Serdar Canan: Dixwazim gotina Aram Tîgran bînim cih û orkestrayekê ava bikim

Xeyala te ji bo kurdan çi ye?

Hindî Kurd êkudu “dixebitin” bi rastî mirov nizane çi bixwaze, yan jî mirov bixwaze jî mixabin bê encam dimîne. Lê meseleyek heye ku babê min gelek caran behs dikir û digot: Berê li Geverê yek yan jî du kesan tirkî dizanî û yekî ji wan jî Ehmedê Reşît bûye. Vêca mirovek li dewera doskiyan hebûye û kurê wî diçe eskeriyê û li eskeriyê jî hînî peyvekî tirkî dibe, lê maneya wê peyvê nizane û ew peyv jî dijûnek bûye. Wexta ku vedigere mala xwe babê wî ji kurê xwe dipirsît û dibêjît, “Kurê min tu li eskeriyê hînî tirkî bûy?” Ew jî dibêje “Belê babo ez hîn bûm”. Bab dibêje, “Ê ka tiştekî bi tirkî bibêje babê xwe?” Kur, wê peyva tirkî ya ku maneya wê nizane bilêv dike û dibêje “Seni si…” Wexta ku bab vê gotinê dibihîzît herdu destên xwe li ‘erşê eza vediket û dibêjît “Ya rebbî hizar car şikur, êdî kurê min jî tirkî dizanît û te em ji bin minetên Ehmedê Reşît derêxistin.” Vêca serê we naêşînim, ez tinê dibêjim bila Kurd pêsîra hev berdin û “me ji bin minetên Ehmedê Reşît derbêxin” ew besî min e.

Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?

Niha li ber destê min muzîkeka ku ez ji bo helbesta hevalekî xwe ê bi qedr çêdikim, heye û ew jî ber bi xilasbûnê ve ye. Bawer im ku ew jî tenê ji bo min û helbestvanê hevalê min mizgînî ye

Heyranîya te ji bo kîjan şexsîyet/an heye, çima?

Helbet wekî heyraniya her kesekî/ê ez jî heyranê gelek kesayetên dîrokî û xudanşîyan im û dikarim gelek navan jî rêz bikim. Lê ev li aliyekê, heyraniya min ji bo wan kesên/ane ku her roj sihara sibê radibin û karên xwe rêkupêk û di wextî da dikin heye. Ji ber ku ew kes çi kar bibe bila bibe di wî karî de gelek serkeftî dibin. Lê mixabin hindî ku ez dikim û nakim nikarim wisa bim. Her tiştî ji bo roja dawî dihêlim û gelek pê aciz dibim, lê nikarim vê fe’ela xwe jî berdim, çunkî gelek xweş e.

Heke mimkun bûya te dixwest çi şîyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?

Eger mimkûn buya min dixwast ku ez daxwaza hunermendê nemir Aram Tîgran a “Ger ez careke din bêm li dinê; çiqas tank, tifing, çek û sîleh hebin ez ê hemîyan bihelînim û bikim tembûr, cimbiş û zirne”yê bicîh bînim, paşê jî bi hev re, bi van amûran orkestrayek mezin ava bikin û ez strana Bulbulê Bal Şîkawê bibêjim.

Şîrove bike