Çend têbînî li ser romanên Wezîrê Eşo

Wezîrê Eşo di avakirina karakterên xwe de li ser şopa nerîta romana Sovyetê berdewam dike, lê mijar û naverokên wî bi xwe, piştî dûrketina ji Sovyetê, rê û çivên cudatir dane ber xwe û berê xwe daye aliyên nehatî gotin, veşartî, kêmnas ên jiyana Sovyetê.

***

Ji romana ewil a kurdî Şivanê Kurmanca û vir ve heştê û heşt sal bihurîn û romana kurdî di nav gelek qonaxan re gihişt roja me. Erebê Şemo û civata wî ya edebî, mîrata nivîskarên êwra Sovyetê bi derengî be jî di ser sînoran re xwe qevast û li derê me da. Cîhana edebî ya van nivîskaran heta bi demeke dirêj, bivênevê li gor zextên îdeolojîk ên Sovyetê şikil da xwe û di nav xelekeke wisa de asê ma. Ev şikildayîna ku li dor propagandaya bolşevîzm û Sovyetê çerx dibe ku Îbrahîm Seydo Aydogan vê wekî fenomena edebiyata kurdî ya Sovyetê bi nav dike, rê li ber digire ku zimanekî edebî, xweser û vegêraneke estetîk û taybet ê wê serdemê çêbibe. Li gor Zülküf Ergün, “kurdên Sovyetê bê ku bi tevahî nasnameya xwe ya etnîk biterikînin nasnameyeke raser dipejirînin û di şûna gund û warên xwe yên berê da xwe bi “welatekî sîyasî” ve girê didin.” Romannivîsên wê serdemê gava roj tê û ji wî “welatê siyasî” derdikevin, wê derfetê ji xwe re peyda dikin ku romana xwe ji nû ve ava bikin û li ser awayên cuda yên vegêranê bifikirin. Yek ji wan romannivîsan jî Wezîrê Eşo ye ku herçendî nekariye ji şopa nerîta romana wê êwrê derkeve jî, bi hindek aliyên xwe gelekî ji wê dûr ketiye û vegêraneke cuda saz kiriye. Di vê nivîsarê de dixwazim bi çend têbîniyan li hin aliyên van romanan hûr bibim.

***

Îtbarî, Tosinê Ûşan, Sîber, Qirme, Hosta Hovhannes. Du ji wan wekî “novel” hatine binavkirin ku zêde ferqek nîne di navbera van û romanên wî yên din de ji bilî kurtahî û dirêjahiya wan, rasteqînî û çîroksaziya wan: Kurttir in ji romanên din û gelek hêmanên otobiyografiyê dihewînin. Li dawiya hemû romanan dîrokeke dawî heye: 2007. Ya herî zû di 1979an de dest pê bûye (Tosinê Ûşan). Û du mekan: Yêrêvan-Hewlêr.

Îtbarî û Hosta Hovhannes, ji nivîsên Kilam û Pênûsê ya Eşo jî xuya dibin, berê me dide nav û jiyanên rasteqîn ku li nav wan, li quncekî Wezîrek xuya dibe: li wir e, li wê derê. Di herdu romanan de jî îtbareke jidestçûyî xwe dide der û lêgerîneke li pey wê: Hûtî Begê ji ber zilma “Roma Reş” cîşihitî (sirgûn/penaber, gava ku mirov bi ser serpêhatiya dilsoj a kurdên Sovyetê ve dibe dê ne ecêb be ku ev peyv tenê li cem wan heye) bûyî lê di nav dubendiyeke adetî û toreyî, bajarî û gundîtî, xweyîtî û biyanîtiyê de maye û wê esaleta xwe ya berê ji dest daye, Hosta Hovhannes û dostê wî Şîraliyê ku li pey ezameta nostaljiyekê ne û dixwazin bi lêkirina malekê giringiya xwe ya berê jî bi dest bixin.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Tosinê Ûşan û Qirme bi naveroka xwe rexneyek e li pergala sosyalîzmê ya Sovyetê û Stalîn, berevajî gelek berhemên din ên kurdî yên Sovyetê, ku ji îdeolojiya Sovyetê re xweş dikin û propagandaya wê dikin (hete dereceyeke zêde ji mecbûrî), ji berhemên beriya xwe vediqetin û vê bi wêrekiyeke neadetî dikin. Helbet, mihtemel e ku tesîra cih û demê jî di vê yekê de hebe, çimkî ev roman di sala 2007an de li Hewlêrê bi dawî dibin û qet ne dûr e ku em bibêjin romaneke wisa di dema Sovyetê de dê nehata çapkirin, yan jî bi sansoreke zêde dê bihata çapkirin. Qirmeya ku hêmayeke serekî ye û di ser wê re paşxaneya civakî û siyasî ya wê dewrê nîşan dide, berê rexneyê dide Çêkayê (serwîsa muxebaratê ya Sovyetê ku piştî mirina Stalîn navê xwe dike KGB) ku çawa mirovan îstismar dikin, bertîlê werdigirin, pereyê xelkê dixwin, neheqî û zoriyê li wan dikin.

Herçî Sîber e, di şexsê keçeke bi navê Sîber de dîmenên adet, kevneşopî, bawerî, têkiliyên malbatî û civakî yên kurdan li ber meriv radixe. Rexneyek li vir jî heye, rexneyeke li civatê, li adeta xwazgîniyê.

***

Di romanên Wezîrê Eşo de jî wekî piraniya edebiyata me, piranî mêr dipeyivin. Îtbarî herçend nimûneyeke berevajî vê rewşê ye, lê di wê de jî piraniya karakterên jin tenê bi navê xwe hene, ne bi xeberdan, tevger, hest û pêhisînên xwe. Tevî ku vegêr Wezîr e jî karakterê serekî ne ew lê meta wî (ya bavê wî) Meyane ye û roman bingeha xwe li ser vegotinên wê ava dike. Ji ber ku ew qala bîranîn û kesûkarên berê dike, em bûyeran û kesan di ser vegotina wê re nas dikin, di bergeha wê re li meseleyan dinêrin, loma ew kesên qal dike jî li gor wê teşe digirin, hin pir derdikevin pêş hin kêm derdikevin yan qet dernakevin. Di qalkirinên wê de herî pir Hûtî Begê kalikê vegêr derdikeve pêş, herçî Karêya dêya vegêr û Xemêya pîrika wî ye, ji wan kêmtirîn kesan in ku navê wan li çend cihan derbas dibe lê qet axaftinên wan derbas nabin, em nizanin ka ew çi difikirin. Ti kartêka wan tune ye êdî, bi awayekî şênber xuya nakin. Mirov ji xwe dipirse, gelo navê wan jî qet derbas nebe, roman ji xwe kêm dike? Nake.

Û neyeksaniya di navbera karakteran de, mesafeya ku bi adilane nehatiye danîn. Di Sîberê de jî vê carê jinek li navenda vegêranê ye. Lê her wekî Omer Delikaya jî amaje pê dike, “Herçiqas Sîber wekî karakterê sereke ango serleheng were dîtin jî wekî xwîner em zêdetir ji dinyaya hundirîn a Eto haydar dibin bi diyalogên wî yên navxweyî re.” fokûseke neyekser heye li Sîberê ku hewl dide nîşan bide ka Sîber çawa mexdûr e û tûşî zehmetiyan tê. Ji ber neyeksaniyê gelek karakterên din jî xuya nabin, pasîf in û ne berbiçav in. Tevî ku Temir mêrê wê ye jî lê hema bibêje piştî zewacê em qet wî nabînin û nizanin ka çawa difikire, çawa li meseleyan dinêre, çi dibêje. Dayîk û birayên Sîberê jî her wisa, hema tenê navê wan heye û yên gelek birayan nav jî tune ye, tenê wek hejmar hene.

Zeynêya Tosinê Ûşan ne bi qasî mêrê xwe Tosin be jî, piştî wî rola herî berbiçav digêre di romanê de. Tevî ku yê wekî “kêmhiş”ekî tê sêwirandin Tosin e, lê ya ku rengdêrên “bêhiş û bêaqil” bi pey dikeve Zeynê ye. Di Qirmeyê de, tenê çend karakter xuya dibin û yên din tevî ku hene jî ne berceste ne, ne aktîf in, ti roleke wan tune ye. Ji vî aliyî ve, hin karakter xurt in hin jî gelekî qels in.

Di Hosta Hovhannes de dengê mêran pir xurt e û em hema hema jinan nabînin. Tenê navê wan heye, lê ew bi dengê xwe, bi gewdeyê xwe tune ne. Behsa Karêya jina Eşo tê kirin ku çawa xizmetê ji mêvanan re dike lê Karê bi xwe tune ye, xuya nabe. Di beşeke dirêj a dawiyê de Hovhannes tevî jina xwe diçe mala Şîralî, her tenê mêr dipeyivin lê qet behsa Karê nayê kirin û ew naaxive. Tenê tê diyarkirin ku kulfeta wî jî pê re ye. Ma qey zimanê wê tune ye? Yan mimkin e qet neaxivîbe? Ew li wir dekorek e êdî, bêdeng û wenda.

***

Karakterên yekalî, dûz û mitleq. Yên baş her baş in, yên xerab her xerab. Halbikî roman bitûnek e ku ji zeaf, kompleks, alozî û têveliya hest/pêhes û tevgeran û detayên besît ên rojane pêk tê, ji ber ku mirov bi xwe wisa ne. Û kûrahiya karakteran piranî jî ji vê ye.

Nêrîna nivîskar a li hember karakteran jî xuya dibe. Gava behsa kesekî dike, bi rengdêrekê pênase dike. Meselen di Sîberê de gava hin gotinên Xemo yên li hember bûka xwe neqil dike, dibêje ku “ev gotina ‘Sîbera delaliya mala xwe re’ wî bi awayê kulzikî, bi awayê zikreşiyê, bi ê kîn û boxa li hemberî wê anî ser zarê xwe.” (îtalîk aydî min e) Cihê ku lê zêde rengdêr û pênaseyên qutebir zêde hebin, biryarek li wir heye û darizandinek. Kûrahî jî pê re kêm dibe û ew alozî û têveliya mirovî jî. Nezer û têgihiştina me tê berterefkirin, ji ber ku li me tê ferzkirin ka çi çawa ye. Ev karakteran jî qels dike, ji ber ku ew êdî ne takekes in û ne bi serê xwe ne û cîhaneke wan a xweser nîne.

Di Qirmeyê de jî rewşeke wisa heye, deng û pênaseyên nivîskar li pêş in. Rengdêrên ku karakterekê yan jî rewşekê terîf dikin nahêlin ku em jixweber bi ser xisletên kesane ve bibin. Gava behsa Neçelnîk tê kirin, tê gotin: “Ji bilî zinêkariyê û kûçiksantiyê Neçelnîk bi ser de jî bêşerm, bêşeref, bênamûs bû.” (îtalîk aydî min) Li gor kê wisa? Helbet, êdî ne li gor me. Di Tosinê Ûşan de jî Tosin carnan gotinên wisa dike ku li hev nakin. Gava ew beşdarî kolxozê dibe bi carekê re bi jargona wan dipeyive û ev bi awayekî bilez û zêde çêdibe. Nayê zanîn ka çawa hînî axaftineke wisa dibe, û amadekariyek jî bo vê nayê kirin.

***

Romana kurdî ya Sovyetê ti carî ji ber devê sansor û zorlêkirinan nefilitî. Kongreyên nivîskaran ku di sala 1934an de pêkhatî, perwerdehiya ku qesta cîhana takekesî dikir û cîhaneke angaje ya ji bo propagandaya xebat û îdeolojiya dewleta Sovyetê kar dikir, mekanîzmayeke ku mirovî mecbûrî sîstema nav xwe dikir (ku Eşo bi xwe jî diyar dike ku ew wê hingê mecbûr bûn propagandaya Sovyetê bikin) û derfet û delîveyekê li derveyî xwe nedihişt, bi ti awayî rê neda romana kurdî jî ku di nav sînorên estetîk û edebîbûnê de hebûna xwe berceste bike û zimanê xwe yê xweser ava bike. Kurdên ku ji ber “Roma Reş” cîhil bûbûn, li warekî nenas bûbûn xwedî derfetên mezin ji bo zimanê kurdî, bi hesteke pak a kurdbûnê û tenê ji bo xatirê kurdan/kurdî, tevî hemû pêkutiyên fikrî jî xwe li qada romanê jî qelibandibûn. Lê bizava “realîzma sosyalîst” hê ji di destpêkê de rê li ber girtibû nerîteke xurt a edebî di romana kurdî de pêk bê. Belkî ji ber vê ye romannivîsan karî bes hingê derkevin derveyî sînoran, gava ku ji sînorên Sovyetê derketin, an jî gava ku Sovyet hilweşiya. Di romanên Wezîrê Eşo de jî em vê hewldanê dibînin. Tosinê Ûşan û Qirme du nimûneyên balkêş in ku ji sînorên heyî yên berê heta dereceyekê xelas bûne û wan êdî bi rehetî kariye rexneyê li Sovyetê û pergala wê ya sosyalîst bigirin.

Di Tosinê Ûşan de, gava Ûsiv sirgûn dikin, pismamekî Ûsiv diyar dike hela em bêjin Ûsiv kûlak e (bi rûsî tê maneya “kulm”ê ku ji bo zengînên gund tê gotin ku bi “kulm”a xwe dixwazin derbeke xedar bigihînin sazûmana karker û gundiyan û dewleta Sovyetê) lê zar û zêçên wî? “Ew tifalên neviyên Ûsiv jî xwe nebûn dijminê sinifîyê? Ew tifal hela hê destê xwe yê rastê û çepê ji hev nabijêrin wê çawa û çima bibin dijminên vê dewletê?” (r. 63) Rexneyê lê digire ku ev pergal ne tenê mezinan, lê her weha zarokan jî li ber bayê xwe dibe û ferqek tune ye kî mêr e, kî jin e, zarok e. Di esasê xwe de ev pergal li herdu aliyên gundiyan jî nayê li gor nivîskar, çi yên dewlemend çi yên feqîr. Tosinê şivan dibe “batrak” (unwana ku payeyeke baş e ku pergala Sovyetê dide gundiyên feqîr) lê nikare parçeyek goşt bixwe û xwarina xwe dîsa ji gundiyan dixwaze, navê wî heye lê zikê wî têr nabe. Li vê derê îroniya berhemê dest pê dike, mirina Tosinê şivan jî di ber goştê bizina wî ya tekane de diqewime ku di ber dilê wî de dimîne.

Hesoyê Qareman ê Qirmeyê tevî ku bi keda xwe jî dewlemend bûye, Çêka ew wekî kûlak bi nav kiriye, ew sirgûn kiriye û li gor wan keda wî keda gundiyan bûye. Mal û milkê wî dikin ê kolxozê (çewlika kolektîv) lê li gor vegêr ew “ê dewletê” ye êdî. Pergala Sovyetê wekî mirovxurekê tê nîşandan, ji ber ku ji her kesî dikeve gumanan. Tîtal tevî ku şev û roj xizmeta wan jî dike, roj tê ku merekek jê re zêde tê dîtin û bi dijminatiyê tê sûcdarkirin.

Eşo di ser karakterê xwe yê Tosin re rexneyê li sîstema komunîzm û sosyalîzmê ya Sovyetê digire. Tosinê bê mal û milk xwe diavêje ber derê gundiyan û Ûsivê dewlemendê gund wî bi xwe xwedî dike, lê belê wisa lê tê ku kolxozbûn Tosin “mest” dike û Ûsiv dixe bin lingan. Her tişt berevajî dibe û diguhere. Çawa ku li ser navê wekheviyê xelk ji mal û warê xwe dibin û yên din bêheq dikevin şûna wan, kesên din jî bêheq li wan dibin serok. Rexne û îronî ne tenê li dor pergala Sovyetê lê herweha li dor gundiyan jî tê gerandin ku çiqas xwe biaqil bihesibînin jî ya rastî ew safik in, loma gundiyên ku henekên xwe bi safikiya Tosin dikirin tam berevajî wê, li wan qewimî û ew ketin şûna safikan.

Nivîskar, rejîma dewletê wekî “rejîma dîktatoriyê” bi nav dike di Qirmeyê de. Çêkaya ku piştî şoreşê çekan ji gundiyan berhev dike, yên çekên wan hebin didin, yên tune bin jî ji bo wê gumanê ji ser xwe bibin, mecbûr dimînin çekan bikirin û bidin wan ji bo ku wê gumanê ji ser xwe bidin alî, mîna ku hebin. Di vir de berevajî, ne yên xwedî çek lê yên bêçek dixisirin, pez û dewarên xwe difiroşin ji bo çekan bikirin û çekfiroşên hay ji vê rewşê heyî jî, heqên çekan zêdetir dikin. Herçî hilbijartina sedrê kolxozê ye, herçiqas bi dengdanê be jî, hîlebazî tê de heye û “yên ji dewletê re dixebitin” tê de dibin serok. Li gor wî, dewleta Sovyetiyê serê ciwanan şûştiye loma li dijî mezinan radibin û aciz dibin ku qîma xwe bi rojên berê tînin.

Tosin bi tevgerên xwe wê derfetê dide nivîskar ku siyaseta Sovyetê (bolşevîkan) rexne bike ku çawa yên biaqil biçûk dixe, yên bêaqil dixe şûna wan. Ev gotina “Bavo, Bolşevîkan ên wekî Tosinê dînik jî anîn ser zîn, kirin merî.” ya gundiyekî li pey qubedetiyên ku Tosin kirine, bala me dikişîne ser wê yekê ku di pergala sosyalîzmê ya Sovyetê de, cih ji biaqilan re tune ye.

Di romanê de em dibînin ku gotinên dîn û baweriyan jî li gor rêbaza Sovyetê hatine eyb û qedexekirin. Tîtal gava li ber serokê Çêkaya navçeyê dibêje “stexula” (stexfirillah), Koçoyan dibêje: “Li vir tirêq, şêx û pîr tune ne, ku tu dibêjî: ‘Stexula.’ Li pêşberî te komunîst rawestiyaye û peyvên hêjayî wê bêje.”

Gava merivên pergalê tên ku zeviyan jî bikin milkê kolxozê, gundiyek xwe nagire û dibêje hûn me bêmilk dihêlin, lê ew meriv diyar dike ku ew wan dike milkên kolektîviyê. Gundî jî dibêje, nexwe em tiştên din jî bikin milkê kolektîviyê û wekî mînak jî dibêje, “jinên me”. Îronî û mîzaha ku di ser hûrgiliyên wisa re dewam dike, pergala Sovyetê pûç, nakok û bêferaset nîşan dide.

***

Wezîrê Eşo di avakirina karakterên xwe de li ser şopa nerîta romana Sovyetê berdewam dike, lê mijar û naverokên wî bi xwe, piştî dûrketina ji Sovyetê, rê û çivên cudatir dane ber xwe û berê xwe daye aliyên nehatî gotin, veşartî, kêmnas ên jiyana Sovyetê. Hin klîşeyên naverokî yên romana Sovyetê di van romanên wî de jî xwe didin der, bes nêrîna wî ya rexneyî û îroniya li hindek cihan, qadeke berfirehtir a vegêranê li ber vekiriye ku ji romanên vê serdemê vediqete.

Çavkanî:

Îbrahîm Seydo Aydogan, Guman 2: Wêjeya Kurdî û Romana Kurdî, Rûpel, 2014.

Ömer Delikaya, “Ronîkirinek li Ser Çend Aliyên Romana Sîberê ya Wezîrê Eşo”, Wêje û Rexne, 2018, j. 9-10.

Wezîrê Eşo, Hosta Hovhannes, Lîs, 2016.

Wezîrê Eşo Îtbarî, Lîs, 2016.

Wezîrê Eşo Kilam û Pênûs, Amd. Nihat Gültekin, Lîs, 2018.

Wezîrê Eşo Qirme, Lîs, 2016.

Wezîrê Eşo Sîber, Lîs, 2016.

Wezîrê Eşo Tosinê Ûşan, 2016.

Zülküf Ergün, “Nasnameyên Edebîyata Kurdî ya Sovyetê”, Nûbihar Akademî, 2022, j. 17.

Nivîskar/rojnameger
Înan Eroglu
Înan Eroglu
Jidayikbûyê 1994an, derçûyê beşa ziman û edebiyata kurdî. Du çîrokên wî sala 2010 û 2012an xelat wergirtine û du kitêbên wî yên çîrokan heta niha weşiyane bi navê "Têbîniyek" (2019, Avesta) û "Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din" (2021, Avesta). Ji 2010an pê de nivîs û hevpeyvînên wî di çendîn kovar, malper û rojnameyan de weşiyane. Edîtorî, wergêrî û redaktorî ji bo sazî û dezgehan kiriye. Di 2023yan de weşanxaneya bi navê Pall Weşan ava kiriye