Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DİTAM) di çarçoveya ‘Diyalogên Tîgrîsê’ de îro li Otêla Mitannia Regencyê, li Amedê civîna bi navê ‘Divê Kurd çi Bikin’ li dar dixe.
Di çarçoveya civînê da gelek nivîskar, lêkoler, çalakvan û siyasetmedar dê di 5 rûniştinên civînê de babetên muxtelîf yên peywendîdarê kurdan minaqeşe bikin. Vekirina Axaftinê serokê desteya rêveberiya DÎTAMê Mesut Azizoğlu kir.
Lêkoler û nivîskar Tanıl Bora, akademîsyen Cuma Çiçek, Doç. Dr. Bülent Küçük, Dr. Ali Çarkoğlu û Dr. Arzu Yılmaz wekî axêver beşdarî civînê bûn.
Rûniştina Yekem: “Çepa Tirkan, Netewperwerî li Tirkiyeyê û Kurd”
Di rûniştina yekem ya civînê de lêkoler û nivîskar Tanıl Bora behsa çepa tirkan, netewperweriya li Tirkiyeyê û kurdan kir. Bora, di axaftina xwe da behsa wê çendê kir ku di hilbijartina 2023yan da vetokirina temsîlkariya kurdan hîseka mezin ya serkeftinê da netewperwerên tirk û reaksîyoneka gelekî mezin heye li hember diyarkeriya kurdan ya li ser sehneya siyasetê.

Tanıl Bora di berdewamiya axaftina xwe qala çar boçûn û helwestên netewperwerên tirk yên derbarê kurdan da kir û got:
“Xaseten ji bo netewperwerên tirk, helwesta gelekî berbelav, ferqa millet û milliyetê ye. Li gorî wan kurd milliyet in û wekî tarîxî kurd negihiştine merhaleya milletbûnê; ji ber hindê netewperweriya kurdî wekî netewperwerîya qewmî pênase dikin. Helwesteka din, helwesta mihafizakar-netewperwer e. Li gorî vê helwestê kurd, wekî kurdên tirkan tên dîtin û ev helwest pişta xwe dispêre wê fikriyatê ku halê herî baş yê kurdan ew e ku kurd li jêr desthilatdariya tirkan da bin. Helwesta sêyem, ku helwesteke xirab e û wekî îdeojîk ez ê nekaribim pênase bikim. Ev helwest, zêdetir ajoyî ye ku li ser platformên medyaya civakî çalak e. Helwesta çarem jî netewperweriya Atatürk yan da jî netewperwerî ye. Li gorî vê helwestê, navê ‘tirk’ ne navê komeke etnîk e, yê welatîniyê ye. Lê belê gava ku em li naveroka vê helwestê dinêrin, nêzîkî helwesta ewil ya netewperweriya tirkan e.“
Rûniştina Duyem: “Ji 2015an ta 2023yan, Piştî 8 Salan Rewşa Heyî û Siyaseta Kurdî û Sebebên wê; Hêvî û Polîtîkayên Serdema Nû”
Di rûniştina duyem ya civînê da akademîsyen Cuma Çiçek behsa qonaxa 2015-2023yan û hêvî û polîtîkayên serdema nû ya siyaseta kurdî kir.
Cuma Çiçek, di berdewamiya axaftina xwe da behsa krîza dewletê ya piştî 15ê Temmûza 2016ê heta îro, derbxwarina serdestiya îslamî û şikestina Tirkiyeyê ya derbarê meseleya kurdan ya herêmî kir. Çiçek, bi awayekî berawirdî behs bire ser salên 1990î û niha û ev qonax weke zivistaneka reş bi nav kir.

Akdemîsyen Cuma Çiçek, derbarê ‘Tirkiyeyîbûn’ û ‘Kurdistanîbûnê’ da axivî û behsa biwarên cûda yên meseleya kurdî kir:
“Têgehên ‘Tirkiyeyîbûn’ û ‘Kurdistanbûn’ê, du têgeh in ku hevdu dermale dikin û divê bi vî awayî jî bêne dîtin. Hereketa kurdî hingî bikare Kurdistanî be, dê îhtîmala wê çendê hebe ku bikare bibe Tirkiyeyî.”
“Li seranserê Tirkiyeyê pêdivî bi tifaqeke siyasî heye. Cemawereka %84 heye ku naxwaze bi HDPê re biaxive. Ez qîmetê didime wê çendê ku li gel çep û çepgiran pêwendî bê danîn. Lê belê li wê derê îhtimala wê çendê nîne ku hêzeke stratejîk bi dest bikeve. Mîsyon û wezîfeya kurdan ne ew e ku netewperwerên tirkan veguherînin.”
Rûniştina Sêyem: “Tesîra Tirkiyeya Diguhere û Sosyolojiya Kurdan li ser Meseleya Kurdî ya deh salên li pêşiya me û Perspektîfa Kurdan ya Siberojê“
Di rûniştina sêyem ya civîn ‘Divê Kurd çi Bikin’ê da, ji Zanîngeha Boğaziçiyê Doç. Dr. Bülent Küçük diaxive.
Bülent Küçük di axaftina xwe dabehsa tirkbûna çepên tirkan, handîkapên binyadî yên kurdan û behsa hindê kir ka tirk çawa dikarin bibin Tirkîyeyî. Küçük, derbarê meseleya kurdî da got: “Meseleya kurdî û siyaseta kurdî ji aliyê binyadî ve di paradosekê de asê maye.” Herwiha Küçük behsa meseleya çînî ya karkerên kurdan jî kir û anî ziman: “Kurd tên înkarkirin û li bazarê bûne hêzeka erzan ya xebatê û zorîneya çîna karkeran ji kurdan pêk tê.”

Bülent Küçük di dewama axaftina xwe ya derbarê tirkîyeyîbûnê da got:
“Çîna navîn ya li rojava û rojhilatê Tirkiyeyê wekî hev in? Çîna bûrjûvayî ya kurdan ji çend kesan pêk tê? Em van nizanin. Gelo divê kurd bibin Tirkîyeyî yan tirk? Tirkiyeyîbûn çi ye? Eger em di vê civînê de tirkî diaxivin, ev ne nîşaneya Tirkiyeyîbûna me ye? Tirk çiqas bûne Tirkîyeyî? Li Tirkiyeyê meseleyak kurdan nîne, meseleyeka tirkan heye.”
Rûniştima Çarem: “Hilbijartinên 2023yan û Reftarên Hilbijêran”
Rûnişta çarem ya civînê bi pêşkêşîya Prof. Dr. Ali Çarkoğlu dewam kir. Ji Zanîngeha Koçê Ali Çarkoğlu, di pêşkêşiya xwe da behsa babeta ‘Hilbijartinên 2023yan û Reftarên Hilbijêran” dike.

Ali Çarkoğlu li ser tercîh û reftarên hilbijêran hûr bû û beyan kir ku:
“Meyla hilbijêrên kurdîaxêv ya derbarê hem neadilbûn û hem jî nedemokratîkbûna hilbijartinan da bilindtir e. Hilbijêrên tirk salên 90î xwe li ser xeteka rastgir pênase dikirin, îro meyla wan hilbijêran bo xeta rastgir zêdetir bûye.”
“%70 ji HDPyîyan xwe li ser xeta çepê pênase dikin. % 60 ji Akpartîyîyan xwe li ser xeta herî rastê dibînin. Di navbera hilbijêrên kurd û tirk da ferqeka mezin ya çep û rastê heye. Bi gotineka din, daneyên berdest nîşan didin ku kurd çepgir, tirk jî rastgir in.”

Arzu Yılmaz di axaftina xwe da qala pirsgirekên kurdan kir û got:
“Di pirsgirêka Kurdan da mijarek heye ku her kes heta radeyek mezin li ser hemfikir e. Mijara jeopolîtîkê mijareke girîng e ku bandorê li Kurdan dike. Pirsgirêka Kurdan ji pirsgirêka ewlekarîya navxweyî ye û veguherîye demokrasîya herêmî.”
“Em meseleya jeopolîtîkê ra rû bi rû ma ne. Ev mijar bandorê li mîmariya ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn dike. Mîmariya ewlehiyê û aktorên Rojhilata Navîn diguherine.”