Weşanên Avestayê berhema Perîşannameya Mela Perîşanê Dînewerî çap kir.
Berhema Perîşanname wekî yek ji kevintirîn mesnewîya kurdî tê zanîn ku di sedsala 14ê mîladî de hatiye nivîsîn.
Perîşanname ji aliyê tema û naverokê ve xwe dispêre baweriya Mezheba Şî’a ku muellifê berhemê Mela Perîşanê Dînewerî ye ku ew jî şeyxul îslamekî kurd tê zanîn.
Berhem ji aliyê lêkoler Shahab Vali û Erol Şaybak ve hatiye amadekirin.
Nivîsara danasînê ya Perîşannameyê:
Perîşanname, xaseten li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bûye mijara gelek lêkolînên edebî û mensûbiyeta ‘tevgera hûrûfiyye’ ya muellifê wê Mela Perîşanê Dînewerî jî tê de, gelek îddiayên mezin li ser vê berhema balkêş hatine nivîsîn. Pisporên edebiyata kurdî li ser cureya metnê û nasnameya muellifê wê, fikrên dûrî hev pêşkêş kiribin jî, heta roja îro nusxeyeka sehîh ji berhemê nehatiye belavkirin.
Li gor tarîxa nivîsîna berhemê û çavkaniyên berdest, Perîşanname di sedsala 9ê koçî ango di sedsala 14ê mîladî de hatiye nivîsîn û kevntirîn mesnewiya bi zimanê kurdî ye ku heta niha gihiştîye destên me. Berhem, bi temamî pabendê baweriya ‘Mezheba Şî’a’ ye û muellifê wê Mela Perîşan, şeyxul îslamekî kurd e. Naveroka Perîşannameyê bi gelek bûyer û temayên sereke ji tarîxa dînê Îslamê, nemaze li ser îsbatkirina heqaniyet û welayeta zavayê pêxember, xelîfeyê çarem ‘Elî bin Ebû Talib hatiye dariştin.
Di gel hejmara zêde ya nusxeyên berhemê, heta niha bi şerh û şiroveyeke qanehker nusxeyeke kamil nehatiye çapkirin. Ev xebata li ber destê we, danasîn, şirove û ronkirinek e li ser hezar beytên Perîşannameyê ku berhemeka yekane ye ji gencîneya veşartî ya edebiyata kurdî ya klasîk.