Di siyaseta Tirkîyeyê da paşeroja Kurdan ber bi ku ve diçe?

Di siyaseta Tirkîyeyê da paşeroja Kurdan ber bi ku ve diçe?
Di siyaseta Tirkîyeyê da paşeroja Kurdan ber bi ku ve diçe?
Gulistan Korban
  • 17 Mayıs 2023 12:26

Yek ji encamên herî girîng yên hilbijartinên 14ê Gulanê bêguman kêmbûna dengên HDPyê bû. Ew bi navê Partîya Çepên Kesk (YSP) ketibûn hilbijartinan.

Rêjeya dengên HDPyê ji sedî 11,7an daketiye sedî 8,8an.

Armanca HDPyê ew bû ku hejmara 67 parlamenterên xwe yên di sala 2018an da bi dest xistibûn, derxîne 100î. Lêbelê ev jimar di 62an da maye.

Di şîroveyên siyasî yên heta îro hatine kirin da girîngîya dengên kurdan dihate destnîşankirin.

Her wiha dihat gotin ku, kîjan namzetê serokkomarîyê dengên kurdan bigre dikare ji xwe ra derîyê desthilatdarîyê veke.

Lêbelê îro, piştî encamên hilbijartina 14ê Gulanê hêj dengên kurdan girîng in gelo? 

Her wiha YSPyê çima ewqasî dengên xwe wenda kirine? An jî di paşerojê da kesê ku bibe desthilatdar dê pirsgirêka kurdan çareser bike?

“Di vê rewşê da çareserkirina pirsgirêka kurdan li ser bingeheke demokratîk zehmet xuyaye”

Akademîsyên Vahap Çokun bi xebatên xwe yên li ser meseleya kurdan tê nasîn. Li gor wî di rewşa heyî da çareserkirina pirsgirêka kurdan li ser bingeheke demokratîk zehmet e.

Parlamentoya heyî di destê Tifaqa Cumhurê da ye. Li Tirkîyeyê pêla netewperestîyê jî bilind dibe. Lê dîsa jî Erdogan serokekî pragmatîk e. Di hin deman da dikarê sîyasetên cuda birêve bibe. Her wiha rîskan jî digire. Di paşarojê da dibe ku geşedanên li Sûriyeyê wî neçar bike ku pirsgirêka Kurdan çareser bike.

Vahap Çoşkun
Ardil Batmaz

Li Tirkîyeyê 65 milyon hilbijêr hene. Sedî 18ê wan jî dengdêrên Kurd in.

HDPyê xwedî 6 milyon dengan bû û bi navê YSPyê ketibû hilbijartinan. Lê niha nêzîkî 2 mîlyon dengên xwe wenda kirine.

Bi ya Akdemîsyên Vahap Çoşkunî hilbijartinên 14ê Gulanê 3 encamên girîng derxistine hole:

*Tifaqa ku HDPyê avakir li dijî wan kar kiriye. Taybetî lihevkirina HDPyê ya bi TÎPê ra him deng, him jî wekîlan da wendakirin.

*Faktora duyemîn a girîng jî daxistina benda hilbijartinê bû. Ev yek di rêveberî û hilbijêrên HDPyê da motîvasyonê kêm kiriye. Hilbijêrên berê bi awayekî stratejîk dengên xwe dabûn vê carê nedan e.

*Ya sêyem jî hevkarîya HDPyê ya bi muxalefetê ra betir kêrî CHPyê hatiye.

Ji ber van her sê sedeman HDPyê di van hilbijartinan da nikarîbû serkeftina ku dihat payîn bi dest bixe.

Vahap Çoşkun

“Em ê di serî da xwe rexne bikin”

Parlementerê YSPyê yê Amedê Mehmet Kamaç jî ji Botan Timesê ra diyar dike ku wan peyamên dengdêrên xwe fêm kirine.

Ji encamên di vê hilbijartinê da derketiye divê em xwe berpirsîyar bibînin. Em ê tiştên pêwîst bikin û rexnedayîna xwe bidin gelê xwe.

Mehmet Kamaç