Belgefîlma ‘Wergerendina Ulyssesê’ dê li çend bajaran bê nîşandan.
Belgefîlma ku behsa şair û wergêr Kawa Nemir û serhatîya wî ya deh salan ya wergêrana berhema Ulyssesê dike, dê li çend bajar û festîvalan bê nîşandan û pêşbaziyê bike.
Belgefîlma ‘Wergerandina Ulyssesê’ ji aliyê Aylin Kuryel û Fırat Yücel ve hatiye derhênan. Berhemhênerên belgefîlmê jî Özgür Doğan, Aylin Kuryel û Fırat Yücel in.
Şair û wergêr Kawa Nemir li ser hesaba xwe Twitterê da zanîn û got:
“Bo yên lê temaşe nekirî! Vê havînê ‘Wergerandina Ulyssesê’ dê li çendîn bajaran were ser perdeyê!”
Berhema Ulyssesê ya James Joyceî, piştî xebeteka dûr û dirêj ya deh salan ji aliyê şair û wergêr Kawa Nemir ve bo kurdî hate wergêran û berhem îsal ji nav weşanên Avestayê derket.