Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Polonya: Wagner nêzî sînorên me dibe

30/07/2023

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki diyar kir ku zêdetirî sed leşkerên Wagnerê ber bi deverek nêzî sînorê Polonyayê ve pêşve diçin.

Morawiecki îdia kir ku şervanên Wagnerê xwe wekî pasvanên sinorî en Belarusî nîşan didin û alîkariya koçberên derqanûnî dikin ku derbasî Polonyayê bibin.

Li gor Serokê Polonyayê, armanca Wagnerê têk birina aramîya Polonyayê ye.

Serokê Wagnerê Yevgeni Prigojinî bi daxwaza guherina kadroyên îdarî yên Artêşa Rûsyayê 23ê Hezîranê serhîldaneka çekdarî dabû destpêkirin.

Prigojinî, 24ê Hezîranê pêşî li Rostoveyê Bergaha Herêma Leşkerî ya Başûr dagir kiribû pişt re ber bi Moskovayê ve meşiyabû.

Lê serhildan bi navbeynkariya Lukashenk, di encama lihevkirina Kremlin û Prigojinî da heman rojê bi dawî bûbû.

Kremlinê ragihand ku Prigojinî dê biçe Belarusê.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan