Îro li Amedê, Amedspor bi Menemen Belediyesporê 0-0 ma û bû şampiyon.
Di hefteya dawî a lîgê da, Amedspor û Menemen Belediyespor îro saet 15:00an de hatin pêşberî hev.
Piştî ku maç qedîya aligirên Amedsporê daketin sehayê û li nava sehayê şampîyona xwe pîroz kir. Piştî çend anonsên li nava sehayê, ku ji bo valakirina sehayê bû, alîgiran seha vala kir û derketin derve.
Wan li ber derê stadyûmê jî serkeftina Amedporê pîroz kir, li ber dahol û zurneyan govend gêra.
Aniha li Amedê, li çendîn cihan serkeftina Amedsporê tê pîrozkirin.
Piştî maç qedîya, peyama ewil ya Amedsporê, li ser hesaba Xê bû “Merheba 1.Lig”