Ew sala 1961ê hatiye dinê. Yek ji olîgarşîkên Rûsyayê ye. Di zarokatiya xwe de du caran ji ber sextekarî û dizîyê hatiye girtin. 9 salan di girtîgehê de maye.
Dema ji girtîgehê derketî pêşiyê li kolan û caddeyan di tebleya xwe de wek xwarinçêkerê seyarî kar kiriye. Wî hingê “hot dog” firotine. Ticareta xwe mezin kiriye û bûye xwediyê xwaringehên mezin. (Çavkanî: New York Times)
Li xwaringeheka xwe serokê Rêsyayê Viladîmîr Pûtîn nas kiriye. Pêşiyê têkiliya wan germ bûye û paşê wî li qesra serokatîyê ya Kremlînê jî ji bo Pûtînî xwarin çêkiriye.
Wî bi riza û hevkarîya Pûtînî û artêşa Rûsyayê û îstixbaratê, Şirketa Leşkerî ya Wagnerê ava kiriye(Çavkanî: Del Spiegel).
Ev hêzên leşkerî wek “hêzên leşkerên kirêkirî” têne nasîn. Wagnerê, Sibata 2018ê ji bo çavkanîyeka petrolê kontrol bike li Rojavayê bi hêzên kurdan re şer kiriye. (Çavkanî: Wikipedia)
Li Sûriye, Efrîqayê û Ukraynayê şer kiriye. Heta vê rûdana dawiyê ew yek ji mirovên herî nêzîkî Pûtînî bûye.