Chalak Events li Stenbolê du gotûbêjan li dar dixe

Chalak Events li Stenbolê, li bin serenavê Sihbetên Çayê, bi du mêvanan, du bernameyan li dar dixe.

Bernameya ewil ya derhêner û lîstikvan Nazmî Karaman e. Karaman, bi moderatorîya Simeyayê, dê li ser mijara Şanoya Kurdî, Serpêhatî û Derfetan gotara xwe bo haziran pêşkêş bike û sohbetê bike. Bername 8ê Gulanê sibê, li Stenbolê, dê li Nînova Cafeyê saet 20:00an dest pê bike.

Bernameya duyan ya etnomuzîkolog û muzîkjen Serdar Canan e. Canan, bi moderatorîya Kulîlk Şenê, dê li ser mijara Termînolojîya Muzîka Kurdî gotara xwe bo haziran pêşkêş bike, sohbetê bike û dê bistrê. Bername 11yê Gulanê, li Stenbolê, dê li Nînova Cafeyê saet 16:00an dest pê bike.

Chalak Events dezgeheka serbixwe ye ku ew ji sala 2017yan vir ve li ser cîhana kurdî ya sosyal, çandî û hunerî çalakîyan li dar dixe.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir