Li Qibrisa Bakur ji ber germahîya hewayê, 17-21ê Tîrmehê derketina derve hatiye qedexekirin.
Li gor biryara hikûmetê ji 17ê Tîrmehê heta 21ê Tîrmehê seat di navbera 12.00-16.00an da xebata li derve hatiye qedexekirin.
Tê gotin ku wezaretê ji bo parastina tenduristîya kes û xebatkarên li bin tavê dixebitin ev biryar girtiye.
Li gor Nûçeya Ajansa Tirkan a Kibrisê, biryara Wezareta Kar û Ewlekarîya Civakî duh Rojnameya Fermî da hatiye belavkirin.
Ji aliyê din ve Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê ragihand ku germahiya zêde wê 2 hefteyên din jî bidome.
Meteorologê Îtalî Fiulio Bettî ji bo rekora nû tarîxek destnîşan kir û got: “Di navbera 19-23 Tîrmehê da germahî ne tenê li Îtalyayê, li Yewnanîstan, li Tirkiye û li Balkanan jî wê bigihîje lûtkeya herî bilind.”