Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kürt-Kav) vê yekşemê, li Dêrsimê, derbarê Terteleya Dêrsimê û Seyîd Riza da, konferansek li dar dixe.
Di vê konferansê da, dîroknas Doç. Dr. Yalçın Çakmak, dîroknas Mahmut Akyürekli û lêkolîner Cemal Taş dê derbarê berîya terteleyê û piştî terteleyê da gotarên xwe pêşkeş bikin.
Konferansa ku dê 5ê Gulanê li Grand Şaroğlu Hotelê bê kirin dê di navbeyna 14:00-17:00an da pêk bê.