Têbînî li ser kitêba ‘Katib û Kûçik’

Gelek caran dema ku wêjekar nivîsekê lê dike yan şênber e yan jî razber e. Bi ya min pirî caran her du bi hev re di berhemekê de û bi têkildarî hev du pir nayên bikaranîn. Çîrokên vê berhemê yên razber bi rabirdûya me ya ji mêj ve re, yên şênber jî bi jiyana me ya nêzik re têkildar in. Mirov dikare bibêje ku têkiliyeke xurt a berhemê û xwendevanan çêdibe. Ji ber wî hawî jî berhem di hişê xwendevanan de cihê xwe digire û xwe nade jibîrkirin. 

***

Zeki Akdağ

Berhema Katib û Kûçik di sala 2024an de li Stenbolê ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye weşandin. Nivîskarê wê Ulku BÎNGOL e û edîtoriya wê jî Osman Mehmed kiriye. Berhem ji du beşan pêk tê: Awêneyên El-Cezerî ku deh çîrok in û Gravûrên Goyayî ku hivdeh çîrok in.

Gava mirov her du beşan dide ber hev, du cudahiyên berbiçav derdikevin pêş. Yek, çîrokên beşa Awêneyên El-Cezerî li gor yên beşa Gravûrên Goyayî hinek din dirêj in. Dudu, çîrokên beşa Awêneyên El-Cezerî bi gelemperî têkildarî bûyên dîrokî ne. Lê yên beşa Gravûrên Goyayî kurt in û di demên nêzik de diqewimin. Herçiqas rasterast têkiliya her du beşan bi hev re tunebe jî gava mirov lê dinihêre, dibîne ku çîrok ji mêj ve wekî xelekekê ber bi dema nûjen ve tên. 

”Bav qeder e ji lawan re.”(r.12)

Bîngol, di çîroka “Ji Suadiyeyê ber bi Diyarbekirê ve” de qala bûyereke trajîk a dîroka kurdan dike. Nivîskar bi honandina çîrok û şayesandinê xwendevanên xwe dibe cih û dema bûyerê; ”…Gedeyek lawîn, ser xalîçeya li dîwêr keriyek xezal serav dikir. Li ser xalîçeyê, mishefek di rûberekî qedîfeyî de dardakirî bû. Siya Seyîd xwe dabû nav perê rihleya nexşandî…” Herweha heman çîrok rûpeleke ji dîroka kurdan a gelek sar û ji êşê mişt dide eniya xwendevanan, wekî mirov di wê demê de dijî, yan jî di wê kêliyê de li wir be sar û zer dibe; ”…Lêw ji Seyîdê bavê xwe nihêrt û got: -Bavê min, ezîzê ber dilê min! Pişt in law, pişt ji bavan re! Şahid e, bila şahid be Diyarbekira munewer ji vê sibeya ezîz re! Û stûyê xwe dirêjî kindirî kir…”

Çîroka “Xanê” jî bi şayesandina xwe xwendevanan dibe cihê lê û gav bi gav digerîne. ”…Wî deriyê mezin ê ji dara gwîzê. Ew deriyê ku bi risês hatibû pêçandin. Ê ku li her du aliyên wî, cotek gul hatibû danîn, gul hatibûn kolandin. Gul, gulên reş, gulên ji kevirê reş, li kevirên reş…”

“Pisûle” çîroka tevlîheviya dema niha û dîrokê ye, herweha xwendevanan dibe wê atmosfera ji xofê mişt û sosret. ”…Şêxê min herin ji van deran! Xunkar dixwazin nan û ava we biqedînin li rûyê dinyayê. Min xewnek xerab dî bi we ve. Min dît, di qesrekê de îşligek li we dikirin, îşlig di xwînê de diguvaştin û li we dikirin…” Helbet ne tenê ew atmosfera bixof cih, şayesandin û dîsa tevna çîrokê jî bala xwendevanan dikişîne.

”Ma tu miriyan jî dişoyî”(r.73)

Gava mirov li çîroka “Katib û Kûçik”ê dinihêre, dibîne ku; di hin pasajên wê de derbarê folklora kurdî de agahiyên girîng hatine dayîn. ”… Ji bo nezerê jî pîsiya kûçikan, di nav paçekî de dipêçan û darda dikirin… Bi deriyê me ve hê jî dardakirî ye nalên hespan…” Di vê çîrokê de ne tenê folklor, herweha qala birînên me jî dike ku li dergehên fermî, ne girîng in.

“Şevek Qasim Beg” jî çîrokek ji yên sosret û girîng e. Ji lewre; hem tê de dîrok, mîtolojî û destanên kurdî hene, hem jî şayesandineke serkeftî ya odeya Qasim Beg heye. ”…Li kevala yekê, li dora darek sêvên wê sor wekî xwînê, cenga mîrzayekî û dêwekî heftserî bû, li kevalek din mîrzayekî di destê wî de biskek por, li beranê qer û beranê qerqaşe li ser lîça avê dinihêrt…” Dîsa ecêbiyek di vê çîrokê de heye ku yekî xil û xerîb çûye qeracê gundekî, kêndir avêtiye stûyê xwe û xwe darda kiriye. …”Kesekî xil û xerîb çima û ji bo çi çûye xwe li wir xeniqandiye?!..”

”Nefs, ew xeleqa nefsê sînorê însanetiyê ye.”(r.34)

“Çîroka bi navê Hêsrên Kela Zerzewanê” jî hem qala kultûra herêmê, hem jî qala civak û dîroka herêmê dike. Nivîskar hem qala ermen û kurdan dike, hem jî di heman çîrokê de mekanekî ji xwendavanan re şayese dike. ”…Kela Zerzewanê dinyayeke biçûk û xweşik bû, têrî xwe û têrî hemû kesan dikir ku ji cî û warên xwe hecirîbûn… Di nava vê bedenê de perestgeheke rojperestan, dêreke veşartî di zinêr de hatibû kolandin û li naverasta kelehê jî dêreke mezin a duderî û xweşik bi kevirên birî û neqişkirî hatibû bilindkirin…” Herweha di heman çîrokê de qala evîna ermenekî û kurdekê dike. ”… Cara ewil min li dêra di bin erdê de guşiyek ramûsan ji dêliya lêvên Xanzayê quraftibû… Mirov nikare dûr bikeve, ji ciyê ku agirê evînê bi dil dikeve… şalûlê dilê min bûbû bengiyê Xanzaya Mirtib.”

Di çîroka “Dengê tê ji Zaga Filla” ya di beşa Gravûrên Goyayî de qala êşeke mezin ya vê herêmê dike. Qirkirina filleyan. Bi çîrokeke kurt lê gelek bi bandor ji me re qal dike. ”…Lê we tew nebîhîstiye dibêjin di wî zemanê qirr û birrê de zaro û mezin avêtine van zagên filla!… Loma jî her roj hevdû temî dikirin, ji hev re digotin bi şev bila kes behsa zaga filla nekin. Lê her şev jî deng dihat ji zaga filla wekî îşev.”

”Gulîstan tenê ye li vê derê.”(r.86)

Di gelek çîrokên berhemê de pasajine hene ku derd û kulên kurdan didin der. Ya rast belkî hemû kurdan jî ew êş û zehmetîyên hevpar dîtibin. Gava mirov wan dixwîne yan li gundê xwe, yan li mala xwe, li derdora xwe û di dîroka xwe de wan dibîne. Ji bo mînakê mirov dikare van hevokên reş yên zarokatiya hemû kurdan bide ku di çîroka Mektebê de derbas dibe: ”Erê tê bîra min, wê rojê ez lal bûm di mektebê de! Lal bûbûn di mektebê de ew zarokên em her roj bi hev re dilîstin! Em lal bûbûn, te digo qey kuliyan zimanê me xwaribû di wê mektebê de!”

Bi giştî zimanê berhemê kurdiyeke xweş û resen e. Herikbar û rewang e û herweha standard e jî. Dirûvê zimanekî çêkirî û bêruh pê nakeve. Mirov dibêje qey bi kurmanciya mala xwe diaxive. Her çiqas piranî bi vî awayî be jî çend mînakên li dijî van gotinên me jî hene. Ango carinan heman peyv bi heman standardê nehatine nivîsandin. Ji bo mînakê; Di çîroka Hêsrên Kela Zerzewanê de heman peyv sê caran wekî ”mitirb” heft caran jî wekî ”mirtib” hatiye nivîsandin. Dîsa di çîroka Qasetoreya Şikestî de heman peyv sî û heft caran wekî ”qasetore” çar caran wekî ”qasatore” û carekê jî wekî ”qasetoeyr” hatiye nivîsandin. Di çîroka Aşê Mangedoş de heman peyv çar caran wekî ”çewal” û çar caran jî wekî ”çawal” hatiye nivîsandin.

Wekî min li jor jî qal kir exlebê berhemê mirov dide dû xwe, xwendevanan dikişîna nava dem û cihên xwe. Bi ziman şayesandin û tevna xwe. Ango hemû çîrok bi zimanekî siruştî û herikbar hatine lêkirin. Gava mirov berhemê dixwîne tê de naxetime, aliqandinek çênabe. Lê ji xeynî van mînakan: ”Fir’ewnên misrî tev kûçikên xwe dihatin şimakirin.”(r.25) ”Me heta niha hew em ê çawa bilûra zêrîn ji dest Rizgan bixelisînin, peyivîn.”(r.32) ”Na wî fêm nekir ku min vekirina dêrî ji bîr kirî…”(r.35) ”Hima bêhemdî xwe ez derbasî dikanê bûm.”(r.47) ”Vê cara jî rasthatinek bi vî awayî bû…”(r.51) ”Diravên ku ji leşkeran re dihat, berî ku dirav bidin leşker li wê lênûskê dihate guhestin.”(r.61) Gava mirov tê tala van hevokan zû bi zû nikare bixwîne û derbas bibe. Di van mînakan de carinan awayê hevoksaziyê, carinan jî bikaranîna qertaf an jî peyvê ya ne di cih de xwendevan asteng dike.

Helbet şêweyê şixulandina zimên di nivîsarên edebî de ji her tiştî girîngtir e. Di rexne û nirxandinan de rexnegir bi piranî li awayê şixulandina zimên dinihêre. Lê divê li ser rêzimanê jî were sekinandin. Di vê berhemê de di mijara xalbendiyê de çend xeletî tenê hene. Tewang bi piranî, bi awayekî gelek serkeftî hatiye bikaranîn. Bi tenê çend mînak hene ku tewang nehatiye bikaranîn. Gava xwendevan dixwîne carinan xeletiyên rastnivîsê jî derdikevin pêşiyê.  Bi taybetî jî, di mijara yekjimar û pirjimariyê de çend şaşî hatine kirin. Ji bo mînakê; ”…wekî porên wî spî…”(r.13) ”…çavên xwe kutabû mercekê…”(r.17) ”…xanê em tên lê rûdinin em gelek hûrgiliyên wan nabînin…”(r.17) ”…Loma jî xwest zûzûka ji nav wî bajarê miriyan, yên bi qasî bajêr mezin bûbû derketa.”(r.20) ”…Tiştên herî bi xof û tirs kûçik e…”(r.27) ”…zindî bêhna bilbizêkê hilnagre… ”(r.20)

Gelek caran dema ku wêjekar nivîsekê lê dike yan şênber e yan jî razber e. Bi ya min pirî caran her du bi hev re di berhemekê de û bi têkildarî hev du pir nayên bikaranîn. Çîrokên vê berhemê yên razber bi rabirdûya me ya ji mêj ve re, yên şênber jî bi jiyana me ya nêzik re têkildar in. Mirov dikare bibêje ku têkiliyeke xurt a berhemê û xwendevanan çêdibe. Ji ber wî hawî jî berhem di hişê xwendevanan de cihê xwe digire û xwe nade jibîrkirin. 

Di berhemê de çend metaforên xurt û bibandor hatine bikaranîn ku tev ji bo kurdan xwedî wateyên kûr û dîrokî ne. Ji bo mînakê; Îşligê bi xwîn, kêndira di stûyê cellêd de, odeyek wekî binê bîrê û bîrek bi vê ruhniya lambeya şevê sor wekî xwînê…

Şîrove bike