Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê (MEB) biryar da ku 20 hezar mamoste bên tayînkirin.
Ji bo dersa kurdî dê tenê 10 tayîn bêne kirin. Digel ku di proseya hilbijartina dersên bijarte da, bi hezaran xwendekaran dersa kurdî hilbijartibe jî, ev tayînên hatine kirin ji bo kurdî, dîyar e ku ne li gorî rêje û pêdivîyan e.
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn, îro bername û plana tayînkirina 20 hezar mamosteyan ragihand.
Ji 20 hezar mamosteyan bi tenê 6 mamosteyên Kurmancî û 4 mamoste jî yên Kirmanckî (Zazakî) ne.
Wekî din di lîsteya kontenjanan da tê dîtin ku ji bo zimanên din yên bîyanî, ji bo Almanî 288, ji bo Erebî 262 û ji bo Îngilîzî jî 968 kontenjan hatine veqetandin.
Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî, ji sala 2011yan vir ve, li zanîngehên Muş Alparslan, Bîngol û Mardîn Artukluyê vebûye û heta niha ji hezarî zêdetir mezûnên beşa Kurdî hene.
Dersa zimanê kurdî di bin banê MEBê da, ji sala 2012-2013yan heta niha bo polên 5-6-7-8an tê dayîn. Herçiqas bi awayekî fermî tayînên mamosteyan têne kirin jî hejmareka gelek kêm (2-3) kes tayîn dibin ku li gorî rêjeyê û pêdivîyan kêm e. Herî dawî, sala 2023yan 50 tayîn ji bo kurdî (35 kurmancî, 15 zazakî) hatibûn kirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.