Polîtîkaya bêmuzakere ya ku HDPyê di sala 2019an de şopand, tu bersiv neda. Vê rewşê di nav dengdêran de bêhêvîbûneka mezin çêkir. Ya duyemîn jî, di hilbijartinên serokkomariya sala 2023an de HDPyê di tûra yekem de namzet nîşan neda û rasterast piştgirî da Kemal Kılıçdaroğlu. Ji ber ku namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kılçıdaroğlu di hilbijartinê de têk çû û bi taybetî jî hevdîtina veşartî ya Kemal Kılçıdaroğlu û Ümit Özdağ û ji ber protokola di nav her du aliyan de, di nav alîgirên HDPyê de nerehetiyeka mezin çêkir.
Di 31ê Adara 2024an de, dê li hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî pêk bên.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de tevî namzetên serbixwe, gelek partî bi namzetên xwe û Tifaqa Cumhurê jî bi partiyên ku vê tifaqê pêk tînin, dikevin pêşbirka hilbijartinê.
Dê vê hilbijartinê de, tevahiya îdareyên mehellî (muxtar), encûmenên meclîsên şaredariyan û serokên şarederiyan dê bêne diyarkirin. 3 partiyên ku zêdetirî endam û alîgirên wan Kurd in dê di vê hilbijartinê de cih bigirin. HAKPAR, HUDAPAR û Partiya DEMê li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê bi namzetên xwe tevlî vê proseya hilbijartinê bibin.
Di vê pêşbirka hilbijartinên 31ê Adarê de, bala gelek partîyên sîyasî û girseyan li ser hilbijartinên Stenbolê ye ku bajarê herî berbiçav yê Tirkîyeyê.
Bajarê Stenbolê yek ji wan metrepolan e ku li cihanê bi nav û deng e û li gorî amarên fermî hejmara hemwelatiyên vî bajarî zêdeyî 15 milyonan e. Tê zanîn ku budçeya vî bajarî jî li ser 115 milyar TLyê tirkî ye. Herwiha, ev bajar li gorî texmînan zêdetirî 5 milyon kurdan dihewîne û ji ber vê yekê wisa tê zanîn ku diasporaya herî mezin a kurdan li vî bajarî kom bûye.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Di vê hilbijartinê de serokê halêhazir yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem İmamoğlu carek din bûye namzetê CHPyê. Herwiha namzetê Tifaqa Cumhurê jî wezîrê berê ye hikumeta AKPyê Murat Kurum e. Ji hêla din ve jî parlementera Kurd a Erziromê Meral Danış Beştaş û Murat Çepni, her du namzetên Partiya DEMê ne li Stenbolê. Ji hêla çendîn partiyên din ve jî gelek namzet ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stnebolê hatine destnîşankirin.
Derbarê hilbijartinên 31ê Adarê de ku dê li Stenbolê bête kirin, em bi pisporê siyaset û Serokê Komeleya Bihêzkirina Demokarasiyê (Demokrasiyi Güçlendirme Derneği) İlyas Buzganî re axivîn.
Gelo Ji Ber Kîjan Sedeman DEMê Stratejiya Xwe Guhert?
Beriya çend rojan Partiya DEMê diyar kiribû ku dê bi namzetên xwe li Stenbolê têkeve pêşbirka hilbijartinên xwecihî. Pisporê siyasetê İlyas Buzgan vê helwesta nû ya DEMê bi çend sedeman ve girê dide.
Buzgan dide zanîn ku yek ji van sedeman polîtikayên Partiya DEMê bûne ku di hilbijartinên xwecihî yên 2019an û hilbijartina serokkomariya 2023an de, piştgirî daye namzetên Tifaqa Milletê. Ew dibêje vê helwesta DEMê di nav alîgirên wê de nerihetiyek çêkiriye û ev yek bûye sedem ku ji hêla AKPyê ve jî bê cezakirin.
Partiya DEMê him di hilbijartinên serokkomariyê ya 2023an de him jî di hilbijartinên xwecihî ya 2019an de bê şert û merc alikariya Tifaqa Milletê kir. Di nav pêvajoyê de, ev yek bû sedem ku Partiya DEMê ji hêla AKPyê ve bê ceza kirin. Herwiha ji hêla CHPyê ve jî ev piştgiriya bêbazarî nehate teqdîrkirin. Di encamê de CHPyê li Stenbolê, li gorî nifûsa dengdêrên Kurd, di şîrketên girêdayî bajarê mezin de mafê temsîliyeteka adilane neda.
Jidestdana metropolên mezin ên wekî Stenbol û Enqereyê travmayek mezin bi AKPyê re çêkir û AKP bi hesta tolhildanê tevgeriya û qeyûm tayînî hemû şaredariyên HDPyê kir. Ma berê jî qeyûm tayîn nekiribûn? Belê kiribûn. Lê vê carê bi awayekî tundtir û radîkaltir hemû şaredariyên ku HDPyê bi dest xistibûn ji destê HDPyê stendin û radestî qeyûman kirin.
Herwiha, pisporê siyasetê Buzgan derbarê yek ji wan sedemên ku Partiya DEMê di vê hilbijartinê de namzetên xwe destnîşan kiriye dibêje, polîtîkayên ku bêyî li ber çavgirtina berjewendiyên partî û girseyên xwe bûye.
Polîtîkaya bêmuzakere ya ku HDPyê di sala 2019an de şopand, tu bersiv neda. Vê rewşê di nav dengdêran de bêhêvîbûneka mezin çêkir. Ya duyemîn jî, di hilbijartinên serokkomariya sala 2023an de HDPyê di tûra yekem de namzet nîşan neda û rasterast piştgirî da Kemal Kılıçdaroğlu. Ji ber ku namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kılçıdaroğlu di hilbijartinê de têk çû û bi taybetî jî hevdîtina veşartî ya Kemal Kılçıdaroğlu û Ümit Özdağ û ji ber protokola di nav her du aliyan de, di nav alîgirên HDPyê de nerehetiyeka mezin çêkir.
Partiya DEMê ev hemû stratêjiyên berê li ber çavan girtin û li gorî nerazîbûna alîgirên xwe stratejiyeka nû dane pêşiya xwe. Dema ku em îro lê dinêrin, ev stratejî stratejiyek e ku rasterast bi namzetên xwe re têkevin hilbijartinan, lê di heman demê de stratejiyek e ku ji bo hevkarî û lihevkirina bajaran, di hin warên spesîfîk de bi hestiyarî tevbigere. Ev stratejî rast e.
Hemleya Demirtaş Li Stenbolê Siyaseta DEMê Guhert!
Hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş piştî hilbijartinên serokkomariya 2023an bi daxuyaniyekê dabû zanîn ku wî dev ji siyaseta aktîf berdaye. Lê piştî parastina xwe ya Doza Kobaniyê Demirtaş dîsa bi awayekî berbiçav derkete pêş girseyan. Herî dawî hevjina wê Başak Demirtaş ji bo namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê çend daxuyanî dane raya giştî. Li gorî şiroveya İlyas Buzgan ev stratejiya Demirtaş di nav hin baskên Partiya DEMê de nerazîbûnek bi xwe re dirûst kir. Lê belê vê yekê Partiya DEMê neçar hişt ku li Stenbolê bi namzetên xwe tevlî hilbijartinan bibe.
Selahattin Demirtaş hemleyek kir. Ji bo Partiya DEMê diyarkirina namzetan li Stenbolê mecbûr kir. Niha jî Başak Demirtaş namzetiya xwe bi paşve kişand. Partiya DEMê, piştî ku Demirtaş xwe ji namzetiyê vekişand, neçar ma ku namzetê xwe eşkere bike.
Selahattin Demirtaş gavek avêt û herçend ew gav, bi fermî Başak Demirtaşê nekarîbe bike namzet jî, lê ji bo destnîşankirina namzetekê ji aliyê Partiya DEMê ve rêyeka nû pêşniyar kir. Meral Danış Beştaş û Murat Çepeni wek namzetên Stenbolê îlan kirin. Bi qasî ku ez dizanim Meral Danış Beştaş 3 serdeman bûye parlamenter û kesayeteka wisa ye ku siyasetê baş dizane.
Piştî ku Partiya DEMê biryar da ku dê Başak Demirtaş nebe namzeda Stenbolê ev yek di nav alîgirên wê partiyê de nerazîbûnek çêkir. Li ser platformên medyaya civakî rexneyên tund li siyaseta DEMê hatin kirin. İlyas Buzgan dibêje, ger Partiya DEMê li Stenbolê Demirtaş wek namzeda xwe derxistiba dê %80 yê alîgirên vê partiyê biçûna dengê xwe bidana. Li gorî dîtinên Buzgan dê ev helwesta alîgirên DEMê ji ber sedemên stratejîk, hestiyarî û sembolîk bibûna.
Her wiha derbarê namzetiya Meral Danış Beştaşê de, pisporê siyasetê Buzgan wiha axivî;
Namzetiya Meral Danış Beştaş wê çawa ji aliyê hilbijêrên DEMê ve were pêşwazîkirin? Li ber destê me du dane hene. Ya yekem, daneyên encamên hilbijartinên 2009an yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ne. Ya duyemîn jî daneyên hilbijartinên 2014an ne. Di sala 2009an de BDPyê bi Akın Birdal ket pêşbirka hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê. Akın Birdal di wê hilbijartinê de %5,8ê dengan stendibûn.
HDPyê di hilbijartinên 2014an de Sırrı Süreyya Önder nîşan da. Sırrı Süreyya Önder wê demê %4,7ê dengan stendibû. Ji ber vê yekê, eger em bihesibînin ku dengê dengdêrên DEMê li Stenbolê di navbera %10-12an de ne, herî kêm nîvê van hilbijêran diçin û dengê xwe didin partiya xwe. Encamên 2009-2014an vê yekê nîşanî me didin. Niha di vê hilbijartinê de ez wisa difikirim ku herî kêm nîvê dengdêrên partiya DEMê ango %6ê wê dê dengê xwe bidin namzetên partiya xwe.
“İmamoğlu dê 5 puanan pêşbirkê li paş temam bike”
Diyar e ku dê pişbirka hilbijartinên li Stenbolê di navbera namzetê Tifaqa Miletê Murat Kurum û serokê halêhazir Ekrem İmamoğlu de çêbibe. Buzgan dide zanîn ku ji bo İmamoğlu dîsa bi ser keve ne tenê dengên alîgirê Partiya DEMê herwiha hijbêrên Partiya İYİyê jî bandoreka mezin dikarin li ser encaman bikin. Buzgan wisa pêda çû;
Di hilbijartinên sala 2019an de Ekrem İmamoğlu li Stenbolê %48,85ê dengan stendibû. Niha %26ê van dengan yên CHPê bûn. Ji %12,7 ji HDPyê, ji sedî 8 jî yên Partiya İYİyê bûn. Tenê ev rêje bi miqabilê %47 dike. Her wiha %2 jî ji derve hatibû. Niha dema em lê dinêrin îro Partiya İYİyê li Stenbolê namzetê xwe destnîşan kiriye, Partiya DEMê jî namzetê xwe destnîşan kir. Niha dema ku em rêjeya %8 ya ku Partiya İYİyê di salên 2018-2023 de li Stenbolê stendiye û potansiyela %10 ya HDPê li ber çavan bigirin, ev dibe %18. Ji ber vê yekê ji nîvê vê rêjeyê jî berê xwe bidine partiya xwe jî, ji %9 kêmasiya Ekrem İmamoğlu heye. Divê ev valahî bi awayekî bê girtin.
Ji hilbijartinan re, ji 40 rojan kêmtir maye. Ez bawer nakim ku vê valahiyê bigirin. Ji ber vê yekê ger Partiya DEMê namzetê xwe bi paşve nekişîne, Partiya İYİyê namzetê xwe bi paş ve nekişîne û di şert û mercên heyî de hilbijartin bêne kirin, ez wisa difikirim ku Ekrem İmamoğlu dê 5 puanan pêşbirkê li paş temam bike.
Ji bo Ekrem İmamoğlu du partî rola sereke dilîzin. Ya yekem Partiya DEMê, ya duyem jî Partiya İYİyê ye. Heta ku dengdêrên van her du partiyan neyên îqnakirin, serkeftina Ekrem İmamoğlu û CHPyê ya li Stenbolê dê bibe mucîzeyeka siyasî.
Her ku diçe rikeberiya hilbijartinên xwecihî yên li Stenbolê di navbera namzetê CHPyê Ekrem İmamoğlu û namzetê Tifaqa Miletê Murat Kurumê de, gur dibe. Di vê hilbijartinê de tê pêşbînîkirin ku dê rola alîgirên Partiya DEMê, Partiya İYİyê û Partiya Yeniden Refahê girîng bibe. Rewşa heyî vê yekê bi me dide fêmkirin ku mîna hilbijartinên 2019an dê dengdêrên kurd nekaribin bibin aktorên sereke yên hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar23/05/2024Ayşe Tepe Doğan: Pêdivîya qadeka xurt a civaka sivîl her ku diçe zêdetir dibe
- Nivîskar06/05/2024Mahmut Akyürekli: “Nasnameya kurdan tuneye ku gorên wan hebin”
- Nivîskar30/03/2024Eléonore Fourniau: Min bi kurdan re têkiliyeke pir kûr danî
- Hevpeyvîn08/03/2024Aram Dildar: Heya kurê min behsa min neke ez ê qala wî bikim