HRW: Rojnamegerên li Tirkiyeyê bi qanûna terorê tên darizandin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) rapora xwe ya sala 2023an eşkere kir. Di raporê de rewşa li Tirkiyeyê di bin sernavên azadiya derbirînê, mafên jinan, zordestîya li ser muxalefetê û mafên LGBTI+ jî tê de hatiye nirxandin. Di raporê de hatiye ragihandin: Li Tirkiyeyê çapemeniya nivîskî û qenalên televîzyonên taybet ên nêzîkî hikûmetê hene. Ev […]

HRW: Rojnamegerên li Tirkiyeyê bi qanûna terorê tên darizandin
HRW: Rojnamegerên li Tirkiyeyê bi qanûna terorê tên darizandin
Botan Times
  • 12 Ocak 2023 12:09

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) rapora xwe ya sala 2023an eşkere kir.

Di raporê de rewşa li Tirkiyeyê di bin sernavên azadiya derbirînê, mafên jinan, zordestîya li ser muxalefetê û mafên LGBTI+ jî tê de hatiye nirxandin.

Di raporê de hatiye ragihandin: Li Tirkiyeyê çapemeniya nivîskî û qenalên televîzyonên taybet ên nêzîkî hikûmetê hene. Ev rewş di nûçe û naveroka weşanê de jî xwe dide der.

Her wiha hate gotin ku rojnameger li Tirkiyeyê di çarçoveya qanûna têkoşîna li dijî terorê têne darizandin.

HRWyê ji bo 100 welatan rapor amade kiriye. Di rapora ku ji 723 rupelan pêk tê de behsa rewşa azadî û mafan dike.

Ji bo dîtina temama raporê bitikîne.

Li gorî raporê li gundewarên herêmên Rojhilat û Başûr Rojhilatê Tirkiyeyê şer û pevçûnên di navbera PKKyê û artêşê de kêm bûne.

“Lê Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî yên li Herêma Kurdistana Iraqê ya baregehên PKKyê li wir in û her diçe zêdetir jî li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya kurd serkirdeyên wê ne û DYA û Ingilîstan piştgiriya wê dike, bi bikaranîna balafirên bêmirov jî gûrtir kiriye.”

HRWyê ji bo nêzîkî 100 welatan rapor amade kirine ku behra rewşa azadî û mafan dike û ji 723 rûpelan pêk hatiye.