Ferit Sevimî strana xwe ya nû bi navê “Gulê” derxistîye.
Ev stran di albûma Sevîmî ya bi navê “Gav” da cih digire.
Di nav wê albûme da 5 stran hene ku Ferit Sevimî deng daye.
Stranbêj Sevîmî di terza ‘Blues’ê da stranan dibêje.
Ferit Sevim kî ye?
Ferit Sevim, bluesvan, gîtarvan û bestekarekî kurd e. Di sala 1995ê de li Şirnexê ji dayîk bûye.
Ferdê malbatek ji çanda dengbêjiya Botanê ye. Ji ber wê yekê evîna muzîkê hê di zaroktîyê de di dilê wî de şîn bû. Di demên ewil ên amadehiyê de evîna wî ya ji bo muzîkê gihaşt astek bilind û berê xwe da amûran. Li ser amûra gîtarê xwe pêşde bir û di çend çalakiyan de di komên herêmî de gîtarjenî û back vokalîstî kir. Di demên amadehiyê de ji ber evîna xwe ya çanda muzîkê ya herêma Şirnexê ket li ser rê û dest bi berhevkirina qeydên mayî û veşartî kir. Sala ewil a dest bi zanîngehê kirî karê xwe yê li ser muzîkê bi awayekî profesyonel di asteke bilindtir de domand.
Albumên Wî
Xelîn (Olana Bajêr, 2019)
Blues in Botan (2019)
Li Malê (2019)
Reggae’n Botan (2019)
Hêlm (2020)
Rast Hatinek (2020)
Navê Te Çî Ye (2020)
Berfa Havînê (2021)
Veqetîn (2022)
Gav (2023)
Wîkîpedîkurdî
Stenbol – Gotûbêjek li ser 126 salîya Rojnamegerîya Kurdî18/04/202415:13 Lîstika Rîuelîstik îro li Festîvala Şanoyê ya Amedê derdikeve pêşberî gel18/04/202414:24 Çawîşê pispor bi tohmeta ku ‘êrişa zayendî’ kirî, hat girtin18/04/202412:02 Giraniya Qenciyê û Dayin û Stendina Dilî18/04/202411:01 FOTO NÛÇE – Li Gundê Bircê yê Wêranşarê, Xelkê Êzidî Cejna Çarşema Sor Pîroz kir17/04/202417:19