Li Amedê komekê tekbîr anî, got Allah û Ekber û êrişî çalakîya dansê kir.
Vîdeoyên êrişî di demekî nêzîk da li ser medyaya civakî belav bûn.
Li gorî nûçeya Rûdawê komeka ku ji 50 kesî pêk dihat tekbîr dan û wan êrişî çalakîya dansê kir, di vê êrişê de 2 kes birîndar bûn.
Dibistana dansê ya bi navê “Swingamed”ê li navenda bajêr li Parka Temayê çalakîyeka dansê li dar xist.
Piştî ku çalakîya dansê dest pê kir komeka ku ji 50 kesî pêk dihat çû parkê, wan tekbîr dan û êrişî koma dansê kir.
Hinek endamên koma dansê birîndar bûn û tîmên tenduristîyê 2 ji wan rakirin nexweşxaneyê.
Li alîyê din, vê bûyerê bi manşetên cuda di rojname û malperan da cih girt.
Çendek ji wan ev in:
Güneydoğu Güncel: “Diyarbakır’da Cinsel İçerikli Dans’a Vatandaşlardan Müdahale” (Li Amedê ji alîyê xelkê ve mudaxele hate kirin bo çalakîya Dansê ya ku kiryar û tiştên cinsî dihewîne)
Malpera Cumhuriyetê: Li Amedê Êrişa Paşverû
Artigerçek: Li Amedê bi Tekbîran êrişî Çalakîya Dansê Kirine
Gazeteduvar: Li Amedê bi Tekbîran êrişî Çalakîya Dansê Kirine
T24: Li Amedê Komekê Çalakîya Dansê li dar xist, bi tekbîran êriş kirine
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.