Bi pêşengîya IPIyê civîna mîsyonê li Botan Internationalê pêk hat

Özgür Öğret balê dikêşe ser îhlalkirina çapemenîya azad a li Tirkîyeyê ku ew dibêje “Mixabin, hema bibêje hemî kêşeyên çapemenîya azad li welatê me hene”. Öğret dîyar dike ku Hakan Çavuşoğlu di civînekê da dîyar kirîye ku ew dê rê li ber çapemenîya azad negirin lê di tetbîqkirina wê da wisa nebûye. Öğret destnîşan dike ku wan di wê mijarê da li ber xwe daye lê çi encam wernegirtine.

Enstîtûya Çapemenîya Navneteweyî (IPI), Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT), Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) û Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Civîna xwe ya Mîsyonê li dar xist.

Ji OBCTyê Özge Çakır-Somlyai, ji CPJyê Özgür Öğret û ji RSFyê jî Erol Önderoğlu piştî seredanên xwe yên Tirkîyeyê yên mîsyona azadîya çapemenîyê ya hevpar a navneteweyî nirxandinên xwe li ofîsa Botan Internationalê pêşkêş kirin.

Rojnameger û temsîlkarên dezgehên kurdî yên wekî BBC Türkçe, Dengê Amerîka VOA, Xwebûn û Dicle Fırat Gazeteciler Derneği jî di civînê da cih girtin û pirsên xwe yên derbarê mijarê da piştî civînê anîne ziman.

Ewlehîya rojnamegeran

Civînê bi axaftina Erol Önderoğluyî dest pê kir. Önderoğlu bal kêşa ser zext û zordarîya li ser rojnamegerîyê ku ew di civênên xwe yên li Enqereyê û li Ewropayê, derbarê xetereyên li ser rojnamegeran axivîne ku ev xal tê da derbas bûne; Xetereyên qadê yên rojnamegeran, tehdîtên li ser sosyal medyayê li rojnamegeran tên kirin, rêxistinên cîhadî û atmosfera xirab ya tehdîtkar.

Herwiha ew dîyar dike, li ser mînaka Bîlal Guldem û gelek mînakên din, van demên dawî terîqet û rêxistinên îslamî zêde bûne ku ev yek tesîreka mezin li ser ewlehîya rojnamegaran dike ku wan di civênên xwe da bal kêşaye ser vê yekê ji bo bergirîya wê yekê.

Temsîlkarê Tirkîyeyê yê rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Önderoğlu

Mijûlî û piştguhkirina mehkemeya bilind

Mehkemeya bilind (AYM) ji ber mijûlahîya xwe ya gelek dosyeyan nikarin bala xwe bidin mehkemeyên rojnameyên girtî ku wan nerazîbûna xwe li hemberî vê yekê anîne ziman ku ew zêdetir li ser dosye û dozên rojnamegeran bisekinin. Mehkemeya bilind wê kêmasîya xwe wekî kêşeyeka lojîstik bi nav dike. Ji ber zêdebûna serlêdanan nikarin hemî mehkemeyan di wextê xwe da bikin ku wan dîyar kiriye dê nekaribin wekî mehkemeyên temyîzê tev bigerin.

“Tirkîye muzeyeka îhlalkirina çapemenîya azad e”

Özgür Öğret balê dikêşe ser îhlalkirina çapemenîya azad a li Tirkîyeyê ku ew dibêje “Mixabin hema bibêje hemî pirsgirêkên çapemenîya azad li welatê me hene”. Öğret dîyar dike ku Hakan Çavuşoğlu di civînekê da dîyar kirîye ku ew dê rê li ber çapemenîya azad negirin lê di tetbîqkirina wê da wisa nebûye. Öğret destnîşan dike ku wan di wê mijarê da li ber xwe daye lê çi encam wernegirtine.

Temsîlkarê Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) Özgür Öğret

Karta Çapemenîyê

Karta çapemenîyê hêj jî wekî kêşeyekê dewam e li Tirkîyeyê. Di mînaka doza Merdan Yanardağ da, rojnamegerên ku xwestin têkevin hundir karta Turkuazê hate xwestin. Karta Turkuazê ji bo wan kesan nayê dayîn, yên ku bi awayekî muxalîf û rexneyî nêzîkî îktîdarê dibin. Öğret di mînaka Yanardağ da dîyar dike ku wan bi awayekî teqûz tesbît kirîye ku ew dibêje: “Kêşeya sereke ne ew e ku doz xetayeka burokratîk be, bi awayekî zanebûn hatîye kirin”.

Özge Çakır-Somlyai li ser kêşeya karta çapemenîyê balê dikêşe ser wê yekê ku rojnamegerên jin li meydanê, ji ber kêmasîya nebûna karta çapemenîyê wekî hedef zêdetir tên nîşandan li gorî yên mêr. Çakır-Somlyai lê zêde dike û beyan dike, ji ber ku polîsên mêr fîzîken xwe bihêztir dibînin, ew dikarin zêdetir zordarîyê li rojnamegerên jin bikin ku ev jî dibe asteng ji bo berdewamîya karê wan.

“Jixwe kêşeyên me nayêne çareserkirin

Öğret dibêje: “15 sal in li ser rojnamegerîya azad dixebitim heta niha me nedîtîye kêşeyek hatibe çareserkirin” Ew balê dikêşe ser wê yekê ku yek ji kêşeyên kronîk yên rojnamegerîyê, ewlehîya rojnamegerên qadê dibîne ku polîs eforeka mezin xerc dikin ji bo ku rojnameger karê xwe nekaribin bikin. Lê zêde dike û dibêje ku “Binçavkirin, darpkirin û gaz nebe jî xebatên rojnamegeran tên astengkirin. Polîs rojnamegeran ji qadê dûr dixin an jî nahêlin ew fotoyan bigirin” Öğret vê kêşeyê yek ji kêşeyên herî hêsan dibîne ku giştînameyek dikare rê li ber wê astengîya polîsan bigire.

Piştguhkirina delegasyona yekîtiya ewropyayê

Özge Çakır-Somlyai beyan dike, rojnameger nikarin karê xwe bikin û xwe pêş ve bibin ji ber ku xwegihandina nûçe û agahîyan hatîye astengkirin ku vê yekê tesîr li ser raya giştî jî kirîye. Wan di civîna xwe ya ligel Gazeteciler Cemiyeti da, ligel çendîn rojnamegeran ev kêşe anîye ziman ku wan xwestîye rê li ber vê yekê bigirin ku ew dibêje: “Ez ne emîn im ku ev guman û endîşeya me gihiştibe delegasyona yekîtiya ewropyayê”.

Temsîlkara Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT) Özge Çakır-Somlyai

Çakır-Somlyai wekî kêmasî dîyar dike ku herçiqas wan gotibe ew dê rê li ber bigirin, ew dê li ser bixebitin û ya ji destê wan tê ew dê bikin jî bersivek teqûz û tetbîqek ji alîyê wan ve nehatîye dîtin. Lêbelê wekî tiştê erênî jî wê yekê bi nav dike û dîyar dike ku wan xwestîye û gotîye ku ew dê di têkilîyê da bin ji bo çareserkirina kêşeyan.

Kêşeya bidestnexistina vîzeyê

Berdewamîya karê rojnamegerîyê bi zehmet tê kirin ji ber şert û mercên welatî. Kêşeya bidestnexistina vîzeyê dibe sebeb ku rojnameger nekaribin karê xwe bi awayekî berdewam bikin ku ev jî dibe sebeb rojnameger bê tecrube bimînin ku Çakır-Somlyai dibêje: “Rojnameger dema dixwazin ji bo kar, seyehat an jî ji bo konferanseka li derveyî welat derkevin an nikarin vîzeyê bi dest bixin an jî piştî ku konferans qedîya bi dest dixe ku ev jî kêşeyên gelek nexweş in”. Herwiha ew dîyar dike ku li gorî salên par bidestxistina vîzeyê zehmettir bûye.

Lînka civînê: https://www.youtube.com/watch?v=Ii3rHTPDGhw&t=470s

Şîrove bike