Bîranîn, cureyeke rabirdûyê ye ku bi dema niha ve hatiye girêdan û tê de bîr aktîv dibe û şîn ji wê tê hîskirin. Ev rewş û hal, êdî hesretek e ji bo tişta jidestçûyî û berzebûyî. Tişta ku li ser tê axaftin, xemgînî û şîn e ku rabirdûyê ji bo me hiştiye.
***
Belgefîlma La Espalda Del Mundo (Rûyê Din yê Dinyayê, 2000) ji sê beşan pêk têtin û derhênerê fîlmê Javier Corcuera ye. Beşa yekem ya belgefîlmê wekî El Niño (Zarok) hatiye binavkirin ku behsa zarokên karker dike yên ku li Perûyê keviran dişikînin. Beşa duyemîn ya bi navê La Palabra (Peyv) ye ku derbarê sirgûnkirina siyasetmedar Mehdî Zana de ye. Beşa sêyemîn, La Vida (Jiyan) jî li ser zindaniyên di hucreyekê de ye ku ew zindanî li benda darvekirina xwe ne. Digel ku ev belgefîlm li ser sê beşên xweser hatiye raçandin, ev nivîsar dê bes li ser beşa duyemîn, La Palabrayê hûr bibe ya ku behsa Mehdî Zana diketin.
Beşa La Palabra, ji 26 deqeyan pêk têtin û îfadeyên dijber ên cûda dihewîne: ev îfade bajar û gund, zindan û azadî, jin û mêr, dayûbab û zarok, Stockholm û Diyarbekir, xwarin û birsîbûn, aşitî û tundî, dûrbûn û nêzîkbûn, zivistan û havîn hwd in. Ev hemî îfadeyên dijber bi awayekî non-linear fictionê (doğrusal olmayan kurgu) hatine vegêran ku ev awayê vegêranê li ser xeteke yekreng ya mekan û zemanan pêşve naçe. Bi gotineke din, di belgefîlmê de mekanên cûda –Stockholm û Diyarbekir- û zemanên cûda –rabirdû û niha- pêkve têne vegêran. Ev hemî dijberî -zordestî, tundûtîjî, kuştinên failên wan nediyar, zindan û sirgûnkirina kurdan ya li Kurdistanê dide xuyakirin. Gotina Mehdî Zana ya “Milletê kurd çawa nesîbê xwe ji van zor, zixt û zihmeta kişandibe em jî perçeyek van kurdan in. Îro kurdbûn zihmet e.” tam jî teqabûlî van dijberiyan dike. Lê belê fokûsa esas ya ku di vegêranê de bi ser van dijberiyan re avabûyî, ji xwedîderketina nasnameyekê zêdetir, îfadeya gotareke (discourse) berfirehtir e. Ji ber vê yekê hêza “îfade”ya kurdan, hemî bûyerên hatî serê kurdan radikêşe ser zemîneke polîtîk. Dema ku rabirdûya karakteran an ya bûyeran bi “deng” tê vegêran, dîmen dema niha nîşan didin. Lê ya ku ez dixwazim bibêjim, ev rewşa heyî wekî çerxeke sirgûnkirin û zindankirinê dizivire. Ji ber vê yekê qutbûna têkiliya Mehdî Zana û Leyla Zanayê -ku ji 24 salan tenê 4 salan bi hev re mane- temsîla dîroka kurdan ya qutbûyî refere dike. Ev temsîl, trajediya kurdan e ku Mehdî Zana li Stockholmê, Leyla Zana li Enqereyê û zarokên wan jî li Parîsê ne û peyva “Kurdistanê” wekî referansa welatekî, bi tenê di dema çêkirina xwarinekê de tê bilêvkirin. Ji ber hindê, tevahiya têkiliyên rojane yên kurdan xwedî karaktereke polîtîk in û têkiliyên şexsî û hestiyarî ji rewşa polîtîk ya kurdan muteesîr dibin.
Di beşa La Palabrayê de derhêner bi afirandina hin tebeqeyên vegêranê çîrokekê ava dike. Berî her tiştî belgefîlm behsa jiyana Mehdî Zana ya rojane dike ku ji jiyana wî ya sirgûniya li ewropayê, seredana zarokên wî yên li Parîsê û peywendiya wî ya li gel Leyla zanayê pêk tê. Herwiha, belgefîlm her dîsa behsa jiyana Mehdî Zana ya li Kurdistanê jî dike ku li ser demên zarokatî, şaredarî û zindanîbûna wî hûr dibe.
Di vê çarçoveyê de, bi ser şexsên Mehdî Zana û Leyla Zanayê re, di fîlmê de aliyekî dîtbarî yê performansên kolonyalîst ên dewleta tirk ava dibin ku berê wan li erdnîgariya Kurdistanê ye. Ev yek, bi dîmenên arşîvê tê xurtkirin û rewşa siyasî ya kurdan ji berê heta niha dibe mijara sereke ya fîlmê. Ji ber hindê, bi ser şexsê Mehdî Zana û Leyla Zanayê re belgefîlm li dor zindanî, sirgûnî û tundûtîjîya li ser kurdan ya ku hemî erdnîgariya wan dorpêç kiriye, tê ristin. Her peyva ku ji aliyê Mehdî Zana ve tê gotin -ku ew temsîlkarekî giring yê hereketa siyasî ya kurdî ye, performansa kolonyalîst ya berev Kurdistanê, vê rewşa kolonîzebûnê nîşan dide.
Di vê rewşê de bi gotina Giorgio Agemben ya ku behsa erdnîgariyeke kampkirî (camp, camping) dike -ku qaîde dibin îstîsna- xwe di proseyên polîtîk de dide der. Erdnîgariya ku bi “rewşên awarte” hatiye kampkirin, bi awayekî derdikeve meydanê ku hebûna kurdan dide sekinandin. Di vê wateyê de belgefîlm, bi navendîbûna bajarê Diyarbekir û bi şahidiyan babetên cihekî kolonyal pêşkêş dike. Bo nimûne, toqeya rengîn ya li serê Leyla Zanayê û bedela gotina wê ya “biratiya gelan” dibin sebebê cezayê zindanê yê deh salan. Çarçoveya siyasî ya ku kurdayetî li ser hatiye avakirin, bi hebûneke polîtîk tête îfadekirin. Her peyv û performansên ku perywendîdarê kurdbûnê ne, potansiyelên wan yên sûcên polîtîk hene. Li gorî vê yekê, asta ontolojîk a polîtîk ya kurdayetiyê, bi ontolojiya polîtîk ya sînemayê re entegre dibe. Wekî ku Pascal Bonitzer dibêje, “Her fîlm gotarekê (discourse) çêdike. Ev gotar kêm zêde naverok e û nepenî ye. Û yên ku vê rastiyê derdibirrin jî di dawiyê de bîner in.” [1] Ji ber vê yekê, nepeniya gotara fîlmê ya ku hatiye avakirin, encama kurdbûna li Tirkiyeyê û xwedîderketina vê nasnameyê ye ku xwe dispêre kontekseke polîtîk. Di fîlmê de em gelek caran van hevokan dibihîzin: “Ev Dîcle ye. Berê qîz û xortên kurdan li vir ji hev hez dikirin. Vêga cihê genca windabûnê [windabûna gencan e] ye.” Di vê wateyê de, ev dîmenên arşîvê ji me re vedibêjin ku rejîmeke demê heye û heta niha jî berdewam e. Tişta ku fîlm behsê dike, ne tenê tiştên ku berê qewimîne, herwiha qîmeta rabirdûyê ya ji bo dema niha ye.
Dema ku Mehdî Zana behsa zaroktiya xwe û Farqîn/Silîvayê dike, kamera vedigere û flashbackê dike û em dîmenên arşîvê yên li bazara Silîvayê dibînin. Di vê navberê de dengê Mehdî Zana, ji paş ve (background) bilind dibe û em dibînin ku rûyê mirovan, mobîlya, dîwar, qêrîn, kolan, leşker û cendirme ji nava sûkê derbas dibin. Julio Cortazar bo vê rewşa sirgûniyê: “Rastîyek heye ku her sirgûnîyek şoqek e. Bi xwe re trawmayekê jî tîne. Kesê/a sirgûnkirî jinek e, mêrek e ango insanek e; her tiştê ku xwedîyê wî/ê ye, ji nişka ve dev jê berdide, ji malbata xwe, ji derfetên xwe yên baş, ji jîyana xwe ya ku hînbûyî, ji bêhna hewayê, ji rengê ezmên, ji xanîyê ku lê dijîya, ji kuçeyan, ji pirtûkxaneyan, ji kûçikê xwe, ji qehwexaneyên ku lê bi hevalên xwe re dirûnişt, ji rojname, muzîk û gerên li nava bajêr qut dibe. Weke evînekê ku ji nişka ve biqede, mirineke hewilnak e ya ku aqilê mirov tênegihê; ji ber ku bi awayekî zanayî jîyanê didomîne.” [2] Cihê ku Mehdî Zana bi hestiyarî behsa Silîva dike bîranînên wî yên sirgûniyê xwe didin der. Bîranînên sirgûniyê îfadeyên hesreta welatê wî û cihê jidayikbûna wî ne. Ji ber vê yekê, li ser sirgûniyê ya ku Edward Said dibêje, em dikarin bo Mehdî Zana jî bibêjin; “Ji bo sirgûnekî, pratîkên jiyanê, xweîfadekirin û çalakiyên li hawirdora nû, li hember bîreweriya ku rewşên van adetan li hawîrdoreke din tomar kiriye” [3] Dengê Mehdî Zana yê bi kurdî, berhema Çarşiya Silîvayê ya ku wî li sirgûniyê nivîsiye, ev hemû qadên zimanî, wekî cureyeke portreya sirgûnîyê ya Mehdî Zana ne ku Zana vî zimanî wekî welatê xwe dibîne. Wek Adorno dibêje; nivîs, wekî jîngehekê ye bo wî kesê ku êdî welatekî wî nîne. [4]
Nivîskarê Katalan Juan Gaytisolo, diyar dike ku dîktator Franco ew veguherandiye Juanekî Bêwelat; ku wî ew veguherand cihûyekî koçer ku qet li tu derê xwe wekî li malê hîs nedikir. Ji bo ku bi afirandina edebiyatê re li dijî bêcihûwarbûnê bisekine, derbarê têkiliya xwe ya nakokî ya bi xwe û ya derdora xwe re wiha beyan dike: “Nivîskar zimanê xwe hilnabijêre, bi rastî jî ziman wî hildibijêre û ji bo nivîskarên sirgûn ziman cihê welatê wî yê rasteqîn digire.” [5]
Ji bo Mehdî Zana em dibînin ku ji welatê xwe veqetiyaye, welatê xwe bi zimanê xwe jiyaye/afirandiye û zimanê xwe yê zikmakî wekî welatê xwe dibîne. Diyarbekir/Silîvaya ku gelek caran di bîranînên Mehdî Zana de tê vejandin, ew welatê ku mal, mirov û civat bi tunebûnekê hatiye nîşankirin, ew hesreta wî welatî dikêşe. Wekî Foucault dibêje; jixwe, yekane welatê rasteqîn, yekane mala ku mirov xwe lê bigire, tê de bihêwire, ew ziman e ku ji zarokatiyê ve hîn bûye. [6] Ev mala-zimanî ya ku di tevahiya fîlmê de cih digire; wekî îfadeya bîr, berxwedan, hebûn û diyardeyên kolektîf in. Bîr, wek ku di nav sirgûnan de, wekî Mehdî Zana -ku bênavend e û ew hesreta rabirdûyê û welatê xwe ye û texeyyulkirineke bedew a welatê xwe ye. Wiha dibêje Zana: “Ez li qezaya Silîva hatim dinyayê. Silîva qezayeke Kurdistanê ye, girêdayî Diyarbekir e. Li Silîva de çarşiya wê, tu car ji bîra min naçe. Zarotiya min jî li wir derbas bû. Wan însanan, ew xweşahiya çarşiyê, nava wê gerê de, ew dikan…” Ji ber vê yekê ji bo fîlmên li ser kurdan hatine çêkirin, divê dîmen bi zanyariyên non-diegetic bihêne temamkirin. Cîhana non-diegetic ya vê belgefîlmê ku erdnîgariyeke kolonîzekirî nîşanî me dide -ku tê de koçberî, sirgûn, kuştinên failên wan nediyar, îşkence, zext û qedexe derdikevin holê. Di vî warî de her fîlmeke ku behsa helwestên siyasî yên kurdan dike û ya ku ji cîhana van fîlman dinizile ew e ku tê de tiştên civakî û siyasî di nava fîlman de dihelin.
Axaftina Mistefayê terzî -wekî ku hoste Niyazî nîşanî me dide- di serpêhatiyên siyasî yên Mehdî Zana de xwedî cihekî giring in. Dema Mehdî Zana tête girtin û diçe zindanê, terzîxaneyê ji bo şagirtê xwe Mistefa dihêle. Di vê dîmenê de Mistefayê terzî, behsa fotografekê dike ku eve 25 sal e diparêze. Terzî, bîranînên xwe yên li gel Mehdî Zana û şîretên xwe yên ji bo pêvajoyên hilbijartinên şaredariyê dibêje. Dema ku wan rojan tîne bîra xwe, xemgîn dibe û xwe diavêje bextê kêşana cigereyan.
Bîranîn, cureyeke rabirdûyê ye ku bi dema niha ve hatiye girêdan û tê de bîr aktîv dibe û şîn ji wê tê hîskirin. Ev rewş û hal, êdî hesretek e ji bo tişta jidestçûyî û berzebûyî. Tişta ku li ser tê axaftin, xemgînî û şîn e ku rabirdûyê ji bo me hiştiye. Wêneya di destê wî de şahidiya serdemekê dike. Bîra terzî, bi wêneyeke sembolîk dibe îfadeya serdemeke dîrokî û çarçoveyeke civakî û siyasî.
Ev nivîsar dê li ser hindek belgefîlmên din yên derheqê Mehdî Zana û Leyla Zanayê de dewam bike.
Çavkanî:
[1] Pascal Bonitzer (1995). Bakış ve Ses. (wer. İzzet Yaşar). İstanbul: Yapı Kredi Yayınları.
[2] Dawid Yeşilmen. “Sirgûn û Rewşenbîrî: Xwendineke Tematîk Li Ser Romana Firat Cewerî Payîza Dereng”. Wêje û Rexne, hejmar 6, r. 225-242.
[3] Edward Said (2006). Kış Ruhu Edward Said’den Seçme Yazılar. (wer. Tuncay Birkan). İstanbul: Metis Yayınları, r. 42.
[4] Theodor W. Adorno (2021). Minima Moralia Sakatlannmış Yaşamdan Yansımalar. (wer. Orhan Koçak ve Ahmet Doğukan). İstanbul: Metis Yayınları, r. 91.
[5] Juan Goytisolo (1993). Yeryüzünde Bir Sürgün. (wer. Neyire Gül Işık). İstanbul: Metis Yayınları, r. 81.
[6] Michel Foucault (2014). Güzel Tehlike. (wer. Savaş Kılıç). İstanbul: Metis Yayınları, r. 30.