Serokkomariya Tirkiyeyê rêbera etîka medyayê weşandiye

26/12/2024

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê rêbereka nû ya bi navê “Nûçegîhaniya Rast û Etîka Medyayê” weşandîye.

Rêber ji bo zimanê kurdî hatiye wergerandin lê di nav çavkaniyan de yek tenê jî çavkaniya medyaya kurdî nîne.

Rojnamegerên Sînornenas (RSF) di raporeka xwe de diyar kirîye ku ji sedî 90ê medyaya neteweyî ya Tirkiyeyê di bin kontrola hikûmetê de ye.

Rêbera ku bi kurmancîyeka serast hatiye wergerandin û cih daye agahîyên bingehîn ên rojnamegeriyê ji bo pirsa “gelo li Tirkiyeyê medyaya dewletê jî tê de ev rojnamegerî tê kirin an dikare bê kirin” bersivek nehatiye dayin.

Rojnamegerên Sînornenas: Tirkiye di rêza 158emîn de ye

Li gorî Îndeksa Azadiya Medyayê ya RSFyê ya 2024ê, Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 158emîn de cih girtîye. Ev der barê sala borî de 7 pille bilindbûnek e, lê rêxistinê diyar kirîye ku otorîterî li Tirkiyeyê xurt dibe û hemû rê tên bikaranîn ji bo qelskirin û bêdengkirina rexnegiran.

Serokkomariyê rêbazên nû diyar kirin

Rêbera ku ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ve hatîye amadekirin, li ser pênc mijarên bingehîn disekine: endamtîya pîşeyî, çavkanîya nûçeyê, awayê pêşkêşkirina nûçeyê, rastkirina nûçeyê û bikaranîna medyaya civakî.

Li gorî rêberê, peywira sereke ya endamên medyayê ew e ku li ser mijarên berjewendiya giştî agahiyan belav bikin. Rêberê diyar kirîye ku rojnameger ji her tiştê ku dinivîsin berpirsiyar in û divê ji bo berjewendiyên şexsî pîşeya xwe bikar neynin.

Zextên aborî û hiqûqî

Li gorî raporê, hikûmet û şirketên nêzî hikûmetê bi rêya reklamên dewletê û cezayên giran ên RTUKê (Konseya Bilind a Radyo û Televîzyonê) zextê li ser medyaya rexnegir çêdikin. Her wiha qanûna nû ya “dezenformasyonê” bûye çekeka din a zextê li ser medyayê.

Çavkanî: Botan Times, Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê (Tirkiye), Rojnamegerên Sînornenas


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Rêbera Naskirina Sûriyeya Nû: kî bi kê re ye? – The New York Times, Reuters, AP, Al Jazeera

Weşana paşê

Li taxên Şamê êrîşên kîmyewî yên rejîma Esed hê jî dilê xelkê diêşîne – France 24