Li Wanê rojnameger Rûşen Takva li hesabê xwe yê medya civakî ji ber HUDA PAR beşdarî Tifaqa Cûmhûrê bûye rexne kiriye. Li gor nûçeya bianetê derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Takva di 11ê Adarê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha gotibû:
“Bi tevlêbûna HUDA PARa ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Hîzbullahê re tê naskirin, bi tifaqa AKPê re eniya hilbijartinê zêdetir eşkere bû. Ji ber vê yekê komên nijadperest, rastgir û paşverû yên ku nakokiyên xwe yên navxweyî dan aliyekî, biryar dan ku bi yek eniyê tevlî hilbijartinê bibin.”
Ji ber vê parvekirinê Takvayî, bi îdiaya ku “kîndarî û dijminatî xistiye nav gel an go piçûk xistiye” bi fermana dozger çûye emniyetê û îfade daye polîsan.
Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04 Perwîz Cîhanî dê li PCSyê “Mem û Zîn”ê şîrove bike25/04/202415:12 KSC dê 9emîn gotûbêja xwe li dar bixe25/04/202415:03 Stêrkek Xuricî ji nav Dilê Zarokatiyê25/04/202412:33 Amed – Zinarê Xamo dê gotûbêjekê bike25/04/202411:11