Îsraîl û Azerbaycanê ji bo “ewlehîya dîjîtal” peymanek îmze kiriye

  • 31/05/2023
Îsraîl û Azerbaycanê ji bo “ewlehîya dîjîtal” peymanek îmze kiriye Isaac Herzog, serokê Îsraîlê, wêne: Twitter/Isaac Herzog
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

31/05/2023

Îsraîlê piştî xurtkirina têkilîyên xwe yên digel Tirkiyeyê vê carê bi dewletên wek Azerbaycanê re jî têkilîyên xwe baş dike.

Serokê Israîlê Isaac Herzog ji bo îmzekirina peymaneka di navbera Îsraîl û Azerbaycanê de, duhî, roja sêşemê, çûye Azerbaycanê.

Herzogî li wê derê digel serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyevî bersiva pirsên li ser peymanê daye. Li gor serokên herdu welatan peyman li ser hevkarîyên ji bo “saxlemîya civakî” ye.

Li gor nûçeya MEEyê Alîyevî gotiye di peymanê de xebatên ji bo “ewlehîya dîjîtal” jî hene.

%d