibû. Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran ji xwe re kiribûn rêberê jiyana xwe. Ligel ku du kurên wî hebûn jî, ji xeynî xwendin û nivîsandina kurdî zêde bala wan ne li ser edebiyata kurdî bû, lê Sosina bavê xwe, di kurahiya dilê wê de ji bo edebiyata kurdî kaniyek diherikî. Haya bavê wê ji wê kaniyê bibû û çi tiştê dizanîbû hînî keça xwe dikir. Rengê porê Sosinê dişibiya ezmanê şevên reş, ji reşahiyê dibiriqî, rûyê wê wekî berfa çiyayên serhedê spî bû û guliyên xwe bera ser milên xwe yên fireh dida. Mirovî di çavên wê yên hingivîn de siya rojê didît. Sosin piştî ku di warê ziman û edebiyata kurdî de serwext bû, rojekê çû cem bavê xwe û got ‘’ Bavo ez dixwazim ew tiştên te hînî min kirine, ez jî hînî keçên gund bikim da ku ew jî ziman û edebiyata kurdî hîn bibin.’’ Dema bavê wê lê guhdar dikir, çavên wî tijîbûn û rondikên wî ji ser rûyê wî hatin xwarê. Serdar Beg gîhabû armanca xwe êdî, ji bêrîka xwe pênûsa bavê xwe Celadet Beg derxist, li ser pênûsê, destnîşana wî hebû, berê xwe da keça xwe Sosinê û got:
Ez êdî gîham armanca xwe delala min, min dixwest ku ji nav zarokên min hema yek tenê be jî ruh û canê xwe bide ser ziman û edebiyata kurdî, rêyekê bidin ber xwe. Zanîna te weke behrekê ye ez bi te bawer im ku tu yê zarokên gund bi zimanê xwe yê zelal hînî jiyana kurdî bikî. Ji wan re deriyekî kurmancî vekî. Serdar Beg rabû ser xwe, Sosinê çavê xwe ji wî neqetandibû, li ber pacê sekinî keserek kûr kişand êdî dil û ruhê wî rehet bû, dizanîbû hatibû dawiya rojên jiyanê, li wê dara tenê û dûr nihêrî û gotina Ehmedê Xanî hat ser zimanê wî û got ‘’ Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye’’ Ev gotina feylesofê kurd Ehmedê Xanî ye ji xwe tu dizanî keça min. Tu yê bibe mîmarê dîwarê xwe, çi tiştên ku te bi ilm û zanînê ji xwe re cîhanek ava kiriye divê tu ji bo keçên gund jî ava bikî, her yek divê bibe mîmarê dîwarê xwe û li ser pêyên xwe bisekine.
Sosin rabû ser xwe, çû li ber bavê xwe sekinî, destê wî xist nav destê xwe, serê xwe danî ser milê wî û got:
Bavo tu qet meraqê neke ew pênûsa bapîrê min, a ku Celadet Beg hilda û bi te re hibra wê qet ziwa nebû, niha jî ez ê li mîrateya we xwedî derkevim û çi ji destê min were ez ê bikim.
Serdar Beg odeyeke malê wekî dibistanê lê kir, Sosinê hemû tişt ji bo dersan amade kiribûn 10 keçên gund piştî dibistana fermî berê xwe bi lez û bez didan mala Serdar Beg. Sosinê ewil zimanê kurdî hînî wan kiribû, piştre dest bi dersên edebiyatê kiribû. Di çavê wan keçan de çirûska ziman û edebiyata kurdî vêketibû, ew tiştên hîn dibûn wan jî hînî malbat û derdora xwe dikir. Roj bi roj, piştî gund ev pergal firehtir bû. Ew agirê zimanê kurdî yê tefiyabû, ji nû ve vêketibû. Diya Sosinê hîn dema keça wê di pêçekê de bû serê xwe danîbû axa sar. Her du birayên wê jî piştî ku ketin zanîngehê berê xwe dabûn bajarê Stenbolê. Bavê Sosinê Serdar Beg, piştî li malê ji Sosinê re dibistaneke biçûk ava kiribû, di şeveke zivistanê de dil û ruhê wî ber bi asîman ve firiyabû. Sosinê bi sedan xwendekar hînî ziman û edebiyata kurdî kiribûn. Sal û zeman derbas bibûn. Êdî taqeta wê nemabû ku rabe ser xwe. Rojekê dema li odeya xwe veketibû, dengê qerebalixiyê hat ber guhê wê. Xwendekarên wê yên ewil, 10 jin, her yek ji wan ji beşên cuda yên zanîngehan der çûbûn û li qada gund ji bo xebatên ziman û edebiyata kurdî, di çend salan de, dibistaneke kurdî ya bi navê Sosinê avakiribûn. Heta avakirina wê kesî ji wê re tiştek negotibû. Xwendekarên wê hatin ketin bin piyê wê û ew birin ber deriyê dibistanê. Dema çav lê ket her du destên xwe birin ser rûyê xwe, hêsirên wê di nav tiliyên wê de diherikîn. Xwendekarên wê peykerekî wê jî, yê ku pênûs di destê wê de, li hewşa dibistanê çêkiribûn. Êdî her keçek bûbû mîmara dîwarên xwe.